‘Divê gel serokatiya xwe bibîne’

  • 09:03 17 Tebax 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku şerê ku Tirkiye dimeşîne têkiliya wê bi tecrîdê re heye û got: “Destpêka hemû pirsgirêkan şer û tecrîde. Heta serokatiya me azad nebe yek jî ne azad in. Divê gel serokatiya xwe bibînin. Heta tecrîd ranebe azadiya fîzîkî pêk neyê dê şer raneweste û ji bo vê ne şexsî divê têkoşînek toyekun hebe.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 41 mehe agahî nayê girtin û tecrîda giran didome. Desthilatdariya AKP û MHP’ê li aliyekî polîtîka tecrîdê dimeşîne li aliyê din jî bi PDK’ê re hevkariyê dike û li hember herêma Zap, Metîna, Avaşîn a herêma Federal a Kurdistanê êrişan didomînin. 
 
Jinan der barê polîtîkayên şer yên her diçin giran dibin û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
‘Em ne zilmê edeletê dixwazin’
 
Nezîme Dal da zanîn ku 41 mehe tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û desthilatdariya AKP-MHP’ê ku vê polîtîka tecrîdê dimeşîne wek ‘dijminên çavsor’ bi nav kir. Nezîmeyê wiha dirêjî dayê: “Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtîgehên din qebûl nakin. Li girtîgehan tecrîd, îşkence û zilm heye. Ez duh çûm girtîghê hevdîtinê. Li wir her cureyê zilm û zordariyê heye. Em dayik vê tecrîdê red dikin. Ji ber tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Yek dozek me heye ew jî nasnameye. Em tiştekî din naxwazin. Em ne zilmê edeletê, em ne şer aştiyê dixwazin. Ji ber li vî welatî edelet tuneye mirin heye. Em mirinê naxwazin.”
 
‘Tecrîd li dîlgirtiyan tê kirin’
 
Resîme Karabaş jî daxuyakirin ku ji bo tecrîd ji holê rabe divê Gelê Kurd bibe yek û wiha daxuyand: “Heta yekitî û bihevrebûn hebe wê ev tecrîd bişkê. Polîtîkayên şerê ku Tirkiye dimeşîne girêdayê tecrîdê ye. Heta ev şer raneaweste em di bin tecrîdê de ne. 25 sale serokatiya me girtiye. Divê em şer bê sekinandin û edelet pêk bê. Tecrîd bi serokatiya me dest pê kir. Li ser Gelê Kurd pê tê. Tecrîd li ser gelên dilgirtî pêk tê. Serokatiya me tunebe em jî tune ne. Erdogan zilmê li me dike lê em vê zilmê qebûl nakin.”
 
‘Mafê serokatiya me tunebe ya me jî tuneye’
 
Resîmeyê anî ziman ku kujerên jinan bi bêcezahiştinê tê xelatkirin û wiha domand: “Kujerên jinan tên bredan. Xwedî mafan in. Lê Kurd ji tu mafê fêdeyê nagirin. Abdullah Ocalan lîderekî li cîhanê mînake. Heta serokatiya me azad nebe em yek ne azad in. Mafê zarokên me tunebe yê me yekî tuneye. Ev tecrîd heqeretek mezin e. AKP’ê bi PDK’ê re hevdkarî kiriye û êrişê Kurdan dike. Ew der ne axa AKP’ê ye.  Lê leşkeran dibe li wir bi cih dike. Çekên kîmyewî bikar tîne. Gundan dişewitînin. Sivîlan dikujin. Pİştre dibêjin me terorîst kuştine. Ez bang li gelê Kurd dikim. Divê her kes rabe ser piyan. Divê pêşî li vî şerî bigirin.”
 
‘Çavkaniya hemû pirsgirêkan şer e’
 
Aliye Turk jî destnîşan kir ku tecrîd bi tena serê xwe sûc e û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye. Divê li dijî tecrîda li girtîgehan têkoşîn bê bilindkirin. Jin, zarok, ciwan hemû civak di bin tecrîdê de ye. Aborî jî girêdayê tecrîdê ye. Qetilkirinên jinan girêdayê tecrîdê ye. Ji bo ev tecrîd bê şikandin peywir dikeve ser milê me hemûyan. Divê em fikrên xwe ragihînin qadek civakî. Ne şexsî divê têkoşîneyek topyekun hebe. Çavkaniye her titşî şer e. Divê maf û hiqûq bê Tirkiyeyê. Her tişt ji demokrasiyê derbas dibe. Bila wekhevî û demokrasî bê Tirkiyeyê.”