Jinên ji aliyê pergala serdest a mêr ve hedef hatin girtin (5)

  • 09:59 5 Adar 2019
  • Dosya
Pêşenga têkoşîna jin û sosyalîzmê Rosa Luksemburg
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rosa Luksemburg yek ji jinên ku têkoşîna jin û çînî heta îro aniye û navê xwe li dîrokê nivîsî ye. Rosa ku dewleta mêr û mîlîtarîz têk bir, mîrateya wê di sedsala 21’ê de hîna zîndî ye û têkoşîna ku wê li dijî desthilatdariya mêr meşandibû tu car neqedand.
 
“Berpirsê xetereya şer a li ser me digere, komên îdia dikin bi armanca aştiyê hilgirtina çekan organîze dikin e. Hinek vê îdia dikin. Li gorî hinekan bi hinekên din re şerkirin di xwezaya mirovan de heye. Dibêjin kesên xwe naparêzin dibin qurbana cîranên xwe. Em jî cuda difikirin. Aştiya navneteweyî divê bijî, bê jiyîn. Hikûmet xwe li ser her tiştî xwedî raye dibîne.” Ev gotin aydê Rosa Luksemburg e. Rosa di sedsala 21’ê de jî yek ji mînakên herî xweş ku berxwedana jinê vedibêje ye.
 
Rosa Luksemburg kî ye?
 
Rosa di 5’ê Adara 1871’ê de li Polonyayê hat dinê. Malbata wê di 1873’an de bar dikin Varşovayê. Di 5 salî de nexweşiya kulîmekê derbas kir û vê xesarek mayînde li ser kir. Salekê di nav nivînan de ma. Li şûna ji jiyanê bixeyide xwendin û nivîsandinê hîn bû. Heta 9 salî li malê perwerde dît. Di 1880’an de dest bi lîseya Keçan kir. Zimanê dersê Rusî ye. Tevî vê Rosa di lîseyê de xwendekara herî serkeftî ye.
 
Rosa gelek ji helbestê hez dike û di salên lîseyê de sosyalîzmê nas dike. Li nêzî dibistanê kelehek heye û li wir dibe şahid ku sosyalîstan dikin hucreyan, di kanên keviran de didin xebitandin û tên darvekirin. Li ser vê helwestekê dinivîse.
 
Rosa li dijî van neheqiyan bi hevalên xwe Adolf Warskî û Julîan Marchlewskî re, bi karker Marcîn Kasprazak ku têkiliya wî bi aliyê sosyalîst yên Polonya û Rusyayê re heye tevlî aliyên şoreşger dibe. 
 
Têkoşîna nîvco ma li Zurîhê berdewam kir
 
Rosa di 18 salî de 1889’an de di wesayîtekê de sînorê Polonya Elmanyayê derbas dike. Rosa neçar dimîne li Swîsreyê bimîne û yekane zanîngeha ji bo jinan li Ewropayê deriyê xwe vekiriye. Rosa ket zanîngeha Zurîhê û di qada felsefe, dîrok, polîtîka, aborî û matematîkê de perwerdeyê dibîne. Zanîngeha Zurîhê dibe nokteya penaberên Polonya û Rûsyayê. Rosa li vir Georg Plekhanov, Vera Zasulîç, Paul Axelord, marksîstên Rûs nas dike.
 
Rosa di 20’ê Tîrmeha 1889’an de dîploma doktorayê digire. Rosa doktora Zanistên Dewlet û Hiqûqa Cemawerî bû. Li aliyê din jî bi Adolf Warskî û Julîan Marchewlskî re li Parîsê kovareke derveyê qanûnî  bi Rûsî ya bi navê ‘Sparawa Robotnîcza’ (Mijara karkeran) derxist. Bi nasnav di kovarê de dinivîse.Rosa bi her tiştî kovarê re eleqeder dibe. Rosa ya ku xeta netewperest naparêze, têkiliyên wê bi sosyalîstên Rûs re xera dibe.
 
Fikrên wê li Ewropayê belav bûn
 
Rosa ji Partiaya Sosyalîst a Polonyayê dûr dikeve di 1893’an de li Zurîhê di kongreya Eneternasyonal a Sosyalîst de hewl dide bibe delege. Lê daxwaza wê pêk nayê û hevalên xwe Julîan û Adolf re Partiya Demokrat Soyal a Lîtvanya û Polonyayê ava kir. Rosa ji bo derbasî Elmanyayê bibe bi penaberê Elman Gustav Lucebek re li ser kaxizê zewicî. Rosa bû welatiya Elman û bû endama SDP’ê. Di dawiya sedsala 19’emîn de ji aliyê enternasynal a Sosyalîst ve rêzdariyek mezin dibîne.
 
Di cotmeha 1907’an de di dibistana Partiya SPD de dest bi hîndekariyê kir. Yekane mamosteya jin a dibistanê bû. Dersên aboriya netewî û dîroka aboriyê da. Xebatên wê yên dibistan wek pirtûka ‘ketina aboriyê’ derket. 
 
Salên girtîgehê
 
Di navbera 1904 û 1906’an de sê caran ji ber faliyetên siyasî hat girtin. Lê tu car dest ji faliyetan bernada. Di 1913’an de ji ber gotinên wê yên civîneke gel doz lê hat vekirin. Di 1914’an de vê carê ji ber heqeret li artêşê kiriye doz lê hat vekirin. Rosa di 5’ê Tebaxa 1914’an de bi Karl Lîebknecht re koma Internatîonel ava kir. Di yekê çileyê 1916’an de navê Spartakus lê kir. Di 28’ê Hezîrana 1916’an de cezayê girtîgehê lê hat birîn. Rosa di dema girtîgehê de gelek nivîs nivîsin. Rosa di 8’ê Mijdara 1918’an de tê berdan. Di 1919’an de Partiya Komunîst a Elman ava kir. Rosayê hemû jiyana xwe da ser têkoşîna sosyalîst. Di 15’ê Çileyê 1919’an de Kitaya Muhafiz a Piyade kitaya Berlînê dagir kir. Fermandarê Kitayê Pabs Rosa û hevalên wê birin Otela Eden. Wîlhelm direve û Rosa û Karl ji ber derbkirinan hişê xwe winda dikin. Rosa tê kuştin û cesedê wê davêjin çem. Di 13’ê hezîrana 1926’an de li Berlînê ji bo Rosayê abîdeyek tê çêkirin. 1935’an de Naziyan hilweşand. 
 
Ez ê bi guleya şoreşa hember bêm kuştin…
 
Rosa beriya bê qetilkirin di nameya ji hevalên xwe re hiştibû de ew jî dizane wê bê qetilkirin û wiha dibêje: “Yekane tiştê min teselî dike, tiştê muhtemel ev e ku wê min jî bişînin cîhana din. Belkî jî bi guleya şoreşa hember a li her derê kemîn daniye. Lê heta ez bijîm ez bi hezkirin û germahiya herî mezin girêdayê we me.
 
Berhemên ku Rosayê hiştiye: Gesammetle Werke ( Xebatên komî) 5 cilt, Gesammetle Brife (Nameyên komî) 6 cîlt, Poltische Schriften (Nivîsên Polîtîk) 3 cilt.