Jinên ji aliyê pergala serdest a mêr ve hedef hatin girtin (6)

  • 09:48 6 Adar 2019
  • Dosya
Şerê ku jiyan xweş kir!
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ji bo cîhaneke ku mirov dikarin tê de bijîn têkoşîn dan û têkoşîna wan her çiqas ji aliyê pergala serdest a mêr ve hewl bê dayîn ku hepsê tarîtiyê bê kirin, ji aliyên paşengên wan ve tê meşandin.
 
Mînaka herî rojevî ya suîkastên pergala serdest a mêr li Parîsê di 9’ê Çileyê 2013’an de pêk hat. Sê jinên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama suîkastekê de jiyana xwe ji dest dan. Yekane gumanbarê bûyerê Omer Guney hat îdiakirin ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Heta niha der barê komkujiyê de tu lêkolîn nehatiye kirin û Fransa der barê bûyerê de tiştekî nake.
 
Sakîne Cansiz ku di her qada jiyanê de bi xweşikahiya ku şer daye têkoşîn meşand, li pey xwe bîranînên dîrokî û xweşikahiya şerê ku ji nû ve bi hêztir dibe hişt.
 
Sakîne Cansiz kî ye?
 
Sakîne Cansiz ku di têkoşîna jinên kurd de yek ji pêşenga têkoşîna jinên cîhanê bû, sekna wê ya di jiyanê de û bi şerê xwe yê her tim berdewam dikir, bi hezaran jinên ciwan tevlî têkoşîna azadiya jinê kir. Sakîne li Dêrsîmê di 1958’an de yek ji 8 zarokên malbata xwe hat dinê. Di tenemê biçûk de têkoşîna neteweyî ya kurd nas kir. Sakîneyê ji sekna ciwanên şoreşger ên kurd ku dikir mêvan bi bandor bû û biryar da tevlî PKK’ê bibe.
 
Sakîne israra xwe ya şoreşgeriyê bi hemû ferasetên cîhanê re di asta şer de mezin kir û li Enqereyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî nas kir. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li Licê ya Amedê li gundê Fîsê di civîna îlankirina damezarandina PKK’ê de cih girt.
Sakîneyê ji vê dîrokê şûnde xebata rêxistinkirina jinê meşand û beriya damezrandina PKK’ê li Îzmîrê di fabrîkayê de xebitî, piştî PKK hat avakirin şûnde jî li Xerpêt, Çewlîk, Rihayê li her derê bi jinan re hat cem hev û ew teşwîqî têkoşînê kirin. Sakîneyê bi salan têkoşîna azadiyê meşand û li dijî zîhniyeta serdest a dewleta baviksalar şûnde gav neavêt û ji bo azadiyê jiyana xwe da.
 
Sakîne di rojên tarî yên 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê ma û bêyî tirs tûyê rûyê îşkencekar Esat Oktay Yildiran kiribû. Sakîneyê li girtîgehê şîmaqa herî tund li rûyê îxanetê xist. Sakîne ya ji endamtiya PKK û endamtiya damezrîneriyê dihat darizandin, yekem jina kurd a li Bakurê Kurdistanê parastina siyasî kiribû. Sakîne piştî 10 salan di girtîgehê de ma şûnde, berê xwe da çiyan û têkoşîna azadiyê li her derê Kurdistanê nexşand. Di 1995’an de li Kurdistanê 500 jin hatin cem hev û Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) îlan kirin. Sakîne di Yekemîn Kongreya Neteweyî ya YAJK’ê de bi awayekî çalak cih girt û ji bo navenda tevgera jinê hat hilbijartin. Li dijî bêdadî, newekhevî, dirûtî û derewan, şûnde gav neavêt û têkoşîna xwe berdewam kir. Sakîneyê mîrateya ku Besê, Zarîfe, Leyla Qasim, Rosa û Clarayan hiştibû dewir girt û ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû pêşeng û gihaşt astek gerdûnî. Sakîne ku yek ji pêşenga têkoşîna jinên kurd a gihaştiye sed hezaran e, di hiş û dilê jinan de tê jiyîn û mîrateya wê ya têkoşînê li Rojava, Şengal, Nisêbîn, Cizîr û Sûrê li ser milê jinan bilind bû.
 
Fîdan Dogan kî ye?
 
Yek ji jinên ku rêhevaltiya têkoşîna Sakîneyê kir û bi wê re hat qetilkirin e, endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) bû. Fîdan di 17’ê Çileyê 1982’ande li gundê Hançiplak ê Elbîstana Gurgumê hat dinê. Di 9 saliya xwe de bi malbata xwe re sirgûn bû. Fîdanê rûyê sar yê kampên penaberan di temenê biçûk de nas kir û perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam kir. Ji ber malbata wê welatparêz bû di temenê biçûk de têkoşîna azadiya kurd nas kir û hezkirina wê ya azadiyê bi naskirina PKK’ê mezin bû.
 
Fîdan, piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployê radestî Tirkiyeyê tê kirin, gelek bi bandor dibe û di têkoşînê de biryar dide ku ji bo wê ev dibe destpêk. Fîdan ku her tim rûken bû, bi hestiyariyek mezin nêzî mirovan dibû û di temenê biçûk de di xebatên gel de cih digire.
 
Ji dîplomasiya gel bawer kir
 
Fîdan ku di qada dîplomasiyê de di têkoşînê de bi awayekî çalak cih girt, piştî pratîka xwe ya du salan şûnde tê qetilkirin. Fîdanê di serî de li Fransa û Belçîkayê li gelek welatên Ewropayê faaliyetên dîplomatîk meşand. Fîdan ji dîplomasiya gel gelek bawer dikir û di 2007’an de berdevkiya çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat kir. Fîdan di 2011’an de dîsa vedigere Navenda Enformasyona Kurd a Parîsê. Vê carê wek berpirs vedigere.
 
Leyla Şaylemez kî ye?
 
Leyla Şaylemez (Ronahî) ku bi eslê xwe ji Amedê ye di 1’ê Çileyê 1989’an de li Mersînê hat dinê. Ji ber zextên dewletê 17 sal berê bi malbatê re koçî Almanyayê kir û li vir di têkoşîna neteweyî ya kurd de rolek çalak lîst. Leylayê eleqeyek mezin nîşanî xebatên çandî dida û di Komeleya Çanda Kurd de jî di xebatên folklorê de cih girt. Leylayê demek dirêj xebatên çandî meşand û 2010’an de tevlî PKK’ê bû. Piştî du salan ji ber nerehetiya xwe dîsa vegeriya Ewropayê û di xebatên tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê de cih girt. Tevî temenê xwe yê biçûk têkoşîna demokrasiyê bê navber meşand.