Ji êrîşa li hemberî Gulîstan Kiliç Koçyîgît re bertek hatin nîşandan

  • 15:02 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - TJA, DBP û DEM Partî di daxuyaniya xwe ya ji bo piştgirîkirina Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a di encama êrîşa AKP’yiyan de birîndar bû, diyar kirin ku ev êrîş li dijî vîna jinan e.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) li dijî êrîşa AKP'yiyan a di 16ê Tebaxê de li dijî Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, pêk hat, li pêşiya Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê daxuyaniyek dan. 
 
Di daxuyaniya ku pankarta "Jin jiyan azadî" hat vekirin de Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Mehdiye Demîr axivî û got, "Hikûmeta serdest a mêr a AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên şer û tundiyê careke din li Meclîsê nîşan da. Êrîşa li dijî rêhevala me Gulistan Kiliç Koçyîgît êrîşa li dijî vîn, reng, helwest, siyaset û têkoşîna jinê ye. Em ê rê nedin zext, zordarî û kiryarên derqanûnî, tundiya li ser jinê û desteserkirina îradeyê."