Şadiye Kirmizigul: Qeyûm pergala talanê ye

  • 09:02 9 Tebax 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul, anî ziman ku gel 10 sal in ji ber qeyûm talan dike, nikarin bên şaredariyê û pirsgirêkên xwe vebêjin, Şadiye got:"Qeyûm pergala talanê ye."
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di 3'yê Hezîranê de dewam dikin. Li dijî desteserkirina qeyûman bi beşdariya bi sedan kesî çalakiya "Meşa rêzgirtina îradeyê" ya 6 rojan a ji aliyê DEM Partiyê ve tê lidarxistin, çalakiya nobedê ya li dijî qeyûman dewam dike.
 
Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul der barê qeyûmê tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin de nirxandin kir.
 
'Eger deng bên paşguhkirin divê hilbijartin neyê kirin'
 
Şadiye da zanîn ku sîstema hevserokatiyê bi DEM Partiyê re li her derê belav bûye û diyar kir ku ev sîstem tenê di nava DEM Partiyê de tê meşandin û sîstema hevserokatiyê demokrasiyê ava dike. Şadiye got, “Weke hûn jî dizanin em di pêvajoyeke hilbijartinê re derbas bûn. Yek ji bajarên ku hilbijartin lê zêde bûn jî Colemêrg bû. Di 3'yê Hezîranê de li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Bi salan e em dibêjin û em ê jî bibêjin ku em pergala qeyûman qebûl nakin. Weke gel em qebûl nakin û nahêlin bê qebûlkirin. Gel vîna xwe nîşan dide û hevşaredarên xwe hildibijêre. Lê sîstema qeyûman îradeya gel nabîne. Em vê zîhniyetê qebûl nakin. Ger zîhniyeta qeyûm dewam bike, çima hilbijartin tên kirin? Eger dengên me bên paşguhkirin, divê hilbijartinê neyê kirin."  
 
'Qeyûm bi guhnedana îradeya gel tên wezîfedarkirin'
 
Şadiye, da zanîn ku ew li dijî qeyûman in û qeyûman qebûl nakin û diyar kir ku yekane daxwaza gel ew e ku mafê wan ê dengdayîn û hilbijartinê bi qeyûman neyê xespkirin. Şadiye got, “Divê vîna gel li ber çavan bê girtin û îradeya wan neyê paşguhkirin. Gel bi salan e dibêje em qeyûm qebûl nakin. Qeyûm talan dike, wêran dike. Sedema ku gel qeyûm qebûl nake ev e ku îradeya wan paşguh tê kirin. Gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide, lê dîsa îradeya gel tê paşguhkirin û qeyûm tê tayinkirin."
 
'Gel ji pergala hevserokatiyê memnûn e'
 
Şadiye bi bîr xist ku Şaredariya Geverê nêzî 10 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û wiha got: “Piştî ku em hatin hilbijartin û dest bi kar kirin, tişta ku bala min kişand nebûna jinan a li şaredariyê bû. Jin tên vir, behsa pirsgirêkên xwe dikin û pêdiviyên xwe tînin ziman. Em bi zelalî dibînin ku jin ji ber ku em li vir in herî kêfxweş in. Piraniya jinên hatin cem me dibêjin ku ew ji pergala hevserokatiyê memnûn in û ev yek moralê dide wan ku dema hatin şaredariyê herî kêm jinek bi wan re biaxivin. Her welatiyê me yê ku hat şaredariyê got ku 10 sal in nikarin bên şaredariyê û pirsgirêkên xwe nikaribûn bînin ziman. Em her tiştê ku ji destê me tê ji bo gelê xwe dikin ku qeyûm nakin û em ê bidomînin."
 
'Şaredarî mala gel e'
 
Şadiye da xuyakirin, ku armanca sîstema qeyûm tayînkirina îradeya gel e û diyar kir ku gelê Colemêrgê û navçeyên wê mexdûr in. Şadiye got, “Zihniyeta qeyûm welatiyan hembêz nake û pirsgirêkên wan çareser nake. Piştî her hilbijartinê qeyûm tê tayinkirin. Gel di warê xizmetê de mexdûr bûye. Ev gel bêdeng namîne û qebûl nake. Em li vir in, ev şaredarî mala gel e û deriyên me her tim ji her kesî re vekirî ye. Em ê heta ji destê me bê xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em ê li her derê bin. Em ê xizmetên ji bo jin, zarok û gel bidomînin."
 
 
 
 

Etîketan:

qeyum