Dê xwedî li ziman û govendê derkevin

  • 09:03 10 Tebax 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Kurd Fevziye Uçar, bal kişand ser zextên li hemberî ziman, stranên kurd, dirûşm û govendê û got: "Heke em xwedî li nirxên xwe, ziman û çanda xwe derkevin, em ê xwedî li statuya xwe jî derkevin. Li dijî polîtîkayên qirkirinê, divê têkoşîneke bi hêz bê dayîn."
 
Polîtîkayên bişaftin û qirkirinê ya li hemberî çand, huner, ziman û nirxên kurdan bi her awayî tê meşandin. Ji salên 90'î widetir polîtîkayên çewisandinê tên meşandin. Niha li ser hesabên medyaya dijîtal kampanyayên lînçkirinê ya li hemberî stranên kurdî û govendên kurdî tê meşandin. Bi ser malbatên ku govend gerandin ve hatin girtin, hatin binçavkirin û girtin. Her wiha ji hêla şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser rêyan nivîsên wekî "Pêşî Peya" û "Hêdî" hatin jê birin. 
 
Bertekên li hemberî polîtîkayên qirkirinê didomin. Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Kurd Fevziye Uçar, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Dixwazin me bênefes bihêlin'
 
Fevziye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP- MHP'ê ya li hemberî ziman û çanda kurdî û got: "Polîtîkayeke qirêj li hemberî çand û zimanê kurdî tê meşandin. Divê neyê ji bîrkirin; li ku derê berxwedan û serkeftinek hebe dijmin êrişê li vir dike. Gelê Kurd dema serkeftinê bi dest dixe AKP'ê êriş dike. Her roja ku derbas dibe êriş zêde dibin. Em dibînin ku kesên ku govendê digrin bi êrişan re rûbirû dimînin. Ne dirûşm berzkirin û ne jî govend gerandin qedexe ye. Dixwazin me bênefes bihêlin, dixwazin çand û zimanê me ji holê rakin. Lê belê Gelê Kurd her tim li hemberî wan polîtîkayan di nav berxwedanê de bûn."
 
'Divê mirov çi bike?' 
 
Fevziye, destnîşan kir ku armanc dikin ku çanda xwe ferz bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êriş li dijî statuya kurdan pêk tê. Ji hêla şaredariya DEM Partî ve nivîsên bi kurdî yên li ser rêyan hatin nivîsin jê birin. Ji bo vê yekê divê mirov çi bike? Ji ber ku ew li gorî xwe tevdigerin û polîtîkayên xwe dimeşînin. Divê em bi hêzek mezin xwedî li çand, huner, ziman û nirxên xwe derkevin. Pêwiste em li her derê bi zimanê xwe biaxifin, li her derê kurdî binîvsînin. Heke em xwedî li nirxên xwe, ziman û çanda xwe derkevin, em ê xwedî li statuya xwe jî derkevin. Her wiha têkoşîna ku li metrepolan tê dayîn divê bê mezinkirin û giraniyê bidin perwerdeya bi zimanê kurdî."
 
'Serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd'
 
Fevziye, wiha banga xwedîderketina li ziman kir û got: "Tenê armanceke pergalê heye û ew jî têkbirina destkeftiyên Gelê Kurd e. Lê belê Gelê Kurd heta niha bi berxwedanê hatiye wan rojan. 100 sal in êrişek heye û kurd jî her tim parastina xwe kiriye. Ji bo axa xwe bi hezaran şehîd hatin dayîn. Veger nîne û paşve gav avêtin nîne. Serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd."