'Çapemeniya Azad a Kurd lehengiya xwe didomîne'

  • 09:04 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku li gorî salên 1990'î em di warê azadiya ramanê de di pêvajoyeke dijwartir de ne û diyar kir ku Çapemeniya Azad a Kurd tevî qedexeyan jî ragihandina binpêkirinên mafan bi taybetî jî yên li Kurdistanê didomîne.
 
Atmosfera ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an a ku bandorê li azadiya ramanê kir îro jî didome. Bi Rewşa Awarte (OHAL) û biryarnameyên ku 6 roj piştî derbeyê hatin destpêkirin û 7 caran hat dirêjkirin, gelek maf hatin rawestandin. Hedefa yekem a binpêkirinên mafan ên ku bingehên hiqûqî lê hatin avakirin, mafên bi destketî yên gelê Kurd û Çapemeniya Azad bûn.
 
8'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê di 16'ê Tebaxa 2016'an de Rojnameya Ozgur Gundemê bi hinceta 'propagandaya terorê' û Rojnameya Şujin, DÎHABER û Rojeva Medyayê jî di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 693'yan hatin girtin. 
 
Me bi Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re ku şahidê van hemû pêvajoyan bû û weke Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê dihat darizandin û azadiya ramanê û zextên li ser çapemeniya Kurd axivî.
 
Eren, diyar kir ku îdeolojiya fermî ya Tirkiyeyê ya senteza tirk-îslamê pergala hiqûqî, hemû qadên jiyanê û heta muxalefetê jî şekil dide û got: "Piştre ji vê re gotin Peymana Tirkbûnê. Lê di esasê xwe de ji avakirina Dewleta Tirk heta îro tiştên ku hatine qedexe kirin bû. Dîrokek derewîn hat hînkirin. Ji bo veşartina rastiya dîrokê jî bîrdoziyeke fermî hat avakirin." 
 
Binpêkirina peymanên navneteweyî
 
Eren, daxuyand ku Tirkiye derbarê azadiya ramanê de Peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û wiha bi lêv kir: "Çend mirovan aciz bike jî bi wan peymanan maf hatiye mîsogerkirin. Di biryara Mafê Mirovan a Ewropayê de (DMME), fikr û raman nayê astengkirin hatiye pênasekirin. Lê belê ji ber ku Komara Tirkiyeyê ne dewleteke bêhiqûqiye hemû peymanên navneteweyî îhlal dike. Her wiha di xala 90'î ya Makeqanûnê de hatiye diyar kirin ku 'Heke hiqûqa navxweyî û navneteweyî bikeve nav nakokiyê dê hiqûqa navneteweyî esas bê girtin'. Çend di makeqanûnê de hatibe nîşandan jî di qada azadiya ramanê de ev xal nakeve meriyetê." 
 
Li hember têkoşînê zêdebûna binpêkirina mafan 
 
Eren, diyar kir ku kesên ku pirsgirêka kurd û Kurdistanê, qirkirinên 1915'an û yên din rexne dikin û hebûna leşkerên Tirk ên li Qibrisê rexne dikin sûcdar tên dîtin û diyar kir ku di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de fikreke herî biçûk jî weke terorî tê pênasekirin. Eren diyar kir ku ev rewş her tim bi vî rengî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku têkoşîn mezin dibe û daxwaz zêde dibin, em dibînin ku binpêkirinên mafan zêde dibin. Em dizanin ku weşanên wekî Mezopotamya û JINNEWS hatin astengkirin. Berê jî saziyên çapemeniyê hatin girtin û rojname hatin desteserkirin. Pergala hiqûqa derbeyê her tim dikeve dewrê. Ez ji sala 1989’an û vir ve di nava tevgera mafên mirovan de me, her tim zext û zordarî hebûn. Bi rastî jî di salên 90’î de em hemû jî rastî êrişên fizîkî hatin. Ozgur Gundem gelek caran hat bombekirin û girtin û di serî de Mûsa Anter û gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê ev zext her tim hebûne."
 
Dest pê kirina lêkolînê 
 
Eren, anî ziman ku di sala 2013'yan de ji bo Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi navê wê hatiye pêşniyarkirin û wê ev yek qebûl kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ji bo min gelekî watedar bû. Berê Gurbetelli Ersoz Midûrê Karê Nivîsê bû û em wek parêzerên rojnameyê dixebitîn. Ji bo min Ozgur Gundem berî her tiştî rojnameya Apê Mûsa ye. Wan pêngava min a hevgirtinê di beşa têkildar de wekî sernivîskar nivîsand. Piştre Pêvajoya Aştiyê dest pê kir. Wê demê tu lêpirsîn venekirin. Lê belê piştî ku pêvajo bi dawî bû, lêkolînên weke bombebaranê dest pê kirin."
 
'26 sal û 9 meh ceza li min hat birîn'
 
Eren, diyar kir ku li dijî wî 143 doz hatine vekirin, hin ji wan piştre bûne yek jî, ji ber xala 302'yan a Qanûna Cezayê ya Tirk bi hinceta ku yekparebûna dewletê tehdîd dike dozên ku cezayê muebetê tê xwestin jî hatine vekirin. Eren, diyar kir ku piştre ev sûc bûye 'endamtiya rêxistinê' û wiha bi lêv kir: “Di nava van 143 dozan de 1 dosyaya sereke ji ber endamtiyê hatiye vekirin. Ji propaganda heta heqareta li serokkomariyê bi gelek sûcan doz hatin vekirin. Niha bi giştî 26 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li min hatiye birîn. Li Dadgeha Bilind li bendê ye, her gav dibe ku bibe dawî. Ji xeynî vê 8 sal in ez li derve hatim qedexekirin. Di rojnameyekê de navê te tenê wek sernivîskar tê gotin. Ne nivîsên min. Helbet ez piştevaniya vê rojnameyê dikim, lê cezakirina wan ji ber endamtiya rêxistinekê bêaqil e. Gelek hevalên min wiha ne. Ji aliyê qanûnî ve îzahkirina vê pir zehmet e. Lê li Tirkiyeyê daraza bi vî rengî dixebite."
 
'Pêvajoyeke zordartir dijîn'
 
Eren, anî ziman ku di salên 90'î de jî mejiyê dewletê heman tişt bû û diyar kir ku di salên 90'î de tevî rastî êrişan û windakirinan jî biryara girtinê bi hêsanî nedihat dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Te îfade dida, piştre doz dihat vekirin. Te parastineke radîkal jî dikir, lê nedihatin girtin. Lê eger ceza li we bihata dayîn û piştî biryara Dadgeha Bilind girtin pêk dihat. Ez bi vî awayî di salên 90'î de ketim girtîgehê. Dema ku tu diçî îfadeyê, wekî niha tiştên wekî biryara girtinê, hepsa malê û kontrola edlî tune bûn. Di vî warî de em di warê azadiya derbirînê de pêvajoyeke zordartir dijîn."
 
'Jiyan rehîn tê girtin'
 
Eren, destnîşan kir ku hema bêje tu rojnamegerên kurd bêyî kontrola edlî nînin û hin ji wan di girtîgehê de ne û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kontrola edlî tê wateya jiyana rehîn. Hepskirina malê tiştekî tirsnak e, yan jî nekarîn biçin derve. Ez ji bo gelek civînên navneteweyî têm vexwendin an jî min çend caran xelat wergirtine, lê ez nikarim biçim. Jiyana we rehîn digirin û her kêliyê wê ceza biqede û her kêliyê ez ê biçim girtîgehê jî bandorê li jiyana we dike. Hûn nikarin pêşeroja xwe plan bikin. Ez difikirim ku pêvajo her ku diçe dijwartir dibe. Bi taybetî girtina kesên ku govendê didin, girtina ji ber dirûşman an jî gotinên stranan hemû li dijî DMME'yê ne. Her wiha biryarên Dadgeha Bilind jî hene. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku em nikarin behsa qanûnê bikin û nikarin tu pêşbîniyan bikin."
 
'Mûxalefetek rast nîne'
 
Eren, daxuyand ku di serdema nû ya ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dest pê kir de pergala hiqûqî ya ku beriya niha dihat rexnekirin bi temamî ji holê hat rakirin, rojname di şevekê de hatin girtin û şîrket hatin desteserkirin, Eren diyar kir ku bi biryarnameyan dest bi jiyanê kirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê bê ferq û cudahiya partiyan her tim pêkhateya siyasî li ser desthilatdariyê ye. Yê ku li ser desthilatdariyê be, ji heman çavkaniya mûxalefetê tê xwarin. Muxalefeta sereke di gelek mijarên bingehîn de ji hikûmetê cudatir nîne. Li vê erdnîgariyê ji sedî 15'ê din jî heye. Di nava vê de Tevgera Kurd, Tevgera jinê, hin komên sosyalîst û hin sendîka hene. Sendîka pir kêm in. Li vê erdnîgariyê ne li dijî pergala biryarnameyê û ne jî li dijî binpêkirinên azadiya ramanê tu mûxalefeteke rast nîne."
 
'Li ser vê erdnegariyê guhertineke rasteqîn nîne'
 
Eren, da zanîn ku mûxalefet di mexdûran de bijarte ye û diyar kir ku CHP ji bo fermandarên di Doza Ergenekonê de girtî têdikoşe, li hemberî gelek binpêkirinên mafan jî bêdeng dimîne û wiha axivî: "Li hemberî me gelek maf binpê kirin, jixwe em li dijî binçavkirina kesên kal û nexweş in. Lê rojeva rastî ya CHP'ê ev bû. Bûyerên ku ew ronî dikin hene. Kurd, parlamenterên di girtîgehan de, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan hene, lê di rojeva muxalefetê de cih nagirin. Ev jî li ser xwarina ji heman çavkaniyê ye. Loma jî di vê erdnîgariyê de tu guhertineke rasteqîn çênebûye. Lê em van îfadeya xwe didomînin, ya ku divê em bikin ev e." 
 
'Civak mehkûmî birçîbûnê kirin'
 
Eren, diyar kir ku hikûmetê civakeke mezin a tirsê afirandiye û civak bi tirsê tê birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke şexs mirov dikarin îşkenceyê li wan bikin an jî bikevin girtîgehê. Lê wan bi KHK mirvan birçî hiştin. Her kes mehkûmî birçîbûnê kirin. Ji ber vê sedemê, mirovan bêtir baldar bûn û dest bi xwegirtinê kirin. Ev civaka tirsê jî bertekên wê hebûn. Di salên 90’î de her çendî binpêkirinên mafên mirovan ên mezin pêk hatin jî gelek kes daketin qadan. Bê guman, bi bertekên li ser medyaya civakî, mirov difikirin ku ew tiştek dikin, ji ber vê yekê derketina kolanan kêm e. Lê di salên 90'î de tevî gelek zextan jî gel li kolanan bû."
 
Agahdarkirina binpêkirinan
 
Eren, daxuyand ku ji bo li Tirkiyeyê di mijara azadiya ramanê de guhertin pêk were divê daxwaz zêde bibin û got: “Divê ev binpêkirinên mafan di rojeva mûxalefetê de bin. Hemû hewldanên me di vî warî de ne. Heger hemû erdnîgarî ji van binpêkirinan bê agahdarkirin, herî kêm li hemberî van binpêkirinan bertek were organîzekirin, tiştek dikare biguhere. Hewldanên me di vî warî de ne."
 
Eren, diyar kir ku çapemeniya azad a Kurd binpêkirinên mafan ên li erdnîgariya Kurdistanê tên jiyîn nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojnamegeriya Azad, rojnamegeriya kurd, tevî binpêkirinên mafan dixebitin. Çapemeniya Kurd di vî warî de rojnamegeriya lehengiyê dike û didomîne."