Di têkoşîna jinê de 162 sal: Li dijî serdestiyê serhildan (3)

  • 09:09 3 Adar 2019
  • Dosya
Kodên pergala nû dibêjin çi?:Jina makul ya li gorî civaka mêr
 
Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL- Sekrtera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku şîdeta li hember jinê teşe guhertiye û bi daxistinên cezayan yên wekê cezayê ji ber ‘Şekl û şemala di cih de’, ‘hezkirina zêde’ di kuştinên bi guman de nêrînek wekê ku cezayên kujeran tê daxistin heye û wiha got: “Bi guherîna pergalê re, hewl tê dayîn ku rol modelek bê afirandin û jina makul ya li gorî wan bê afirandin. Li dijî van hemûyan, femînîst hene û tevgera jinan xurt e. Hêviya me heye. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
 
Li hemû cîhanê ji ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xwe amade dikin. Bi qasî têkoşîna ku jin li qadan didin wê dîsa şîdet, tacîz û tecawiz bê rojevê. Lê bi çi? Bi guherîna tarzê êrîşên li hember jinan. Jin li her qada jiyanê rastî zextên sîstematîk tên. Ev tarzê şîdetê bi polîtîkayên ku pergala serdest ya mêr dişopîne, roj bi roj teşe diguhere.
 
Di 2018’an de li Tirkiyeyê 440 jin hatin qetilkirin û ji van 131 heb bi guman derbasî qeydan bûn. Jin li dijî vê qirkirina jinan bêdeng neman û ji bo jiyaneke baştir bijîn têdikoşin. Sekretera Giştî ya Platfroma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm der barê şîdeta ku êdî teşe guheriye de nirxandin kir.
 
‘Qanûna hejmar 6284 jî bû hedef’
 
Fîdanê destnîşan kir ku di 2018’an de 440 jin di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji dest dane û got: “Piraniya van mirinên bi guman bûn. Di 2010’an de me KCDP ava kir û me her tim got ku jin tenê ji ber dixwazin li ser jiyana xwe xwedî gotin bin tên kuştin û me bi civakê re danî holê ku ev rastiyek e. Beriya 2010’an jî kuştinên wek cînayetên namûsê û toreyê dihatin kirin hebûn. Lê piştî salên din gelek jin bi rewşên wisa re hatin rû hev. Jinan daxwaza maf dikir û pergaleke serdestiya mêr ya ku ev qebûl nedikir hebû. Di vê mijdarê de mixabin mêr zêdetir hatin xurtkirin û jin li plana dawî hat hiştin. Der barê vê de me qanûna hejmar 6284’an bi hev re derxist. Ji bo jin li jiyanê bimînin qanûnek girînge. Îro îro ev qanûn jî bûye hedef.”
 
‘Li pey mirinên biguman cînayet heye’
 
Fîdanê destnîşan kir ku şîdeta li hember jinan teşe guhertiye û wih agot: “Jina dixwaze dest ji hevjîn berde bombeyê davêjin mala wê, hewl tê dayîn mala wê bê şeitandin. Jin bi awayekî hov tê kuştin. Ev jî nîşan dide ku şîdeta li hember jinê alî guhertiye. Guherîna herî girîng jî rastiya ‘mirinên biguman e’. Li pişt mirinên bigûman cînayet heye. Ji bo Şule Çet jî hatibû gotin ku întîxar kiriye lê derket holê ku cînayete.”
 
‘Pêvajoyên wekhev pêk tên’
 
Fîdanê balkişand ser pêvajoyên darazê û der barê mirinên biguman de doza Esîn Guneş mînak da. Fîdanê wiha got: “Di dozê de kujer ne girtî dihat darizandin. Me serî li rêbazên zanistî da û Beşa Fîzîkê ya ODTU diyar kir ku ‘ne pêkane kesê xwe ji zinar de bavêje bê vê nokteyê’ û li ser vê derket holê ku ev cînayete. Gumanbarê 3 salan li derve geriya hat girtin. Rastî derket holê û gumanbar ceza girt. Lê wek ya Esîn Guneş di gelek dozan de pêvajoyên bi vî rengî hatin jiyîn.”
 
‘Daxistina ceza dibe wek belga derketinê’
 
Fîdanê destnîşan kir ku di mirinên jinan de divê lêpirsînek bi bandor û pêvajoya lêkolînkirinek berfireh bê kirin û got: “Em dixwazin rastî derkevin holê. Întîxar be jî qeza be jî divê pêvajoya lêpirsîn û lêkolînek baş bê kirin. Di her rewşa ku pêvajoya dadgehê pêk neyê de edelet jî ne pêkane. Di cezayan de daxistina ‘kravat’, ‘hezkirina zêde’ dibe wek belgeya ku cezayê kujeran tê kêmkirinê. Ev rastî jî di alî gumanbaran de wek belgeya derketinê tê dîtin. Di kuştinên jinan de du nokte pir girîngin. Ya yekem serlêdana rêbazên zanistiye. Ya duyem jî hêza me ya afirandina rayagiştî ye. Her wiha divê Peymana Stenbolê bi bandor pêk bê. Di xalên peymanê de rêbazeke girîng ya divê dewlet çi bikin tên pêşniyarkirin.”
 
‘Hewl didin jina makul biafirînin’
 
Fîdanê bi lêv kir ku bi guherîna pergalê de hinek rewş jî berbi nebaşiyê ve diçin û hinek kanal zêdetir tên girtin, qad û derfet tên girtin. Fîdanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl tê dayîn modelek jinê bê afirandin. Berê hewl didan jinan bi giştî tune bikin. Lê niha ji ber em dest ji qadên jiyanê bernadin, vê carê hewl didin li gorî xwe jina makul ya li gorî xwe biafirînin. Dibêjin ‘Ger tu jin bî, tu hebî tuyê di van sînoran de bijî’. Herî dawî li Enqereyê Merve Demîrel rastî tacîza polîsan hat. Ev jî nîşan dide ku di demên dawî de em çi dijîn.”
 
Fîdanê her wiha balkişand ser berxwedanên jinan û got ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê berxwedanên jinan bilind bûne û li dijî kuştinên jinan çalakiyên girseyî pêk tên bi daxwaza heqdestê wekhev çalakî pêk tên, li dijî dîktatoran mîtîngên mezin pêk tên. Fîdanê got ew bawere ku wê jin her tim riyekê bibînin û got: “Em di 8’ê Adarê de bi şîara ‘Jin li van bajaran tên kuştin. Mafê jiyana wan tên binpêkirn. Ji ber vê em bajarên ku lê tên kuştin naxwazin’ wêdakevin qadan. Em ê têbikoşin.Hêviya me heye. Jinên femînîst hene, tevgera jinan xur te. Divê em êrîşa serdest ya mêr beralî bikin. Tu xwişkek me wê tenê nemeşe. Em ê vê bi hev re biser bixin.”