Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn?-2

  • 09:15 18 Hezîran 2019
  • Dosya
Jinên Amedê: Beyî destura gel divê dest nedin tiştên aîdî gel
 
AMED -  Jinên li Ameda ku xwedî dewlemendiya çand û dîroke kevnar e, dijîn daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Divê hewcedariyên jinan esas bên girtin, ji bo jin û zarokan bajarekî bi ewle bê avakirin, beyî destura gel destên xwe nedin tiştên gel û divê meclîsên gel bên avakirin."
 
Amed yek ji bajarên ku di alî çand û dîrokê de gelek girîng e. Di paşerojê de ji gelek berxwedanan re, şer û pevçûnan re malovanî kiriye. Amed yek ji bajarên herî mezin ya herêmê ye û li gorî daneyên TUÎK - ADNK’ê ji dawiya 2018’an şûnde nifûsa wê mîlyonek û 732 hezar û 396 e. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de namzetên HDP’ê bi dengekî mezin ji bo şaredariyê hatin hilbijartin. Di 2016’an de hevşaredarên bi îradeya gel hatin hilbijartin hatibûn girtin û qeyûm tayînê şûna wan hatibû kirin. Gel di 31’ê adarê de qeyûm şand û carek din îradeya xwe danîn holê.
 
Muzeya vekirî: Sûr
 
Yek ji navçeyên Amedê ya bi dîroka xwe tê zanîn Sûr e. Sûr cihê herî kevn yê xwecihbûnê ye,  ji Huriyan, Mîtanî, Hîtît, Asûr, Med, Pers, Îskenderê Mezin, Roma, Bîzans, Selçuqî, Osmanî û nêzî 30 şaristaniyî re malovanî kiriye. Her wiha suryan, ermen, tirk, kurd, dom li Sûrê bi baweriyên cuda li gel hev jiyane. Sûr ya ku şopa gelek şaristaniyan dihewîne, wek muzeya vekiriye. Birca Bedenê ya Zewicî, Birca 7 Birayan, Birca Bizinê, Birca Nur, Birca Deriyê Çiyê  jî wek mîrateya çandî ya cîhanê hatiye qebûlkirin. 
 
Li Sûrê mînakên jiyana komunal hîna zindî ne. Cîrantiya wir tu car neqediyaye û dengê zarokan ji kolanan kêm nebûye. Di 2015’an de piştî rêveberiyên xweser, navçe rastî êrîşan hat û gelek kolanên wê bi destê dewletê hatin hilweşandin. Nêzî 40 hezar kesî ji Sûrê koç kir. Tevî van pêkûtiyan gel hîna li ser piyane û her wiha li gel polîtîkayên asîmîlasyonê jiyana xwe didomînin.
 
Cihê kevn yê xwecîhbûnê: Rêzan
 
Yek ji navçeyên din yên kevnar ya Amedê Rêzan e. Rêzan di nav demê de mezin bibe jî, gel hîna çanda xwe dijî. Rêzan bi têkiliyên cîrantiyê, bi vexwarina çayên berbi êvarê û bi berxwedanên xwe tê zanîn. Di serî de gundên Yenîşehîr û Peyasê bi giştî li 13 xwecîhbûnê gel çandiniyê û sewalkariyê dikin. Têkiliya gel tu car ji axê qût nebûye û yên li bajaran havînan diçin gund û 3 mehên xwe li wir debas dikin. Bendewariyên gel ji rayedarên bajar zêde ye. Li bajar faliyetên çandî qelsin, kêmasiya qadên şîn jî pisgirêkên mezin in. Gelê Amedê dixwazin ji bo pir û kalan, zarok, civan û astengdaran bajarekî bê jiyîn be û dixwazin.
 
‘Jin di bin sîwana malê de hat destgirtin’
 
Yuksel Aslan Acer ya beriya qeyûm Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin kir, da zanîn ku ew di xebatên xwe de pêkhatina wekheviya zayendî ya civakî hedef girtine û xebatê şaredariyê jî bi salan bi vê perspektîfê meşandine û wiha got: “Di aliyê jinan de me encamên girîng yê vê girtin. Piştî 2016’an bi hatina qeyûman re xebatek berovajî vê hat meşandin. Saziyên jinan hatin girtin û ferasetek berovajî vê hat avakirin. Li şûna wekheviya zayenda civakî, feraseteke ku jinan di bin sîwana malbatî de digirin dest danîn holê.”
 
‘Divê hewcedariyên jinan esas bên girtin' 
 
Yukselê di berdewamiyê de diyar kir ku bajarekî ku jin xwe tê de bi ewle hîs nekin, ew bajar nabe dostê jinan û wiha got: “Di planên îmarê de divê hewcedariyên jinan li ber çavan bên girtin. Di binesazî, park, baxçe, çand û hunerê de divê jin esas bên girtin. Ne tenê ji bo jinan, divê ji bo ciwan, zarok, kal û pîr û astengdaran bajarekî dikare tede bijî bê afirandin. Di serî de em dixwazin ku di nav bajêr de em xwe bi xwelê hîs bikin. Her wiha em naxwazin keda me bê binpêkirin. Em naxwazin li kolan û kargeriyan bê tacîzkirin. Ev daxwazên me yên sereke ne.”
 
‘Em bişev nikarin bi tena serê xwe bimeşin' 
 
Arya Çelîk ya saleke li Sûrê esnafiyê dike ji bo pirsa ‘dixwazî li bajarekî çawa bijî?’ got ew ji ber krîzê pisgirêkan dijîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Qezenca me lêçûna me pêk nayne. Tevî wan ez wek jinekê li hemberî krîzê li ber xwe didim. Bendewariya min ya herî mezin, li Sûrê veguhestin bê hêsankirin. Cihekî di alî turîzmê de girîng e. Mirov pir zêde tên. Ji ber vê hîn baştir be. Li vir bi sedan esnaf hene. Hinek esnaf qezenca xwe ya rojane dernaxin. Pergala lambeyê baş nîne. Em bi şev nikarin tena serê xwe bimeşin.  Kolanên wê ne paqijin. Bûyerên dizî û tiryakê pir zêde ne. Divê ewil pêşî li vê bê girtin. Em neçarin bajar paqij bigirin. Em li vir dijîn. Kêmasî pir in. Ji bo zarok û ciwanan qurs tune ne. Qadê gerê tune ye. Navendên hunerê pir kêm in. Divê hejmara van bê zêdekirin.”
 
‘Ciwan ji ber pêşerojê bi fikar in’
 
Ebru Metîn ya li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê beşa Wênexêziyê xwendiye, bi eslê xwe ji Amedê ye. Ebruyê bi lêv kir ku ew ji ber şertên li Tirkiyeyê bi fikare û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Atmosfera giştî ya welat ne baş e. Piranî ciwan bi fikarin. Em mezun bûn lê em nizanin çi bikin. Bi taybet ji bo jinên ciwan divê qadên civaknasiyê bê avakirin û perwerde bê dayîn. Gelek jinên ciwan bi tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin, lê rê û rêbazên parastina mafê xwe ya hiqûqî û civakî nizanin. Divê di vî mijarê de xebat bên kirin. Her wiha divê qadên şînahiyê bên zêde kirin. Li Amedê kompleksên sporê û qadên soberiyê pir qels in. Ji bo soberî bê kirin gelek pere tê dayîn. Ji ber behr tune hewz tên bikaranîn lê hewz jî pir buhane. Hewzên aîdê şaredariyê jî pir buhane. Ciwan ji ber qadên çand û hunerê nabînin berê xwe didin kafeyan. Divê ji bo hunerê derfet bê afirandin. Divê qadên sînema, şano û wêneyan bê afirandin. Lê mixanbin niha ev yek tune ne.”
 
‘Ez ji bo zarokên xwe bajarekî ewle dixwazim’
 
Sara Erdem ya dayika du zarokane û kewaniya malê ye wiha qala daxwazên xwe kir: “Em ji bo zarokên xwe bajarekî biewle dixwazin. Amed di pêvajoyên giran de derbas bû. Bi salane ev pêvajoyên wisa li pey hev hatin. Ji ber vê bajar bi tu awayî xwe berhev nekir. Ez dema zarokên xwe dişînim kolanê bi fikarim. Heta zarokên min tên li malê, ez 20 caran li wan digerim. Ji ber em nizanin li derve çi dibe. Em dixwazin bi nasnameya xwe azad bijîn. Em naxwazin nasnameya xwe veşêrin. Niha krîzek mezin a aborî-civakî heye. Em hawirek aştiyane dixwazin. Em ji bo zarokên xwe bajarekî bi ewle dixwazin. Bajar li gorî astengdar û kal û pîran nehatiye dîzyankirin. Parkên ku li cihên elît hatine avakirin û yên ku li Rêzanê hatine avakirin ji hevdu cudatir in.”
 
‘Beyî destûra gel divê dest nedin tiştên gel’
 
Endama Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) Ceylan Aslan got ew li bajarên ku wekheviya civakî tune naxwazin bijîn û wiha axivî: "Divê em ji xwe bipirsin ku em dikarin çi bikin. Em bajarekî ku divê jin, zarok û kal û pîr karkeriyê nekin xiwazin. Divê em bajar zindî bigirin. Em ê destkeftiyên jinan şûnde bigirin û hîn xurtir bin. Divê em projeyên ji bo jin, zarok û kal û pîran danîn holê. Jin dê li dijî vê di rêveberiyên herêmî de cihên xwe bigirin." 
 
‘Em ê meclîsên gel ava bikin’
 
Ceylanê daxuyakirin ku li dijî tacîz û tecawizê ya li hemberî jin û zarokan divê bajarekî bi ewletir bê avakirin û wiha pê de çû: “Jin her tim ji derveyê pêvajoyên rêveberiyê yên ku jiyana wan diyar dike man. Li dijî vê em ê li taxan meclîsên gel yê ku jiyaneke hevpar a nû nîqaş bikin, biryaran bigirin ava bikin. Bi vî awayî jinên ji derveyê qada cemawerî dimînin wê tevlî pêvajoyan bibin.”
 
‘Ji bo me bajarên ewle esas in’
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da zanîn ku li Sûrê di navbera 2015-2018’an de mirovên hatine koçberkirin mexdur bûne û piştî hilbijartinên 31’ê adarê şûnde gelek kes hatine şaredariyê û gotine wê kengê vegerin malên xwe. Fîlîzê got gelek malbat dixwazin vegerin malên xwe û ev tişt anîn ziman: “Bi qasî em dibînin û hevdîtinên me kirine, me dît ku avahî ne avahiyên ku şûnde didin gel e. Avahiyên hatine çêkirin zêdetir wek otel dikarin bên bikaranîn û luks in. Di dema qeyûm de malbat pir hatin mexdurkirin û pereyekî kêm ji bo berdêla xaniyên wan hatine dayîn. Armanca wan ev e ku Sûrê bikin qada rantê. Mafê jiyana mirovan ji destê wan hat girtin lê ev xema kesî nîne. Mirov nizanin çi bi xaniyê wan hatine. Muxataban jî nabînin. Ev jî canê me dişewitîne. Jin bajarên bi ewle dixwazin. Armanca me jî ev e ku em ji bo jin û zarokan bajarên ku dikarin lê bên jiyîn ava bikin.”
 
Sibe:Jinên li Stenbolê: Bajarên em dixwazin li wan bijîn ji xeyalên me wêde ne