TJA: Em ê dengê heqîqetê derxînin holê

  • 10:34 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Necla Korkmaz ku di daxuyaniya di pêşengiya TJA'yê de ji bo Rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ên li bajarê Silêmanî hatin qetilkirin de axivî diyar kir ku li gel hemû tundiya tê kirin dê dengê heqîqetê derxînin holê.
 
Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Ji bo Dara û Bahadîn li ber Rêxistina Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hate lidarxisitn bûn. 
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniya ku pankarta “Dengê çapemeniya azad nayê qûtkirin” hate vekirin de axivî, wiha got: “Mafê kesekî nîne ku dengê çapemeniyê qût bike. Pergal li dijî kurdan li her derê êrişên xwe pêk tîne. Bi hevkariya PDK’ê di pêşengtiya AKP’ê û MHP’ê de ev komkujî hate kirin. Em van êrişan şermezar dikin. Çapemeniya azad bi komkujiyan naqede.”
 
'Divê PDK nebe hevkarê sûc'
 
Pişt re Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Necla Korkmaz a axivî, wiha got: “Em komkujiya li dijî kedkarên çapemeniya azad rojnamevanên jin şermezar dikin. Ji ber ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê nikare entegreyî sîstema siyasî ya cîhanê bibe, her tim dijminan diafirîne û polîtîkayên êrişan dimeşîne. AKP-MHP bi van êrîşan dixwazin xeyalên xwe yên neo-Osmanî pêk bînin. Divê PDK demildest dest ji hevkariya vî sûcî berde.”
 
‘Çapemeniya nayê bêdengkirin’ 
 
Necla diyar kir ku rejîma AKP’ê û MHP’ê ya dijminê jinan bi êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd û destketiyên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê re destketiyên jinan hedef digire û wiha berdewam kir: “Di encama van êrîşan de hevrêya me ya rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Armanca vê êrîşa li ser rojnamegeran ew e ku dengê çapemeniya azad bêdeng bikin û nehêle sûcên şer ên li Kurdistanê berdewam dikin bighêjin civaka cîhanê. Lê divê bê zanîn ku ; Kedkarên çapemeniya azad ên li pey heqîqetê ne wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û di her şert û mercî de dengê heqîqetê ragihînin.”
 
Di tevahiya daxuyaniyê de li dijî mudaxileya polîsan bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Jin jiyan azadiyê” hate şermezarkirin. Piştî ku polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kirin parlamenter Eren bi telefona xwe dîmen kişand. 
 
Daxuyanî bi dirûşman û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.