'Bi Şoreşa Rojava re perwerde pêş ket'

  • 09:04 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik da zanîn Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava, bû sedema pêşketina gelek qadan û wiha got: "Jinên kurd bi rêya Şoreşa Rojava di gelek qadan de xwe pêş xistin. Lê bi taybet di warê perwerdeyê û rêxistinbûyinê de têkoşîneke mezin didin. Bi Şoreşa Rojava re perwerde pêş ket."
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji bo kurdan bû hêviyek, di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir. Ev şoreş li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan û wekheviya gelan meşiya. Ev jî ji bo gelê kurd bû fersendeke dîrokî. Ji ber ku di vê şoreşê de jinên kurd di hemû qadan de cihê xwe girtin û Gelê Kurd gihîştin asta ber bi azadiyê ve. Loma jî hemû dewletên hegemonîk û tenê berjewendiyên xwe difikirin, bi awayekî hovaneli dijî vê şoreşê derketin û dest dirêjî destkeftiyên jinên kurd û jinên ji pêkhateyên dinê kirin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn, ev şoreş ji bo jinên kurd û ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn bû sîwan.
 
Bi taybet jinên kurd bi Şoreşa Rojava re wekî her qadê di qada perwerdeyê de jî xwe pêş xistin. Vê yekê bandoreke mezin li ser rêxistinbûyina wan jî kir. Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik bal kişand ser girîngî û pêşketina perwerdeyê û bandora Şoreşa Rojava ya li ser pêşketina perwerdeyê.
 
'Bi Şoreşa Rojava re perwerde pêş ket'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik wiha bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha got:" Em niha welatiyên vê erdnîgariyê xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin. Bi kar û xebata xwe ya ji hemû aliyan ve em Şoreşa Rojava xurt dikin. Hem di milê aborî, siyasî, leşkerî, civakî û yek jê ya herî girîng perwerdehî ye. Lewma Şoreşa Rojava bû şoreşa ku cihê xwe di nava cîhanê de bigire. Ji ber bandora têkoşîna jinên kurd bandor li ser jinên cîhanê kir. Her wiha jinan bi rêxistina xwe, bi taybet di qada perwerdeyê de jî gelekî pêş xistine. Bi taybet bi Şoreşa Rojava re jinan di warê perwerdeyê de xwe pêş xistin. Bi vî rengî perwerde pêş ket. Ev ji bo siberoja gelekî pir baş e. "
 
Bi perwerdeyê ramanên Abdullah Ocalan belav dikin
 
Derbarê rêxistinbûna jinê ya di hundir bajarê Helebê de bi taybet di milê perwerdeyê de wiha Munayê axaftina xwe dewam kir û got:"Sedemên bilindbûna asta rêxistina jinê ya di hundir bajarê Helebê de, esasgirtina perwerdeyê ye. Ji ber ku ev bû 3 sal me zêdetir giraniya xwe daye perwerdeyê û me akademiyên xwe dan vekirin. Armanca me ne tenê em endamên di sazî û dezgehan de bigirin gel xwe. Me xwest wan perwerde bikin û fikir û ramanên Rêbertî ya di nava xwe de azadiya jinê dihewîne bi  wan bidin nasîn. Me tevlibûna hemû welatiyan a perwerdeyan da ber xwe ji bo ku zêdetir paradîgmaya Rêbertî di nava civakê de berbelav bikin. Bi riya komînên xwe em perwerdeyan didin destpêkirin û encamên ku ji van perwerdeyan derdikevin cihê moral û şanaziyê ye. Jixwe ev jî xwesteka Rêber Abdullah Ocalan e ku em gelê xwe perwerde bikin."
 
'Xurtkirina perwerdeyê ya di hundir bajarê Helebê de wê her li pêş bin'
 
Munayê di axaftina xwe de qala kar û xebata komîteya perwerdeyê ya di hundir bajarê Helebê de kir û wiha got:"Projeya derbasbûna nava gel û destpêkirina perwerdeyan ji bo wan berdewam dike. Ji ber ku em her bi komînên xwe re di nava têkiliyan de ne. Em zêdetir giraniyê didin perwerdekirin û rêxistinkirina jinê. Ji ber ku jin bi taybet di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir û heta niha jî dike lewma gavên me ji bo
birêxistinkirin û xurtkirina perwerdeyê ya di hundir bajarê Helebê de wê her li pêş bin."
 
'Me rêxistina xwe li ser esasê netewa demokratîk ava kir'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Munayê bal kişand ser şerê taybet ê ku di nava civakê de rû daye kir û wiha got:"Îro şerekî mezin ê taybet li ser civaka me û bi taybet li ser jinê tê meşandin. Em zêde li ser vê xalê bi baldarî disekinin û perwerdeyan li ser wê bingehê didin. Her wiha di beşa xwenaskirin û xwegihandina azadiya xwe de em li berxwe didin. Em li ser vê jî xebata perwerdeyê bi pêş dixin. Tevî dewamkirina siyaset û zihniyeta kapîtalîzmê ya ku li hemberî wê me rêxistina xwe li ser esasê netewa demokratîk ava kiriye. "
 
Tevlîbûna perwerdeyê ya jinan
 
Di axaftina xwe ya ber bi dawiyê ve Munayê hezkirina gel a tevlîbûna nava perwerdeyê anî ziman û wiha got:"Dema ku em bi kesan re nîqaş dikin da ku tevlî perwerdeyan bibin bi carekê jî acizbûna xwe nîşan nadin. Berovajî vê yekê dixwestin ku ji demek pir zû de xwe tevlî nava van perwerdeyan bikin. Dîsa kêmasiya me ew bû ku me tam xwe negihandî tevahî jinan lewma têkoşîn û xebata xwegihandina tevahî endamên civakê mezintir dibe. Bi taybet ku di dema me ya îro de Rêxistina Kongra Star ji bo dengvedana rêxistinbûyana jinan, di nava cîhanê de, di nava xebatê de ye da ku em zêdetir asta fikirandinê bidin pêş. Her ku em asta xwenaskirin û fikrandinê bidin pêş, ewqas em ê  destkeftiyan bi dest bixin û wisa em ê zêdetir Şoreşa Rojava bikin şoreşa jinê."
 
'Ji me tê xwestin ku em weke jinên şoreşger di nava civakê de tev bigerin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Munayê da zanîn hêviya wan ew e ku Şoreşa Rojava hîn bêtir xurt bibe û wiha got:"Em di wê ferqê de ne ku jina niha ne weke jina berê ye. Ji ber ku jin di dema me ya îro de em dibînîn ku di hemî mijaran de xwe xurt dikin. Ev yek jî tê wê wateyê ku jinê xwe nas kir. Ji me tê xwestin ku em weke jinên şoreşger di nava civakê de tev bigerin. Her wiha hêviya me bilind e ku wê şoreşa Rojava zêdetir di hemî milan de xurt bibe."