Di navbera şaredarî û baroyê de protokol hat îmzekirin

  • 09:03 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş diyar kir ku ji bo gel gelek projeyên wan hene û tevî bê derfetiyan xizmeta xwe didomînin. Sofyayê da zanîn ku yek ji xebata wan ya herî girîng ev e ku bi baroya Sêrtê re protokol îmze kirine û bi taybet wê ji bo jinan fêdeya wê mezin be.
 
Şaedariya Sêrtê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, di dema  qeyûman de texrîbatek mezin lê pêk hat.  Qeyûmê tayînê şaredariya Sêrtê bibû, wek qeyûmên din tu xizmet ji gel re nekir û texrîbatên mezin hişt. 
 
Hevşaredara DEM Partî ya Sêrtê Sofya Alaşgaş, der barê texrîbatên qeyûm de axivî û projeyên dane pêş xwe parve kir.
 
‘Ji qeyûman texrîbatên mezin man’
 
Sofyayê da zanîn ku şaredarî ji qeyûm girtine û dema hatine hemû tiştên fêdeya wan ji civakê re hebûye hatiye girtin. Sofyayê wiha got: “Qeyûm di  demên dawî de dizanibû wê biçe. Ji ber vê hemû qurs girtin  û dewrê navendên perwerdehiya 'gel' kirin. Li bajar texrîbatên mezin hişt. Ev texrîbat ç ine, tu xizmet nehatibû kirin, hemû park hatibûn hilweşîn, qet lê mêze nekiribûn. Hemû otobusên şaredariyê xera bibûn. Otobusên nû hatine girtin lê di hilberîna wan de şaşî hebû. Her tim xera dibûn. Her tim em dibin serwîsan. Ligel vê deyn mabû. Texrîbata herî mezin em li ser xebatan dibînin. Mirov ji derve tiştekî zêde nabînin. Lê dema mirov dikevin hundirê şaredariyê texrîbat hemû tên dîtin.”
 
‘Deyn nayên wateya ku em nikarin xizmetê bikin’
 
Sofyayê got divê zanîngeh li ser texrîbatên qeyûman tezê ava bikin û got: “Qeyûman bandorek mezin li ser mirovan kir. Lê kes li ser vê zêde nasekine. Qeyûman pir zêde di ser kapasîteya şaredariyê re karker girtine. Bêguman em texrîbatan çend mehan de nikarin ji holê rabikin. Belkî 3 sal belkî 5 salên me bigire. Lê deyn û texrîbat nayê wateya ku em xizmetê nekin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Bi baroyê re protkol hat îmzekirin’
 
Sofyayê daxuyakirin ku piştî şaredarî girtine xebatên wan yên vekirina qursan hene û got: “me midûriyeta çandê, ya sporê ava kir. Di qada sporê de jin tunebûn. Me sporîstek jin girt. Di pêvajoyên pêş de li taxan ji bo em  jinan teşwîqê sporê bikin wê xebatên me hebin. Em ê qursên muzîkê vebikin. Me hefteyê carê rojên sînemaya hewaya vekirî da destpêkirin. Yek ji xebata me ya girîng vekirina lokanteyê bû. Em 4 cure xwarin bi 100 TL derdixin pêşberî gel. Gel bi kêfxweşî pêşwazî kir. Dîsa me bi baroya Sêrtê re protokol îmze kir. li vî welatî ji ber krîza aborî gelek kes nikarin parêzer bigirin û bi mehan ji baroyê parêzeran dipên. Bi taybet wê jin fêdeyek mezin ji vê bigirin. Îhtîmalek mezin nav şaredariyên DEM partiyê de yekem partiya protokol îmze kiriye em in.”
 
‘Em hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin’
 
Sofyayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka din ya bajar ya avê ye û wiha domand: “Ji sala borî heta niha gelê Sêrtê bê av bû. Ji ber ne xema qeyûm bû. Çareserî pêk neanî. Em li ser ava kaçax, yên zêde avê bi kar tînin, yên bi ava vexwarinê baxçe av didin disekinin. Em hişyariyan dikin. Me civînên xwe kirin. Em bi walî, şaredariyên navçeyan û DSÎ re hewl didin yekitiya avê ava bikin. Armanca me çaerseriya pisgsirêka avê ye.  Dîsa navenda Çanda Berfîn hebû. Ew ji Yeşîlayê re hatibû tahsîskirin. Lê me nivîs nivîsî ku vala bikin. heta sê mehan wê bê valirin. Em ê wir dîsa ji bo jinan bikin faliyetê. Her wiha li sêrtê gelek nexweşên çolyakê hene. Me berê koliyek amade kir û da. Lê xwarinên wan pir bihane. Hema hema li bajar ji bo wan xwarin tune ne. Pir kêm in. Der bavê vê de wê xebatên me her tim hebin.”
 
Bi çapemeniyê re hevkarî
 
Sofyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji rojnamegeriyê hatiye hevşaredariyê û wiha dawî lê anî: “Çapemenî û rêveberiyên herêmî girêdayê hev in. Di mijara şaredariyê de fêdeya rojnamegeriyê pir ji min re heye. Pirsgirêkên gel çi ne, divê mirov çawan nêz bibin, daxwaz çi ne. Mirov van fêr dibin. Di demên pêş de çapemenî bi şaredariyan re bibe hevkar wê xizmetên baş derkevin holê.”