Ji zarokan re mîrate wê kujerên sewalan bibîmînin

  • 09:02 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENEQERE - Dildara ‘însiyatîfa ez li kolanê me ligel te me’ Neylan Solmaz Saçilik, da zanîn ku li dijî kesên ku qanûna qetilkirinê anîne rêxistinên taxan ava kirine û got: “Bixwazin çi tune bikin ewil jin û zarokan didin ber xwe. Ev wê encamên giran derxe holê.”
 
Der barê qetilkirina sewalên kolanê de Pêşnûmeya Qanûna der barê Guherînên di  Qanûna Parastina Sewalan a ji 17 xalî pêk dihat di 30’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hatibû qebûlkirin. Tevî hemû îtîrazan pêşnûme qanûn bi dengên AKP-MHP’ê ket meriyetê. Gumanbarên ji qanûnê hêz girtin û li hember seg û mirovên li wan dinêrt êrîş pêk anîn. Herî dawî li navçeya Altindag a Enqereyê sewal bi komî hatin qetilkirin û çalkirin. Parêzvanên maf yên 84 rojan di çalakiyê de diyar dikin ku wê qanûnê nedin pêkanîn. 
 
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û dildara ‘însiyatîfa ez li kolanê me ligel te me’ Neylan Solmaz Saçilik ku li Kugulu Parqê di nobetê de ne der barê qanûna komkujiyê de axivî.
 
‘Şaredariyan peywira xwe kisirkirinê neanî cih’
 
Neylanê der barê nobetê de axivî û got ji ber qanûna arastina sewalan 20 sale pêk nayê îro bi vê komkujiyê re rû bi rû ne û got: “Li vî welatî qetilkirina sewalan hem ji alî dewlet hem ji aliyê kujerên sewalan ve dihat kirin. Bi awayekî sîstematîk îşkence li sewalan dihat kirin. Di 2004’an de encama têkoşîna parêzvanên mafê sewalan de qanûnek hat derxistin. Ev qanûn ji bo parastina sewalan bû. Lê mixabin ev 20 sale ev qanûn pêk nehat. Encama vê de îro em bi komkujiya sewalan re rû bi rû ne. Ji ber ev qanûn pêk nehat populasyona seyan zêde bû. Bûyerên behs dikin zêdebû. Ji ber şaredariyê peywira komkirin û kisirkirinê neanîn cih.”
 
84 roje di nobeta jiyanê de ne
 
Neylanê da zanîn ku 84 roje li dijî komkujiyê di nobetê de ne û wiha dirêjî dayê: “Çawa ev metn hat ber destê me me biryara berwedanê da. Ev 84 roje em li kolanan, li qadan li her derê berxwe didin. Lê mixabin tevî hemû îtîrazên me pêşnûme hat meclîsê, hat qebûlkirin. Me sê roja li parka meclîsê nobet girt. Polîsan barîkat ava kirin. Du rojan em li ber deriyê Çankaya ya meclîsê hatin gel hev. Piştre ji ber zextan me biryar da em biçin Parka Kugulu. Ev 84 roje em li vir di nobetê de ne. Dibêjine em radizînin. Lê ev ne razandine. Em kuştine. Otenazî ji bo kesênîradeya xwe bikar tînin tê pêkanîn. Ji bo kesên îradeya wan tuneye ev qetilkirine, cînayete.”
 
Îşkenceya sîstematîk
 
Neylanê di berdewamiyê de got stargehên ku behs dikin ne çareseriye û ev stargeh parçeyek pirsgirêkê ne û got: “Li vî welatî stargeh tên wateya  îşkence, komkujî, terkî mirin û birçîbûnê kirinê. Niha sewalên dibin stargehan yek baş jê dernakeve. Sewal ji birçîbûna, ji tîbûna, ji nexweşiyê li wan deran dimirin. Xweza, sewal, mirov di hevsengiyekê de ne. Mirinên komî yên sewalan wê rê li ber pirsgirêkên mezin yên hevsengiya ekolojîk xera dike vebike.”
 
Neylanê daxuyakirin ku desthilatdariyê zarok kiriye hincet û ev qanûn derbas kiriye, lê tu kes bi vê hincetê bawer nake û got: “Em dizanin ku desthilatdarî ji bo parastina zarokan ev ne kiriye. Planek wan heye û di vê planê de sewal kirin qurban. Ji ber li vî welatî ji zarokên ku rastî êrîşan seyan tên zêdetir, zarokên birçî, zarokên destdirêjî lê tên kirin, zarokên bê perwerde dimînin hene. Lî welatyî dema desthilatdarî bixwaze tiştekî bike ewil jin û zarokan dide pêş û dike hincet. Li Altindag û Nîgdeyê şaredariyan komkujiyên sewalan pêk anîn. Dema em çûn herêmê me çalên mirinê dîtin. Vê jî rastiya stargehan daniye holê.”
 
 Li dijî qetilkirina sewalan rêxistinkirinên taxê
 
Neylanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em li dijî vê qanûnê derkevin wê berxwedana me bidome û em ê desturê nedin pêkanînê. Rêxistinbûnên taxê hatine ava kirin. Em vir terk nakin. Sedema vê jî rêxistinbûnên taxê hatine dedstpêkirin. Em forman pêk tînin û îmzeyan kom dikin. Em li taxan ji bo rêxistibûnê dixebitin. Me komên xwe ava kirine. Em xebatên taxan dimeşînin. Em ji bo vê bang li hemû kesî dikin. Ev ne qanûniye û nikarin sewalan kom dikin.  Bila her kes li dijî vê rêxistinbûnê mezin bike, li dijî vê komkujiyê bin.”