Kesên bi hinceta govend gerandin hatibûn girtin, hatin berdan

  • 12:32 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
SÊRT - Li Sêrtê 2 jê zarok 4 kesên ji ber gerandina govendê hatibûn girtin, di danişîna ewil de hatin berdan. 
 
Li Sêrtê di dawetekî de li ber stranên kurdî govend hatiye gerandin û ev dîmen ji aliyê hesabên nijadperest ve li ser medya dîjîtal hatibûn belavkirin. Piştî belavkirina dîmen kesên govend digerînin, bûbûn hedef. A.T. (17), S.T. (17),  Edanur Taşkesen (19), Filiz Taşkesen ( 42) û Tulîn Taşkesen (21), 25’ê Tîrmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Fîlîz Taşkesen bi şertê hepskirina malê hatibû berdan û 2 jê zarok 4 kes di 27’ê Tîrmehê de hatibûn girtin. 
 
Der barê 4 jê girtî 5 kesan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat lidarxistin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û gelek kesan danişînê şopand. Her çar girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa M’yê ya Êlihê beşdarî danişînê bûn. Fîlîz Taşkesen û parêzer jî di danişînê de amade bûn. 
 
Ewilî Fîlîz Taşkesen axivî û got: “Wan çawa heta îro govenda xwe gerandiye, dîsa bi heman rengî gerandine. Li gorî me neqedexe ye. Îro jî govenda me neqedexe ye.” Her çar girtî jî axivîn û diyar kirin ku wan bi gerandina govendê “propaganda” nekiriye û xwestin bên tehliyekirin û beraetkirin. 
 
Parêzer Mustafa Yildiz jî axivî û parastina miwekîlên xwe kir. Mustafa Yildiz anî ziman ku mudaxileya bi rêya stran û govenda kurdî li dijî azadiya derbirînê, qanûna bingehîn û Peyman Mafên Mirovan e û xwest miwekîlên wî bên berdan û biryara hepsa malê ya Fîlîzê jî bê rakirin. 
  
Parêzer Sabîh Ozer jî axivî û da zanîn ku dosye li TEM’ê tên amadekirin. 
 
Parêzer Ferhat Bayindir jî anî ziman ku di govendê de tiştek ku wê bibe hêmana sûc nîne û heke mijar stranên li ser gerîlayan be ew jî di sala 2015’an de ji sûc derketiye. Ferhat Bayindir xwest miwekîlên wan bên berdan. 
 
Parêzer Yunus Bagiş jî xwest miwekîlên wan bên berdan. 
 
Dozger xwest yên girtî ji niha şûnve negirtî bên darizandin û ji bo mutalayê jî dema zêde xwest. 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku her çar kesên girtî bâen berdan û kontrola edlî ya hepsa malê jî bê rakirin. Dadgehê biryar da ku derketina derveyî welat a her pênc kesan jî bê qedexekirin. Danişînek din taloqî 26’ê mijdarê hat kirin. 
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û xwest hemû kesên ji ber gerandina govendê hatine girtin divê bên berdan.
 
Piştre jî girse berê xwe da Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.