Hevseroka KCDK-E: Malbata Barzanî wê di vê tunela tarî de bifetise

  • 09:06 15 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut êrişên li hember başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê nirxand û got: “Hîna ku bedela vê giran nebûye divê demildest dest ji vê xeta îxanetê berdin. Dawiya vê xeta îxanetê wek tunelek tarî tê dîtin. Di vê tunela tarî de wê malbata Barzanî bifetise. Wê faşîzma ku dixwaze bikeve Kurdistanê di bin vê têkoşînê de bimîne.”
 
Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êrişê li hember başurê Kurdistanê didomîne. Di navbera 15’ê Hezîran û 11’ê Tîrmehê de Tirkiyeyê axa başûrê Kurdistanê 285 caran bombebaran kir û Tîmenên Aştiyê yên Xiristiyan (Community Peacemaker Teams-CPT) dane derxist holê. Di êrişên Tirkiyeyê de 182 malbat neçar man koçî Duhokê bikin û 602 gund di bin xetereya ku gund vala bikin de ne. Derbarê êrişan de hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut nirxandin kir.
 
* Tirkiye êrişên li hember başurê Kurdistanê didomîne. Bertekên li dijî êrişan bilind dibin û bang tên kirin. Hûn vê israra şer û hedefgirtina sivîlan çawa dinirxînin?
 
3-4 salên dawî de êrişên li hember başûrê Kurdistanê zêde dibin. Me berê jî fade kir. Şerê ku bi PDK’ê yanî Barzanî re tê meşandin hatiye asta dawî. Ji nokteyên asayîşê bigirin heta hemû saziyên heyî yên ku teslîmê dewleta Tirk û desthilatdariyê kirine PDK û malbata Barzaniye. Niya yên li wir şer dimeşînin, wir bi rêve dibin û li ser navê başûrê Kurdistanê biryarê didin faşîzma AKP-MHP’ê ye. Tu fonksiyonek Barzanî û PDK’ê nameye. Şer gur dikin û dixwazin dagir bikin. Ev şer wek berdewama şerê di salên 90’î de li Kurdistanê hatiye meşandinê ye. Li aliyekî gund û çiya tên şewitandin li aliyê jî tune dikin. Ev polîtîkayên salên 90’î bezandine. Başûr, di alî dîrokî de gelek girîng e. Başûr seranserê dîrokê bedel da. Ev îxanete. Em behsa PDK’ê ku xeta îxanetê diparêze dikin.
 
"Çawa ku Efrîn dagir kirin û teslîmê çeteyan kirin îro jî heman polîtîkayê li başûrê Kurdistanê dimeşînin. AKP dixwaze çeteyên xwe bicih bike. Lê wê di bin vî şerî de bimînin." 
 
* We got bi Tirkiyeyê re hevkariya şer tê kirin. PDK’ê çawa ev danî holê? Wê şûnde gav bavêje, bavêje wê kî bawer bike?
 
Niha dema vî şerî li wir dimeşînin, ku berê Tirkiyeyê kîmyasal jî bikar anîbû, li dijî vê bêdengî, ji bo parastina ji madeyên kîmyewî maskeyên hatin desteserkirin. Ev hemû ji aliyê PDK’ê ve hatin kirin. Aliyê vî şerî PDK ye. Ne tenê dewleta Tirk, AKP-MHP PDK jî hevkarê vî şerê li hember kurdan e. PDK’ê pozîsyon girtiye. Alîgirê ku şer dimeşîne ye. Li dijî kurdên bi rumet şer dimeşîne. Ji ber vê jî PDK yeke ku hemû fonskiyonên xwe winda kirine hene. Barzanî ji bo malbata xwe biparêze ji bo berjewendiyên xwe çû teslîmê Tirkiyeyê bû. Niha Tirkiye li cihên aydê PDK’ê îstîxbaran, MÎT û hêzên xwe bi cih dike. Pratîka Tirkiyeyê diyar e. Dijminê Gelê Kurd e. Çawa ku Efrîn dagir kirin û teslîmê çeteyan kirin îro jî heman polîtîkayê li başûrê Kurdistanê dimeşînin. Dixwazi çeteyên xwe li wir bicih bikin. AKP dixwaze çeteyên xwe bicih bike. Lê wê di bin vî şerî de bimînin. PDK’ê hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê re seferber kiriye. Lê wê ev dirêj nedome. Wê têk biçin. Me berê jî ev dît. Dixwazin li dijî PKK’ê şer bikin û kurdan biqedînin. PDK’ê jî ji bo vê hemû derfetê xwe serferber kiriye. Em behsa sazbûneke ku ketiye bin lepê AKP’ê dikin. Ji ber vê jî şûnde gav avêtina vê avabûnê di alî civakê de bu baweriya wê tune. Ev îxaneta li eslê xwe ye. 
 
"Li başurê Kurdistanê niha rêveberiyek tuneye, partiya malbata PDK’ê heye. Malbata Barzanî ji bo xwe xilas bike, bi Tirkiyeyê re ketiye hevkariyê."
 
* PDK’ê li wir piştgiriya gel winda kiriye û ji ber vê hilbijartin taloqî cotmehê kir. Bandora Tirkiyeyê di vir de heye?
 
Di van hilbijartinan de ne pêkane Barzanî bê hilbijartin. Li dijî vê nerehetiyek mezin heye. Şer birine ber deriyê gelan. Ev ne şerê erdnîgariyê ye, ev şerê Tirkiyeyê ye. Tirkiye şerê xwe biriye ber derê gel û dizane ku bi rêveberiyeke ku şer biriye ber deriyê gelê xwe wê neyê hilbijartin. Çima hat taloqkirin. Di vê astê de ne pêkane malbata Barzanî bê hilbijartin. Hêza pêşmberge jî êdî ji vê nerehete. Bi dengekî bilind îfade nekin jî gelek nerehetin. Ev şerê malbata Barzaniye. Ne yê gel e. Gelê Başur tu car şer nexwest. Li başurê Kurdistanê niha rêveberiyek tuneye, partiya malbata PDK’ê heye. Malbata Barzanî ji bo xwe xilas bike, bi Tirkiyeyê re ketiye hevkariyê. Gel dizane ku  PDK wan naparêze û hêza wan tuneye.
 
Payîzê hilbijartinên DYA’yê hene. Bi vê re em ê bibînin wê hevsengiya siyaset û polîtîka cîhan û Rojhilata Navîn biguhere. Bêguman Erdogan her cara dikeve tengasiyê wê hinekan hembêz bike. Vê pêvajoyê de ji nû ve Esad xist rojevê û hewl dide bi Esad re bê gel hev. Erdogan dixwaze xw eli Suriye û Başur heyî bike, destkeftiyên kurdan tune bike. Ji ber li dijî kurdan şer bidemeşandin dixwaze ji xwe re aliyan bibîne û hevdîtinê bike. Ji bo destkeftiyên kurdan tune bike hemû hêza xwe seferber kiriye. Niha Tirkiye di krîzek aborî û siyasî de ye. Sedema vê jî şer e. Ji sedî 80 butçeya xwe ji şer re xerc dike.
 
"PDK di pozîsyona ku kurdan tune bike de ye. Di xeta îxanetê de ye. Îxanetê civaka xwe dike. Kurdan temsîl nake."
 
* Ev şer bandor li ser hemû gelan dike û PDK bi israr dibêje ‘Em mafê Gelê Kurd diparêzin’. Divê gel li dijî van gotinan helwesetek çawa bigire?
 
Bêguman kurd vê dibînin. Berê gel bi aşkera gotina ‘îxanetê’ bikar neanî lê îro bi dengekî bilin dibêjin ‘PDK me temsîl nake’. PDK di pozîsyona ku kurdan tune bike de ye. Di xeta îxanetê de ye. Îxanetê civaka xwe dike. Kurdan temsîl nake. Qirkirinê li kurdan rewa dibîne. Tu kurdekî bi rumet vê nûneriyê qebûl nake. Bertekek mezin heye. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên Ewropayê bertek nîşan didin. Kurdan bedelên mezin dane. Tu kes nikare ji bo berjewendiyên malbatê kurdan pêşkêş bike. Kes destûr nade vê. Em qebûl nakin. Dawiya xeta îxanetê neye. Wê malbata Barzanî bi xwe di vê tunela tarî de bifetise. Wê faşîzm di bin têkoşînê de bimîne.
 
* Herî dawî tiştekî hûn lê zêde bikin heye?
 
Ev tiştên tên jiyîn em nikarin ji tecrîdê cuda bigirin dest. Bi taybet em dibêjin ku ev hemû girêdayê tecrîdê ne. Her ku tecrîd giran bibe wê şer jî giran bibe. Ji bo vê 25 sale em der barê dîlgirtina Rêber Apo de têdikoşin. Me îfade kir; Heta ku Rêber Apo azad nebe pisgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Projeya Rêber Apo biketa jiyanê wê şer evqas giran nebûna, wê krîza li Rojhilata Navîn evqas giran nebûna.