Di têkoşîna jinan de 162 sal: Li dijî serdestiyê serhildan (5)

  • 09:56 5 Adar 2019
  • Dosya
‘8’ê Adara 2019’an wê bi berxwedana jinê li dîrokê bê nivîsîn’
 
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku îsal di bin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û sedan girtî de 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha got: “Leyla Guven bi berxwedana xwe ji bo me û têkoşîna jinan rûpelek nû vekir. 8’ê Adara 2019’an di vî alî de girîng e.”
 
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û jin wê beriya hilbijarinên herêmî û pîrozbahiyên Newrozê li qada bin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî di roja 118’an de berdewam dike. Ji her derê cîhanê ji bo Leyla Guven ku îsal bû sembola 8’ê Adarê piştgirî tên. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, destnîşan kir ku bi tifaqa jinên azadîxwaz wê bikaribe rêbaza faşist bê tunekirin. Nuranê balkişand ser rewşa Leyla Guven û pirsên me bersivand.
 
*Êrîşên li hember jinan her sal zêde dibin. Jinan li hember vê têkoşînek çawa meşandin? Li dijî van êrîşan wê jin di 8’ê Adarê de peyamek çawa bidin?
 
Ez roja hemû jinan pîroz dikim û hemû jinan silav dikim. Di şexsê Leyla Guven de hemû jinên di grevê de roja wan pîroz dikim. Ev 3 sale li hember gelê ku azadî, demokasî û aştiyê dixwazin zextên mezin hene. Herî zêde jî jin rastî zextan tên. Di sê salên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve hewl hat dayîn ku jin bê îrade bên hiştin. Li ser destkeftiyên ku jinan bi têkoşîna salan bi dest xistibûn êrîşek topyekun heye. Jinan li dijî van êrîşan têkoşîna xwe her çû mezin kirin. Di bin şertên giran de xebatên 8’ê Adarê hatin meşandin. Niha li her derê bername û xebatên me hene. Bi xebatan re astengî hatin jiyîn. Lê me ev astengî nas nekirin.
 
Berxwedana me roj bi roj mezin bû, hat van rojan. Me jinan berxwe da. Me li dijî êrîşan şûnde gav navêt. Roj bi roj bi kelecan ev berxwedan didome. Sala 2019’an wê bibe sala hêviyê. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze faşîzmê bike desthilatdarî. Ev jî kirine wek mîsyonê. Me jinan li dijî vê tu car dest ji qadan berneda. Yek ji me kêm bibûna, du kes diketin şûna wan. 
Me bi heqîqeta xwe têkoşîn da. Em dizanin ku hêza me ya van tune bike heye, em bixwe bawer in. Dîroka em bûn şahidê wê an jî ji me re hatiye vegotin, ji me zêde ne dûr e. Bi salan em rastî êrîşan hatin. Me bedelên mezin dan. Lê li dijî van em roj bi roj xurt bûn û me berxwe da. Ev ji aliyê hemû gelê Tirkiyeyê ve hatiye dîtin. Jin bi tifaqa xwe vê pergalê dikare tune bike. Hêvî û baweriya me ya bi vê tam e.
 
*Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ketiye roja 118’emîn ji bo we nexşêriyek çawa xêz kiriye?
 
Di vê pêvajoyê de berxwedana Leyla Guven û hevalên wê li dijî polîtîkayan konsepta îmhaya topyekun vala derxist. Leyla Guven bi berxwedana xwe ji me re rûpelek nû vekir. Gel ji roja ewil de xwedî li berxwedana Leyla Guven derket. Ji her derê cîhanê bangên piştgiriyê hatin. Em ê jî bi xwedîderketineke mezin li her qadê bibin dengê Leyla Guven. Em vî dengî çiqas mezin bikin, wê berxwedana jinê dengê demokrasiyê bilind bike. Niha ji 300’î girtî di grevê de ne. Em ê heta dawî xwedî li vê têkoşînê derkevin.
 
*Di bin grevên birçîbûnê de hûn ê 8’ê Adarê bi rih û berxwedanek çawa pêşkêş bikin?
 
Em 8’ê Adarê bi berxwedanê nav dikin. Ev roj ji bo jin serhidana xwe ya li dijî zîhniyeta serdest a mêr zêdetir xurt bikin heye. Em gotinên zîhniyeta serdest a mêr muxatab nagirin. Ji bo me ya girîng ev e ku pêşerojek xweş û bi têkoşînê derbas dibe bê avakirinê ye. Em bi vî rihê roja jinan pîroz dikin. Em bawer in ku di vê 8’ê Adarê de wê jin dîroka têkoşîn û berxwedanê binivîse. Wê li her qadê jin têkoşîna xwe bidomînin. Ez hemû kesî vexwendî dikim ku bibin dengê Leyla û girtiyan.