19’ê Tîrmehê bû hêviya jiyanek nû (2)

  • 09:03 18 Tîrmeh 2019
  • Dosya
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê jin bûn xwedî hêza serkeftinê
 
Dilucan Bozî-Binevş Sarya
 
KOBANÊ-19’ê Tîrmehê ne tenê bû şoreşa jinê, di heman demê de bû şoreşa jiyanek nû û wekheviya di navbera hemû ol, gel, zayend, hevjiyana azad ya civaka demokoratîk û zîhiniyeta ekolojîk. Gelên vê herêmê li ser hişmendiya jiyanek azad bi hev re dijîn.
 
Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê herêmê dest bi jiyanek nû kirin. Ew bûn hêza xwe ya cewherî û wan bi xwe, xwe bi rê ve birin. Gelê vê herêmê bûn hêza biryara xwe ya civakek demokrat. Çawa di dîrokê de Bekoyê Ewan heye. Dijiminên mirovahiyê ji demokrasiyê hez nedikir. Ji ber wê di dîroka 08.11.2012'an de çeteyên bi navê Artêşa Azad êrîşî bajarê Serê Kaniyê kirin. Bê guman êrîşkirina bajarê Serê Kaniyê ne tiştek ji rêzê ye û mirov nikare vê weke bûyerek tesadûf bigere dest. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di gelek pirtûk û parêznameyên xwe de behsa çanda Til Helef dike. Piştî ku êrîşên çeteyan li wê derê têk diçin û şûnde di dawiya meha Îlona 2014'an de êrîşî bajarê Kobanê dikin. Hêzên desthilatdar dixwestin di cihên Kurdan yên dîrokî de wan tune bikin.
 
‘Her gîha li ser koka xwe şîn dibe!’ 
 
Weke ku pêşiyên me jî gotine her gîha li ser koka xwe şîn dibe. Ev peyv rastiya dîroka Til Helef tîne bîra mirovan. Til Helef kevintirîn bêşika gelê Rojhilata Navîn e. B.Z. 7.000-5.000  sal tê gotin ku Gelê Kurd li vê herêmê jiyane. Di çanda vê herêmê de jina xwedawend-Dayik xwedî hêza çareseriya civakê ye û di vê çandê de bi zîhniyeta jin-dayik jiyan tê meşandin. Yanî em dikarin beriya niha 8.000  salî bingeha vê çandê bibînin. Girê Til Helef yek ji girekî dîrokî ye 3 km dikeve Başurê SerêKaniya Rojavayê Kurdistanê û li kêleka çemê Xaburê ye. Li vê derê em çanda kevnar ya bajarê Serê Kaniyê baştir dikarin bibînin. Ji ber vê çanda resen bû ku cara yekem çeteyên artêşa Azad di bajarê Serêkaniyê de êrîşî Rojava kirin û xwestin ku vê çandê bidin tunekirin. Zîhiniyeta çete û dewlet-netewan hewil didan ku li ku derê destkeftî û dîroka gelê vê herêmê hebe, li wê derê gel û çanda wê bidin tunekirin. Yek ji taybetmendiyên bajarê Serêkaniyê jî ew e ku ji hemû netew û olan gel tê de dijîn. Dewama armanca çeteyan ew bû ku hebûna gelan a bi hev re bidin tunekirin.  
 
Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû meşala berxwedanê
 
Piştî ku çete di şerê Serêkaniyê de bin ketin, wan xwest di ciyek din yê dîrokî de û xwedî hebûn car din gelê vê herêmê tune bikin û meşala hatiye vêxistin bitefînin. Ji ber ku çirûska yekem li Kobanê hatibû vêxistin û agirê şoreşê li her deverê bilind bûbû. Vê carê jî çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk re xwestin ku îrade Gelê Kurd di Kobanê de tune bikin. Di dawiya Îlona 2014'dan de bi awayek hovane êrîşî Kantona Kobanê kirin. Di vî şerî de şervanên YPJ/YPG'ê kesên demokrat û şoreşger bi gel re 134 rojan li berxwedan û di 26’ê Çileya 2015'an de bajarê Kobanê hate rizgarkirin û di 27’ê Çile de jî Rêveberiya Xweser hate îlankirin. Zarokên vî gelî li beranberî hemû êrîş û zulmên ku li ser wan hatibûn kirin bi coşa 19’ê Tîrmehê li ber xwe dan û axa welatê xwe car din parastin û bostek ji ciyê berxwedanê ji çeteyên dijî mirovahi yê re nehiştin. Ji bo  ku vîn û baweriya gelan bişkê bi her awayî êrîşî van herêma tê kirin. Îro jî herêma Efrînê ku 20’ê Çileya 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û gelê vê herêmê koçberî Kantona Şehbayê bûn û hîna jî di kampên Serdem û Berxwedanê de dijîn. Ew gel bi hêviye ku wê vegerin ser axa xwe. 
 
Wekheviya gelan nîşaneya şoreşê ye 
 
Li beranberî hemû êrîş û destihiladariyên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, car din  şervanên vî gelî hêza çeteyên DAIŞ’ê ku çavê her kesî jê ditirsiya û kesî bawer nedikirin ku wê rojekê ev çete li ser vê xakê têk biçin û li beran berî gelê vê herêmê werin dadgehkirin. Lê belê em îro dibînin ku bi saya şoreş û têkoşîna gelên herêmê îro çeteyên ku xwîna mirovan vedixwarin, jin li kolanan weke meta difirotin îro di hindirê girtîgehan de ne û  li ser jiyana wan biryar tên girtin. Îro ne tenê tola jinên Şengalê ji çeteyan tê hilanîn di heman demê de tola tevayî mirovahiyê ji çeteyan tê hilanîn. Herî dawî  çeteyên DAIŞ’ ê li Dêrezor Baxozê de têk çûn. Têkçûna çeteyan li tevayî bajarên Bakur-Rojhilatê Surî bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Li van herêman wekheviya gelan, olan, zimanan û çandan bi ser ket.
 
Jin bûn xwedî hêza serkeftinê
 
Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re carek din çanda kevnar ya dayika xwedawend, Til Helefê di herêmê de hate jiyîn. Jina ku beriya şoreşê nikarîbû ji mal derkeve, jina ku bi destê çeteyan di kolanan de weke metayan dihate firotin, jina ku ji bav, bira, hevjîn û mêrên kolanê ditirsiya bi agirê şoreşê re bû xwedî hêz û dengê xwe li hemû deverên cîhanê belav kir. Jinan tola xwe wiha hilanîn di 7 salan de jinan artêşa xwe YPJ'ê li darxistin û bi sedan jinên Êzidî ji destê çeteyan rizgar kirin û tola jina hilanîn. Rêxistina Kongreya Star bi avakirina malên jinê, komînên xweser û bi avakirina gelek saziyên jinan xwedî li jinên civakê derketin. Jinan li tevahî bajarên mîna Tebqa, Reqa, Minbic, Girê Spî û Silûkê saziyên xwe avakirin û  xwe bi xwe rêvebirin. Jinan li her deverê akademiyên xwe yên bîrdozî, civakî, tendûrûstî û hwd. din dan avakirin û ew bûn mamosteyên civakê. Jin îro jî di akademiyên xwe de mêran perwerde dikin û hewil didin ku çanda baviksalarî di nava civakê de bidin tunekirin û hevjiyana azad bikin xala bingehîn ya jiyanê.