Keda ku ji zozanan tê ser sifreyên me: Penîrê giya

  • 09:02 14 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Penîrê giya bi taybetmendiya xwe balê dikişîne ser xwe. Fehîme Kardaş a li gundê Xokan ê navçeya Elbaka Wanê dijî, behsa çêkirina penîr û berhevkirina pincarên penîr kir. 
 
Amadekariyên penîrê giya ku li ser sifreyên Wanê qet kêm nabe û dema berf dihele dest pê dike. Penîrê giya ku bi kedeke mezin ji aliyê jinan ve tê ser sifreyan, beriya çêkirina wê bi giyayên ku jin berhev dikin dest pê dike û diçin çiyayên bilind. Li gundê Xokan a navçeya Elbaka Wanê qonaxa hilberîna penêrê giya dest pê kir.
 
Fehîme Kardaş li gundê Xokanê dijî û bi salane penîr çêdike û ji ajansa me re behsa çêkirina penîr kir. 
 
Fehîme, da zanîn ku dema ku bihar dest pê dike ji bo berhevkirina pincaran diçin zozanan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî komkirina pincaran wan hûr dikin piştre ava kel berdidin ser û zer dikin. Piştre dişon, dixin bidonan û ava xwê li ser zêde dikin. Em gelek cure pincarên penîr kom dikin û cuda cuda hildidin. Dema ku hewa germ dibe û em diçin zozanan û pezê xwe didoşin û dest bi çêkirina penîrê dikin." 
 
Fehîme, daxuyan ku piştî germbûna hewayê demsala zozanan dest pê dike û diyar kir ku ew bi wesayîtan diçin zozanan û wiha got: “Piştî ku bi qasî deh rojan pezê xwe nêzî gund dikin, lê belê piranî em diçin zozanan. Em li zozanan pezê xwe didoşin û vedigerin gund. Paşê em şîrê ku tînin dimeyînin û pincarên ku me kom kir em li ser direşînin. Piştî ku di nav parzinan de av jê diçe em jê dikin, xwê dikin û dixin nav bidonan." 
 
Ew bi du awayên cuda penîrê giyayê çêdikin
 
Fehîme diyar kir ku ew 2 cureyên penîr digirin û wiha axivî: "Ew penîrê xwe ji bo zivistanê hem di nav sûravkê de dihêlin, hem jî çal dikin. Dema dixwazin penîrê zuwa bihêlin, pêşî xwê dikin û di satilekê de berhev dikin û piştî ku av jê diçe dixin bidonan û di nav axê de çal dikin. Em di meha cotmehê de dest bi xwarina penîrê hatî çalkirin dikin. Pênîr di meha Îlonê de digihêjin asta xwe. Hin kes penîrê xwe zû derdixin û dest bi vexwarinê dikin, hinên din jî paşê jê derdixin. Penêrên me bi qasî sê mehan di bin erdê de dimînin. Penîrê ku em havînê diparêzin dê heta biharê li me bimîne. Hin ji wan heya havînê dimînin. Piştî ku bi têra xwe penîr çêdikin, em şîr dadigirin şûşeyên plastîk û dixin sarinca kûr û di mehên zivistanê de dixwin."