'Em ê têkoşîna azadiyê neterikînin'

  • 16:32 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
HELEB - Jinên li dijî îdamên li Îranê bertek nîşan dan diyar kirin ku ew ê her tim li dijî van kiryarên hovane li berxwe bidin û li gel jinên li Îranê bin. 
 
Li dijî biryarên darvekirinê yê Rejîma Îranê Rêxistina Sara ya bajarê Helebê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya rêxistinê a ku dikeve taxa xerbî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Zeyneb Elîko ve hat xwendin.
 
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya qada civakî ya bajarê Helebê Xedîce Korekcî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pêde çû:"Di roja me ya îro de rejîma Îran a qirker û faşîzim her dixwaze zihniyeta xwe ya qirêj di bin sîwana îslama dijber û hişkbawer li ser gelan ferz bike. Bi taybet li ser jinan ferz dike, herî dawî bi kuştina jina bi Navê Jîna Emînî a ku bi hinceta ku keziyên porê wê hat xuya kirin wê dan ber kuştinê û ji wê demê û pê va Serhildana di bin pêşengtiya jinê bi silogana Jin Jiyan Azadî dest pê kir û heya roja me ya îro berdewam dibe."
 
'Siyasetên qirker her li ser jinan tê ferzkirin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Xedîceyê qala berdewamkirina girtin û binçav kirina jinan kir û wiha got:"Piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê jinan serhildana xwe gurtir kirin lê mixabin li hemberî wan rejîma Îran dest ji hedefgirtina jinan kir." 
 
'Em ê têkoşîna azadiyê neterikînin'
 
Di axaftina xwe ya ber bi dawî Xedîceyê wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî armanc kir ku tevahî  jin li hemberî zihniyeta baviksalar serî hildin û têkoşîn bikin lewma em wek jin di bin vê siloganê tekoşîna xwe bilind tir dikin û heya ku em azadiya rêberê xwe û tevahî jinan misoger nekin em ê berxwedan û têkoşîna xwe nedin terikandin."