Ligel her cure zordariyê serî netewand

  • 09:03 14 Tebax 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Emîne Dag a li Sûrê dijî, diyar kir ku di temenekî biçûk de ji aliyê kalikê xwe ve bi zorê hatiye zewicandin û zilamê ku pê re zewiciye jî di demeke kurt de carek din zewiciye. 
 
Li Kurdistanê jin ji biçûkatiya xwe hem di bin zextên malbatî û hem jî yên civakî de ji hemû qadên jiyanê tên dûrxistin. Mînaka herî mezin a vê yekê ew e ku jin di temenekî biçûk de bi zorê tên zewicandin û tenê erka wan jî dibe xizmeta zilamê ku pê re dizewicînin. Jinên ku vê yekê qebûl nakin, ji aliyê mêrê zewicî û malbata wî ve rastî şîdetê tên. Emîne Dag a li navçeya Sûrê ya Amedê dijî, yek ji wan jinên ku di temenê xwe yê biçûk de hat zewicandin hem bi tundiya mêr û hem jî bi tundiya malbatê ve rûbirû ma. 
 
Emîne, anî ziman ku ew li Amedê ji dayik bûye û mezin bûye, diyar kir ku di temenê biçûk de bi zorê hatiye zewicandin. Emîneyê got, “Dema hatin xwezginiyê ez biçûk bûm, bavê min nedixwest, lê bapîrê min xwest ez bizewicim. Kalikê min bi zorê min zewicand û digot 'Nimêj dike, rojî digre, ma tu çi dixwazî?” Ez bûm jina sêyem. Piştî demekî bi ser min de hêwî anî. Destpêkê em bi hev re diman, piştre em hiştin û koçî Cizîrê kirin. Paşê yek ji kurê min mir û sê zarokên min man. Vê carê ez bi neviyên xwe jiyam. Lê her roja ku diçû windakirina kurê min ji bo min dijwartir dibû. Min rojên xwe bi neviyên xwe re derbas dikir û dilorand. Di wê demê de, her tişt di jiyana min de li ser hev hat. Min lêdan dixwar, gotin dihatin kirin. Em birçî û tî man. Min nedikarî ez ji malbata xwe re bêjim. Min digot şerm e û ez bêdeng dimam. Perê me, xwarin, her tişt di destê xezûr û xesûya min de bû."
 
'Min her cure zilm û zorî dît'
 
Emîneyê da zanîn ku ew bi 5 jintiyê xwe re di heman hewşê de dima û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevjinê min xanî stendibû. Dema birayên xwe dizewicand hemû anî li malê bi cih kir. Ez li malê bi jintî, tî, xasû û xezûrê xwe re mam. Digel ku ez di gelek zehmetiyan re derbas bûm jî, min qet nefikirî ku dev ji zarokên xwe berdim. Ez dizanim ku di dema mezinkirina zarokên xwe de min çi derbas kir. Min her cure zehmetî û zordarî dît, lê min li ber xwe da."
 
'Zarokeke 15 salî re carek din zewicî'
 
Emîneyê destnîşan kir ku hêwiya ku anîn cem wê jî gelekî ciwan bûye û bi şîdeta xalê xwe bi zorê hat zewicandin û wiha bi lêv kir: "Hêwiya min jî bi zorê di 15 saliyê de bi zorê hat zewicandin. Ew di temeneke pir zû de mir. Heta roja mir jî rojek baş nedît. Ji ber derd û kulên ku pê re rû bi rû ma, nexweş ket, çû cem doktor jî lê tu feyde nedît. Ew zû mir. Çi zilm û tundî li min hat kirin, hêwiya min jî heman tişt jiyan kir. Hevjînê min her tiştî li ser xwe qeyd kiribû û tiştekî me nîn bû."
 
'Ez xwedî li zarokan derketim'
 
Emîneyê wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Piştre hevjînê min ji Cizîrê hat Amedê. Hevjîna min ket girtîgehê û 5 salan di girtîgehê de ma. Hem zarokên min û hem jî zarokên hêwiya min ji min re mabûn. Ez xwedî li wan derketim. Dema min li zarokan xwedî dikir, zext, gotin û gotinên xezûr û xesûyê min jî qet kêm nedibûn. Ez tu carî ji aliyê malbata mêrê xwe ve nehatim ecibandin û sedem jî ew bû ku xebera min ji gelek tiştan hebû min rê û rêbaz dizanî. Ji ber vê yekê ez nedihatim hezkirin. Her tim xezûr û tiyê min min dixwist."
 
'Ez serî natewînim'
 
Di dawiyê de Emîneyê diyar kir ku xwestiye bûyera herî balkêş a jiyana xwe binirxîne û wiha got: “Dema hevjînê min carek din zewicî, ??her du zarokên min bir daweta xwe. Li Nisêbînê kurê min ê mezin dema ji dawetê vegeriya wî ji bîr kir. Têr nekir, min şîva daweta hêwiya xwe çêkir. Her tişt ji me re şerm xuya dikir. Niha ne wisa ye. Em her tiştî dibînin û dizanin. Em li ser piyan e û serî natewînin."