Tiştên ku di komkujiya Kobanê de hatin jiyîn û şopên wê (2)

  • 09:03 24 Hezîran 2019
  • Dosya
Zarokên komkujiyê bi êşên xwe mezin dibin 
 
Berçem Cûdî - Dicle Demhat
 
KOBANÊ - Ji ser komkujiya Kobanê 5 sal derbas bû. Jinên ku xizmên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin axivîn. Jinan diyar kirin ku birîna wan hîn tezeye lê têkoşîna wan didome û gotin:"Li dijî gelê Kurd bi salan e komkujî pêk tê. Lê em ê li dijî komkujî û neheqiyan her dem li berxwe bidin."
 
Zarokên vê serdemê ku çavên xwe di nav kuştin û komkujiyan de vedikin, wê van êş û eleman heta çend nifşan jî bi bîr bînin.
Çeteyên DAIŞ'ê piştî 26'ê Çileya 2015'an xwestin bi riya komkujiyan gel careke din bitirsînin û rê li ber koçberiyê vekin. 25'ê Hezîrana 2015'an saet di 05:00'ê sibehê de çeteyan bi hevkariya dewleta Tirk  komkujiyek hovane bi ser gelê Kobanê de anîn. Komeke çeteyan ji Rojavayî Kobanê ji aliyê Cerablûsê ve ketin gundê Berxbotanê û komeke din ji sînorên Tirkiyeyê ketin navenda bajar. Çeteyan ji bo gel bixapînin cilên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li xwe kiribûn. Di encama komkujiyê de 35 zarok û 64 jin, giştî 252 kes hatin qetilkirin.Yên ku herî zêde di komkujiyê de bi bandor bûn zarok bûn. Zarokan pirsgirêkên derûnî jiyan. 
 
Hevjînê wê kûştin û zarokên wê bê bav man
 
Şefîqa Hec Ebd El-Qadir ji gundê Berxbotanê ye, di kumkujiyê de Hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tenê ew û 7 zarok man. Şefîqa wiha qala wan kêliyên bi êş kir: “Dema ku dengê guleyan ji gund hat, cîranên me gazî hevjînê min kirin û gotin: 'Osman hevjîn û zarokê min kuştin', wî jî yekser çeka xwe hilgirt û çû hewara wan. Dema ku Osman diçe dibîne ku DAIŞ'in, dibêje 'Çete ketine gund, yên ku dikarin li dijî wan şer bike bila bike û yên ku nikarin jî bila xwe xilas bikin.’ Ji ber ku Osman her tim diçû nobetê, jarjurê xwe hemû di wesayitê de hîştibûn, tenê yek di çêkê de mabû. Ew fişekê xwe hemû bi kar tîne, çeka wî vala dibe û nikare xwe bigihîne wesayitê. Çete Osman qetil dikin."
 
Zarok bandora komkujiyê dijîn
 
Şefîqeyê rewşa zarokên xwe wiha bi lêv kir: "Ez û zarokên xwe me dît ku çeteyan çawa Osman qetil kirin. Lewra zarok pir bi bandor bûn. Omer 13 salî ye, di saetên sibehihê de bavê wî hat kuştin. Her tim ji hişê xwe diçe. Min Omer nîşanî bijîşkên Kobanê, Başûrê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Minbic û Reqayê jî da. Lê kesî nikaribû ji bo wî çareserî bibînin. Tenê du cure derman dan me û gotin divê ew her tim dermanan bi kar bîne. Ji ber ku nexweşiya wî di damarên mêjî de ye. Ferîd jî 9 salî ye her ku diçe dihele, xwarinê naxwe, her tim ditirse û heta niha jî derûniya wî ne baş e. Ev pênc sal in ji ser komkujiyê derbas bû, lê heta niha jî hîna şopên wê di mêjî û derûniya me de ye."
 
‘Malbata min hilweşiya’
 
Emîne Mihemed ku wê ji malbata xwe 8 kes winda kir wiha kêliyên destpêkê yên komkujiyê anî ziman: “25'ê Hezîrana 2015'an saet 4'ê sibehê, çeteyên DAIŞ'ê dora mala me dorpêç kirin. Komeke çete çûn Rojavayê Kobanê nav goristana gund. Ji ber nuqteya Asayîşê li wê derê bûn. Ez wê demê razayîbûm, dema dengê fîşekan hat, ez di carekê de ji xew rabûm. Di wan kêliyan de bavê min bersiv da çeteyan, wan jê re got: 'şûnde vegere kûçiko'. Wiha jî çawa dengê fişekan ji gund hat, çeteyan li jina birayê min, bav, dayik û li birayê min jî dan. Bi giştî ji malbata min 8 kes hatin kuştin. Ez, xwişk û  du birayên xwe jî birîndar bûn."
 
Nîhadê yeksalî bê dayik hiştin
 
Emîneyê diyar kir ku heta zarokên yek salî jî para xwe ji komkujiyê girtin û wiha domand: "Pismamê min û hevjîna xwe di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dan. Ew ducanî bû û li peyî xwe 2 zarok hiştin. Lawê apê min jî birîndar bû û seqet ma. Ez jî hatim şûna dayika wan, ez pir zehmetiyê bi wan re dibînim. Bi taybet jî Nîhad. Nîhad 5 salî ye dema ku dayika wî hat kuştin ew yek salî bû. Zarok di vî temenî de zêde bûyer nayên bîra wan, lê Nîhad heta niha li ber çavên wî ye çawa dayika wî hatiye qetilkirin û ew ser sînga wê bû. Derûniya wî bi yek carê de xirab bû, carinan hema wisa ji xwe re digirî, nêzîkî zarokên din nabe û her tim di xew de diaxive."