'Em dixwazin bi projeya xwe ji bo jinan bibin rizgarî'

  • 16:24 13 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Di bin dirûşmeya"Pêşxistina Têkoşîna Şoreşa Jin di rêveberiya xweseriya demokratik de" Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn-Şehbayê panelek li dar xist. Jinan di panêlê de dan diyarkirin ku encax têkoşîna jinan bi saya projeya xweseriya demokratik li cîhanê bibe nimûneya avakirina şoreşa jinê.
 
Panêl li jêrzemîna Serdem hat lidarxistin. Li panelê hemû sazî meclis û partiyên kantonê amede bûn. Di panêlê de Rastiya jin û diyardeyên civakî yê neyinî û asta bandora wê ya li ser têkoşîna jinan hat ziman. Her wiha Cihê jinê di xweseriya demokratik de û girîngiya bi pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinê hatin nîqaşkirin. Hevseroka Desteya jin a Kantona Efrîn-Şehba Hêvîn Hisên û Hevseroka Meclisa Gelan Muşîre Mele Reşîd axaftina xwe kirin. Jina gotin:" Encax têkoşîna jinê bi saya pirojeya xweseriya demokratik li cîhanê bibe nimûneya avakirina şoreşa jinê."
 
'Em dixwazin bi projeya xwe ji bo jinan bibin rizgarî'
 
Têkildarî panêlê û mijarên ku li ser hatine nîqaş kirin Hevseroka Desteya Jin a kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Husên wiha pê de çû:”Di tevahî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de hat plankirin ku panêlên bi vî awayî yên derbarê mijarên xweseriya demokratik û parastina şoreşa jinê de her tim çêbibên. Divê derbarê van mijaran de çalakî û nîqaş bên kirin. Em jî weke Desteya Jin a kantona Efrîn-Şehbayê îro li ser vê esasê vê panêla xwe li dar dixin. Di roja me ya îro de herî zêde jinan para xwe ji pirsgirêkên civakî girtine. Lewma dema ku em bixwazibin civak ji alozî û pirsgirêkan bidin xelaskirin di des pêkê de divê em jinê ber bi xelasî û azadiyê ve bibin ji ber azadiya jinan xelasiya tevahî civakê ya ji alozî û pirsgirêkan e. Îro em di panêla xwe de didin eşkerekirin û nirxandin ku heya kîjan astê em ê weke tevger û rêxistinbûyina jinan ji bo tevahî jinê di erdnîgariya Sûriyeyê de bibin rizgarî. Her wiha hemû destkeftiyên ku me bi riya projeya xweseriya demokratik bi dest xistî heya kîjan astê me parastî û em ê biparêzin.”
 
'Projeya me projeyeke demokratîk e'
 
Têkildarî projeya xweseriya demokratik a ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne Hêvînê axaftina xwe da berdewam kirin û wiha got:“Projeya me projeyeke demokratîk e. Hemû netew û gelan di nava xwe de dihewîne. Projeyeke pir reng e, bi taybet jinên di hemû sazî rêxistin û partiyan de jî em deriyên xwe ji bo wan vedikin. Bi vê yekitiyê aramanca me ew e ku em hemû jin bibin yek dest û li hemberî çarserkirina aloziya heyî yek deng derkeve holê. Jixwe ya herî zêde ev erka daye ser milê xwe Rêveberiya Xweser e. ”
 
Hêvînê da zanîn wan bal kişandine ser destkeftiyên jinan ên di şoreşê de û wiha got:" Hemû projeyên ku di bin sîwana projeya xweseriya demokratik de tên domandin ew ê bibin çareseriya herî guncav a ji bo tevahî pirsgirêkên me. Em ê destkeftiyên xwe yên şoreşê jî biparêzin. " 
 
Armanca panêlê 
 
Di heman demê de Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Efrîn-Şehbayê Muşîra Mele Reşid wiha got:“Di encama dayina biryarê ya ji aliyê koordînasyona jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev panêla me hat organîzekirin. Armanc jê ew e ku pirsgirêka jinê were çareserkirin nîqaş kirin her wiha destkeftiyên ku jinan di encama şoreşa Rojava de bi dest xistî wê çawa biparêze vana hatin nîqaşkirin. Bi van nîqaşan panêl hat lidarxistin. Li ser esasê destkeftiyên ku me di vê şoreşê de bi dest xist em ê hîna bêhtir xwe ava bikin." 
 
'Em ê xwe bêhtir pêş bixin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Muşîreyê pirsgirêkên jinan bi lêv kir û wiha nirxandin kir: “Sedsala 21'ê sedsala azadiya jinê ye. Tevî wê yekê jî heya roja me ya îro jin di her cur şidet û astengiyan re derbas dibe. Di vir de ev yek tê nirxandin û nîqaş li ser esasê çareserkirina van pirsgirêkan tê pêşxistin. Ji ber ku jin xwedî şoreş û destkeftiyên xwe ne loma zihniyeta mêr êriş dike. Li  kêleka wê jin xwedî zagon û biryar e ev yek jî di encama lidarxistina hevpeymana civakî de gavek mezin hat pêşxistin. Di encama vê zagonê de ji bo jinê hatin pêşniyar kirin ku em ê çawa malbatek azad, demokratîk ava bikin. Li kêleka wê jî li ser esasê destkeftiyên ku me di vê şoreşê de bi dest xist em ê hîna bêhtir xwe ava bikin û bi pêş bixin.”