Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn?-3

  • 09:17 19 Hezîran 2019
  • Dosya

Jinên Stenbolê: Bajarên em dixwazin li wan bijîn ji xeyalêm me wêde ne 

 
STENBOL - Jinên Stenbolê ji aboriyê heta hunerê ji veguhestinê heta ewlehiyên bajarên ku dixwazin lê bijîn vegotin û gotin li aliyekî din jî ev hemû ji xeyalan pêk tên û bajarê ku em dixwazin li wan bijîn ji xeyalên me wêde ne. 
 
Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn? ‘Dixwazim li bajarekî ku; bi şev dema em derdikevin derve bê fikar bin, bila qadên şîn zêde bin, bila huner bi awayekî azad bê îcrakirin, ez bi zarokên xwe re azad bigerim, qadên lê pirtûk tên xwend bijîm.’ Ev tiştên me rêz kirin hêsan xuya dikin lê li bajarên em lê dijîn ev zehmetin.
 
Stenbol bajarekî ku Aliyê Ewropa û Aliyê Anatolu digihîne hev e. Aliyê Rojava yê Stenbolê Sûr ava dikin. Her ku bajar berbi Rojava pêş ketiye Sûrên wê çar caran hatiye fireh kirin. Bi şaredariya bajarê mezin re bi giştî 40 şaredariyên wê hene.
 
Di salên dawî de bi daneyên arkeolojîk re der barê dîroka mirovahiyê de gelek agahiyên girîng hatin bidest xistin. Bi alavên kevir yên ji Şikefta Burgaz ya Yarim derketin re, şopên mirovên îlkel xwe gihîne 400 hezar sal berê. Stenbolê beriya dema Komarê ji dewletên ku lê serdest bûn re bi sedsalan paytextî kiriye. Di 13’ê cotmeha 1923’an de piştî Enqereyê bû paytext, Stenbolê ev taybetiya xwe winda kiriye. Lê xwedî taybetiya bazirganî, sanayî, veguhestin, turîzm, perwerde, çand û hunerê ya welat e.
 
Stenbol bajarê herî qerebalix, bajarê ku di alî aborî, dîrok, çand û hunerê de gelek girîng yê welat e. Bajar di alî meznahiya îktîsadî de di cîhanê de 34’emîn e, di alî nifûsê de li gorî sînorê şaredariyê di rêza hatiye kirin de li Ewropayê yekem e, li cîhanê jî piştî Logas di rêza 6’emîn de ye. Li Stenbolê jî wek piranî metropolên cîhanê, mirovên ji nasnameyên cuda dijîn. Li bajar ola ku piranî kes mensubê wê ye Îslam e. Kêmarên olî jî , Dêra Ortodoks a Yewnan, Dêra Ermenî ya Apostolîk, Sefarad û Yahudiyên Aşkenaz ava dikin.
 
Aborî, çandinî û sewalkarî... 
 
Stenbol navenda jiyanê ya aborî ya Tirkiyeyê ye. Xwedî qada endustriyel a ji sedî 34 e. Li Stenbol û bajarên derdorê, berhemên wek fêkî, zeytun, îpek, pembo û titun tê hilberandin. Her wiha di alî sanayiya xurekê, hilberîna tekstîl, petrol, kauçuk, alavên metal, çem, kîmya, derman, elektronîk, cam, berhemên teknolojîk, maşîne, otomotîv, wesayîtên veguhestinê, kaxiz, vexwarinên alkolê de jî dewlemende. Her wiha Stenbol di seranserê dîrokê de nebû navenda çandiniyê.  
 
Çandinî her tim di rêza dawî de bû. Stenbol di vê qadê de her tim bikarhêner bû. Di roja îro de tenê ji sedî 30’ê axa Stenbolê ji bo çandiniyê başe jî, ev qad jî baş nayên nirxandin.   Navçeyên di alî çandiniyê de li pêş in Çatalca, Sîlîvrî, Şîle, Eyup, Beykoz û Kartal e.
 
Li seranserê Stenbolê qadên daristanê ketine bi parastinê, lê bi awayekî sînorkirî, faliyetên daristanê tên meşandin.  Daristanên Baltalik yên Stenbolê, beşeke wê veguheriye daristanên xerabûyî.  
 
Gelek berhemên dîrokî hene...
 
Li Stenbolê gelek berhemên dîrokî hene; dîwarên bajar, qesr,mizgeft, dêr, sînagog, kanî û konax hene. Li gorî îstatîstîkan, Stenbol piştî Antalyayê cihê ku herî zêde turîstan dihewîne ye. Gelek pirtûkxaneyên ku koleksiyonên berfireh yên  piranî aydê dema Roma, Bîzans û Osmaniyane dihewîne, hene. Pirtûkxaneyên girîng, Pirtûkxaneya Qesra Topkapi, Pirtûkxaneya Muzeya Arkeolojî ya Stenbolê, Pirtûkxaneya Dewletê ya Beyazit, Pirtûkxaneya Sulemaniye, Pirtûkxaneya Zanîngeha Stenbolê û Pirtûkxaneya Ataturk e.
 
‘Heta pergala serdest ya mêr hebe, wê bajarên wekhev ava nebin’
 
Ji femînîstên serbixwe Haspiye Gunaçti, diyar kir ku heta pergala serdest ya mêr ya bi şîdeta li ser jinê xwe nû dike, hebe, wê bajar û gundên wekhev tune bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di plansaziya bajaran de jinên femînîst bi mêran re li ser heman maseyê runenin û nîqaş nekin, ew tax li ser kaxizê jî ne taxa jinan e. Gelo hêvî heye? Ez tiştekî hêsan bêjim. Ger tuwaleta giştî ya bajar bê pere be. Li cihekî ku jin bi hêsanî dikarin xwe bigihîninê û kaxiza tuwaletê, peda jinan lê hebe, wê demê pêngavek hatiye avêtinê.  Bajarekî wisa heye gelo? Di kanalek herêmî de mêrekî wisa digot; Li vî gundî jinên bî jiyana wan zehmete, nikarin karê avê bi tena serê xwe bikin, nikarin biçin cihekî.’ Lê mixabin li vir pirsgirêk jina bî ye, pirsgirêk mêr bi xwe ye. Li bajarekî park hene. Di dîtbarî de mêr hedên xwe dizanin, lê dengê motosîkletan, klakssonên wesayîtan nîşaneya şîdeta mêr e, bingeheke ku pêşî li vê bigire tune. Di vê qerebalixê de zarok nikarin razen. Dema kapîtalîzm û serdestiya mêr ketibe nava hev li wir behsa azadiya jinê nayê kirin.”
 
‘Aktîvîteyên çandî kêm in'
 
Berîvan Kiliçkiran ya 20 salî ku li Stenbolê hatiye dinê û mezin bûye, niha li Stenbolê zanîngehê dixwîne. 6 sal in li Esenyurtê dijî. Di heman demê de ji bo debara xwe dixebite. Berîvanê diyar kir ku li Stenbolê kompleksên ji bo ciwanan hatine çêkirin, li gorî herêman heta li gorî navçeyan diguherin û wiha axivî: “Li Esenyurtê der barê vê de tiştek tune. Ez derbasî sporê bûm. Der barê aktîvîteyên fîzîkî de ji we em nikarin tiştekî bikin. Hêza me ya em bikin jî namîne. Em diçin dibistanê, diçin kar. Lê qe nebe dikare der barê nêrînan de aktîvîte bên kirin. Dikare pirtûkxane, qursên ziman û şando hebin. Li Taksîm, Beşîktaş, Kadikoyê aktîvîteyên çandî kêm be jî pêş ketine. Lê em nikarin xwe bigihînin wan deran. Şert zehmetin. Em hem dixwînin hem dixebitin.”
 
‘Bajarê lê dijîm ne bi ewle ye’
 
Berîvanê diyar kir ku ew bajarên bi ewle daxwaz dikin û wiha pê de çû: “Mînak ez dixebitim. Ez bi şev dema ji kar dertêm xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Ez bi guman li kesandinêrim. Mirov xwe nebaş hîs dikin. Dema mirov li bûyerên derdorê dinêrin, mirov dikevin nav van fikaran. Bi kurtasî baweriya min bi kesî nemaye.”
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bajarên ku dixwaze lê bijî, tenê xeyal e û wiha got: “Ez dema diçim dibistanê ji ber trafîkê ez dibêjim gelo ez ê bigihêjim ezmûnê? Gelo wê wesayît di saeta xwe de bê? Gelo otobus qerebalix e? Ger van tiştan em eciz nekiriba wê baştir bûna. Xwezî hinek din normal bûna. Di esasê de ev ne xeyalin, tiştên divê hebin. Xwezî em nexebitiyana, em tenê biçûna dibistana xwe. Em biçûna aktîvîteyên çandî û civakî, sporê wê baş bûna. Ciwanên di navbera temenê 18-24’an de difetisin lê kes vê nabîne. Li vir hinek şaredarî aktîvîteyan dikin lê hundirê wan vala ye.  Her min dixwest ku bajarê me hinek şînahî lê hebûna. Qe nebe me çend darên fêkiyan jî bidîta wê baş bûne. Her der bûye beton.  Em der barê vê de jî xeyalan nakin. Dikare hinek din parq bên zêdekirin.” 
 
‘Bajarên me wek bajarên mêran tên plankirin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Plansaziya Bajar, Doç Dr. Pelîn Pinar Gîrîtlîoglu, da zanîn ku bajarên lê dijîn demek dirêje wek bajarên mêran tên plankirin û nêrînên xwe anî ziman: “Bajar ne xwedî cihên ku jin û mêr bi awayekî wekhev lê bijîn. Dema mirov ji perspektîfa jinê dinêrin, gelek qusurên Stenbolê hene. Yek ji van jî veguhestine. Veguhestin pirsgirêka hemû kesiye lê herî zêde jin ji vê bi bandor dibin. Di alî çûyîn û hatina kar a jinan de,  di alî xebata heta saetên dereng de derfetên veguhestineke baş tune, sererastkirin tune. Em hinek pêkanîn û bajarên ku li hember jinan newekheviyê dikin dibînin. Pêkanînên teqsiya şîrik, metrobusa jinan. Em tevlî van pêkanînan nabin. Ev newekheviyek cuda bixwe re tînin. Ev pêkanîn di esasê de jinan ji civakê zêdetir dûr dixin."
 
‘Jinek astengdar li vî karî cihê wê tune’
 
Pelîn, da zanîn ku cihên cemaweriyên bi kontrol hîna jî têr nînin û wiha qal kir: "Jin bi ereboka bebeka xwe nikare bi rehetî li derve bigere. Her wiha jinên astengdar û hemû astengdar ji bo xwe cihekî bajar yê biçinê nabînin. Bi nêzîkatiyek plansazkirî, sererastkirin teqez dikarin bên kirin. Îro li Stenbolê binêrin, cihên şîn mirov nabînin. Bi taybet li cihên ku piştre hatine pêşketin tenê avahî hene. Tenê înşatên mezin hene. Projeyên mega hene. Qadên şîn nemane. Lê divê li her taxê parqek hebûya. Lê li vî bajarî cihekî ku jin bîhna xwe bigire tune. Mixabin ji bilî li ber derî runiştinê alternatîf tune. Bêguman ev bi planan dikarin bên çareserkirin. Lê ev girêdayê rêveberiyên herêmî ne. Girêdayê vizyona wan e. Heta niha jî nêrîneke wisa çênebû. Mixabin em nabînin. Hewcedarî gelek bi qadên şîn he ne.”
 
‘Mirov bi awayekî azad baweriya xwe najîn’
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Selda Guneş, li Yalovayê hatiye dinê mezin bûye û demek dirêje li Stenbolê dijî. Bi eslê xwe ji Dêrsîmê ye. Seldayê diyar kir ku ji bilî baweriya navendî, tu baweriyên din nikarin bi awayekî azad bijîn û li Tirkiyeyê Elewî nayên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li kolanê bi nasnameya xwe ya Kizilbaş hebûn. Dema em bi zarokan re dilîstin digotin nanê we nayê xwarin. Em her tim li kolanan cuda hatin dîtin. Yanî me baweriya xwe bi awayekî azad nejiya. Lê ji bo em bi baweriya xwe bi awayekî azad bijîn, riyên hêsan hene. Divê mafê welatîbûnê bê nasîn. Divê di Destura Bingehîn de  ewlehî pêk bê. Divê Komara Tirkiyeyê hemû baweriyên li Tirkiyeyê dijîn nas bike. Destureke Bingehîn ya Demokratî û pêk hatine wê ji bo me hemûyan wê çareserî be."
 
'Stenbolê dê kengê modern bibe?'
 
Selda, destnîşan kir ku tu bajarek ji bajarê din ne serbixwetire û wiha got: "Mînak li Dêrsîmê, li Nevşehîrê rewş pir ne cuda ye. Jin her derê rastî newekheviyê tê. Li gel baweriyê, cara duyem ji ber jinbûnê cuda tên dîtin. Feraseta şaredariya heyî, bi taybet li cihên ku feraseta desthilatdariyê serdeste, ji desthilatdariyê serbixwe nîne. Li bajaran xwegîhandina gelek tiştan hêsan tê dîtin lê ev tişt mirovan azad nakin. Stenbol bajarekî moderne, metroyên wê hene. Lê hebûna metroyê Stenbolê modern nake. Kengê wê Stenbol bibe modern? Heta ku li vî bajarî zikê her kesî têr bû, wê modern bibe. Li bajar divê veguhestineke rehet hebe. Divê riyên bisîkletê bê pêşxistin. Divê aktîvîteyên fîzîkî bên pêşxistin.”
 
‘Ji bo min pisgirêka herî mezin azadiye’
 
Hunermend Tara Mamedova, li bajarê Kok-Yangak a Kirgizîstanê, wek zarokek malbata Kurd hat dinê. Di 8 saliya wê de malbata wê koçî Rûsyayê dike. Tara ji zarokatiyê de bi muzîkê re elqeder dibe, li Moskov û Parîsê perwerda muzîkê dît. Tara bi gelek zimanan stranan dibêje lê bi taybetî bi zimanê zikmakî, bi kurdî stranan dibêje. Tara 5 sal in li Stenbolê dijî. Tara diyar kir ku ji bo wê pisgirêka herî mezin a li Stenbolê pirsgirêk azadiyê ye û got bi awayekî azad jiyan û xwe îfade kirin, li vî bajarî bi pirsgirêk e.
 
Tarayê destnîşan kir ku Stenbol yek ji bajarên herî xweş yê cîhanê ye û wiha axivî: "Lê mixabin şînahî lê tune, qadên ku zarok lê bijîn nemaye. Qadên em ê  lê bimeşin nemaye. Qadên em pirtûkê lê bixwînin nemaye. Ya herî girîng jî rewşa xwezayî ya xwezayê nemaye. Stenbol bajarekî mezin û kûr e. Mirov her ku lê digerin, mirov tiştên cuda lê dibînin. Ji bo min kûrahiya wê gelek mezin e. Di hişê me hemûyan de xeyalên mezin hene. Belkî jî xeyalên ku tu carî pêk nayê ne. Mixabin bajarên ku xeyal dikim li vî cîhanê tune." 
 
Sibe: Li Qersê jinên ku cudabûna xwe vediguherînin rengîniyê bi hev re jiyanê diparêzin