Tiştên ku di komkujiya Kobanê de hatin jiyîn û şopên wê (3)

  • 09:02 25 Hezîran 2019
  • Dosya
'DAÎŞ'ê jinên ducanî jî qetil kir'
 
Binevş Sarya/ Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Di 25'ê Hezîrana 2015'an de DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir û komkujî pêk anî. Derbarê salvegera komkujiya Kobanê de jinên Kobanê yên ku xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, gotin:"Ji bo komkujiyên bi vî rengî pêk neyê em ê her dem xwe bi rêxistin bikin. Em nahêlin komkujiyên wiha dubare bibe."
 
Çeteyên DAIŞ'ê piştî 26'ê Çileya 2015'an xwestin bi riya komkujiyan gel careke din bitirsînin û rê li ber koçberiyê vekin. 25'ê Hezîrana 2015'an saet di 05:00'ê sibehê de çeteyan bi hevkariya dewleta Tirk  komkujiyek hovane bi ser gelê Kobanê de anîn. Komeke çeteyan ji Rojavayî Kobanê ji aliyê Cerablûsê ve ketin gundê Berxbotanê û komeke din ji sînorên Tirkiyeyê ketin navenda bajar. Çeteyan ji bo gel bixapînin cilên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li xwe kiribûn. Di encama komkujiyê de 35 zarok û 64 jin, giştî 242 kes hatin qetilkirin. Jinên Kobanê yên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin wiha hestên xwe anîn ziman:"Em roja komkujiyê nikarin ji bîr bikin. Lê ji bo êdî dijmin nikaribîn êrîşem bikin em her dem têdikoşin."
 
'Kuştina zarokan jiyana dayikê bê wate dike' 
 
Sozdar Kilil Miş a ducanî ye hestên xwe wiha parve kir: "Dema ku jin ducanî dibe wê demê her tişt di jiyana wê de tê guhertin û her tim pê dihese ku di hundirê wê de jiyaneke din heye. Jinên ducanî hem hestên kêfxweşî û hem yên tirsê dijîn. Ew dayik neh mehan têkoşîna anîna zarokê xwe dike. Jin ditirse ku tiştek bi zarokê wê were, lewma her tim bi tirs nêzî derdor û jiyanê dibe. Ji ber vê ez bawer im bûyera herî ne xweş ku jin dijî windakirina zarokê xwe ye. Di hemû zagonên navdewletî  kuştina zarokan sucekî mezin e, bi taybet dema ku hîna di zikê dayika xwe de be. Lê çeteyên DAIŞ’ê wekî hovan zarok, jin û pîr qetil kirin."
 
'DAIŞ'ê nehişt zarok xeyalê xwe bijîn' 
 
Zeytê Hemo kuştina xwişka xwe wiha anî ser ziman: "DAÎŞ'ê jinên ducanî jî qetil kir. Di komkujiyê de xwişka min a bi navê Hemîde Hemo ya temenê wê 25 salî bû, bi 3 mehan ducanî bû. Dema çete ketin nava gund ez derketim, lê xwişka min di dorpêçê de ma û nikaribû xwe xilas bike. Me tu agahî ji wê negirtin, tenê gotin ku dorpêç hatiye şikandin û cenazeyan radikin. Dema em çûn ser cenazeyan, min dît ku çeteyan destên wê girê dabûn û fîşek li qirika wê de ne. Hemîde û zaroka di zikê wê de qetil kiribûn. Zarokê wê yê yek salî sax bû, lê li ser singa wê di nav xwînê de winda bûbû. Hemîde difikirî ku wê Çete destên xwe nedinê, lê wan bi rengê hov him wê û him jî zarokên gund qetil kirin. Ne tenê xwişka min û cenînê xwe bûn qurbaniya hovîtiya DAIŞ’ê. Ji bilî wê jî gelek jin û zarok hebûn."
 
'Xwesteka Firyal vegera Kobenê bû'
 
Şar Osê Sincar ku keça wê ya ducanî di komkujiyê de hat qetilkirin, wiha qala bûyerê kir: "Keça Min Firyal Şêx Bozan dema ku di komkujiyê de hat qetilkirin zikê wê heşt mehî bû. Pirsgirkên Firyal ên tendirustî hebûn ku dema zarokên wê çêdibûn dimirin. Du lawik û keçeke wê hene û sê zarok dema zayînê mirin. Şêwazê qetilkirina wê ji jinên din ne cuda ye, wê ji bo parastina zarokên xwe ew xistin odeyê. Piştre çete keça wê qetil dikin û hevjînê wê jî birîndar dikin. Di 2014'an dema çete êrîşî Gelê Kobanê kir gel koçber bû û Firyal di dema koçberiyê de herdem hesreta axa xwe bû, herdem digot: 'Dema ez vegerim Kobanê, ez ê axa Kobanê bixwim.' Piştî vegeriya Kobanê demekê komkujî pêk hat, ev xwestek pêk hat, lê bi rengekî din, axê Firyalê xwar.”