Meşa azadiyê ya jinan a li Rojhilata Navîn (1)

  • 09:56 4 Adar 2019
  • Dosya
Jinên bi tililiyên xwe tarîtî qelaştin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşandin û ji bo gelên Rojhilata Navîn yên di bin esareta DAIŞ’ê de îsal mizginiya biharê didin.
 
DAÎŞ ya bi îdiaya ‘avakirina xîlafetê’ derket rê û beşek mezin a axa Iraq û Suriyeyê dagir kir, van rojan bi operasyona ‘Bahoza Cizîrê’ ya bi pêşengiya hêzên QSD’ê hatiye destpêkirin û li bajarê Dêra Zorê tê meşandin, demên xwe yên dawî dijî.
 
DAÎŞ’ê li hember xwe YPJ dît
 
DAÎŞ’ê bi taybet berê xwe da bajarên ku Kurdan xweserî lê îlan kiriye û di vê pêvajoyê de Yekineyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo êrîşan biçewisîne berxwedanek bi heybet dan. DAÎŞ’ê hewl da îdiaya cîhanê herî zêde li ser jinan bike jiyanê û di vê pêvajoyê de li hember xwe YPJ dîtin. Piştî êrîşên li hember Şengal û Kobanê tevlîbûna ji bo YPJ’ê zêde bû û têkoşîna li hember DAÎŞ’ê hat dayîn bala hemû cîhanê kişand. Jinên cîhanê bala xwe dan ser berxwedana jinên Kurd.
 
Bû kabusa DAÎŞ’ê
 
Li Kobanê bi çalakiya Arîn Mîrkan re, biryarbûna jinên kurd carek din hat dîtin û şopdarên Arînê yên ala têkoşînê dewr girtin tirsek mezin xistin dilê DAÎŞ’ê. Jinên li Koban û Şengalê, DAIŞ têk birin, vê carê berê xwe dan Rakayê. Jinan soza ‘wê yek jina dîlgirtî nemîne’ da û di her derfetê de vê tîne ziman.
 
Jinên ji hovîtiya DAÎŞ’ê hatin xilaskirin jî bi sonda tolgirtinê di refên têkoşînê de cih girtin û li hemû eniya di eniya herî pêş de têkoşîn dan. Jinan li Mînbîcê jî jin ji taritiya DAÎŞ’ê xilas kirin û jinên xilas bûn jî çarşefên reş yên li ser xwe li ber kamerayan parçe kirin.
 
Li Reqayê êdî ala bexwedanê hebû
 
Jinan piştî Mînbîçê berê xwe dan Reqayê û li vir jî pêş ketin. Di vê pêvajoyê de fermandara YPJ’ê Rojda Felat operasyon bi rêve dibir. Di cotmeha 2017’an de Rojda Felat li Reqayê ala azadiyê hilda. 
 
Herêma operasyona dawî ya li hember DAÎŞ’ê, Dêrazor bû. L vir jî jinan ala têkoşînê hildan û li gundê Baxoz a Jor a navçeya Hacîn DAÎŞ xistin kunçik û yek bi yek têk birin. Endamên DAÎŞ’ê yek bi yek teslîm bûm û ala têkçûnê kişandin.
 
Jin biharê tînin
 
Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinên kurd li Rojhilata Navîn hat destpêkirin, van roja mizginiya biharê dide gelan. Jin xwe amade dikin ku îsal yekem car li Dêra Zor 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin.
 
SIBÊ: Jin çima tevlî YPJ’ê bûn û peyamên 8’ê Adarê