Çalakiya 'Deng bide azadiyê' dewam dike

  • 16:15 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî û got: “4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin.” 
 
Malbatên girtiyan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin, vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li dar xistin. 
 
Malbatên girtiyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî tecrîdê rake deng bide azadiyê” hat vekirin. 
 
‘Çima hûn li zarokên me wisa dikin?’ 
 
Dayika girtî Fincê Akman di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa lawê xwe Yakûp Akman û got ku lawê wê ji ber ku di greva birçîbûnê de cih girtiye 11 rojan di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin û qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn. Fincê da zanîn ku şert û mercên girtiyan nebaş e û got: “Bila hinek merhamet û wîjdanê we hebe. Çima hûn li zarokên me wisa dikin? Em viya qebûl nakin.” 
 
‘Em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan’ 
 
Parlamenter Çîçek Otlû jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev nêzî 4 salan e tu agahî ji rêberê gel nayê girtin. Liv î welatî di kîjan heyamê de zext hatiye kirin? Mexseda çalakiya me ew e ku agahî ji birêz Abdullah Ocalan bê girtin û azadiya wî pêk were. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neçare ku deriyê Îmraliyê veke û hevdîtin bên kirin. Heta ku tecrîd bê rakirin û agahî ji birêz Ocalan bê girtin wê têkoşîna me berdewam bike. Her wiha em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan.” 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Piştre çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.