Pêkanînên li girtîgehan mirovan ji jiyanê dikin!

  • 09:04 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
WAN- Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên pêkanîn de axivî û da zanîn ku ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dehan carî hişyarî kirine lê tevî vê, ji ber pêkanînên kêfî yên wezaret û saziyên cemawerî ji girtîgehan cenaze derdikevin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Yek ji rêvebera şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî.
 
Ronahiya rojê nabînin
 
Aytenê boykota dadgeh û hevdîtinan ya ku girtiyan di 4’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin û demek berê bi dawî kirine bi bîr xist û got: “Welatekî bifikirin, ji saziyên perwerdê zêdetir, girtîgehan vedike. Hema hema hemû tîpên alfabeyê bikaranîne û girtîgeh vekirine. Herî dawî tîpa S û Y hat vekirin. Ev girtîgeh ronahiya rojê nabînin. Bi tu awayî tav nakeve hundir. Ev ji bo girtiyan rewşek xeter e. Navbera koxuş û hewadankê 15-20 deqe ye. Dema ev tevli dema hewandakê dike nîv saet an jî 40 deqeyî dikarin li hewandkê bimînin.”
 
‘Ji bo girtîgehan tedbîrek tune ye’
 
Aytenê  destnîşan kir ku tevî hemû bangan ji bo girtiyên nexweş gav nayê avêtin û wiha bi lêv kir: “Bangên rêxistinên navneteweyî, komeleyên mafên mriovan, komelya hiqûqnasên ji bo azadiyê (OHD), baro, odeyên tabîban li hewa ma.  Ji 380 hezarî zêdetir girtî hene. Ji bo girtîgehan tedbîra tasarufê tune ye. Bi lez û bez girtîgeh tên avakirin. Lijneyên şopandinê bi heman awayî tên berdewamirin. Ev rewş nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Li Tirkiyeyê her tişt girêdayê kesekî ye’
 
Aytenê nirxandina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Di dema nêz de gelek girtiyên piştî revîrê dişînin koxuşan jiyana xwe ji dset didin. Bi taybet girtiyên nexweşên giran ên pençeşêrê bêyî bên tahliyekirin jiyana xwe ji dest didin. Mirov ji girtîgehan cenazeyên zarokên xwe xizmên xwe digirin. Li vî wlatî her tişt girêdayî kesekî ye. Wezareta dadê û hemû saziyên cemawerî pêkanînên kêfî didomînin. Di demên dawî de tedbîrên tasarufê pêk tên.  Jİ ber vê em di mijara girtiyan de ku çawa dijîn bi fikarin.  Ev rêbaz wê bandorek mezin bike. Berê mirovan ji xizmên xw re pere dişandin. Niha rast e rast bi terorîstbûnê tên sûcdarkirin. Li kantînan her tişt biha ye. Nikarin derkevin ser lîmîta hatiye diyaririn. Baş xwedî nabin. Fikarên me hene.”