Di temenê biçûk de hat zewicandin niha ji bo zarokan têdikoşe

  • 09:03 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED- Keyaya taxa Muradiyeyê ya navçeya Rezan a Amedê Dîlek Demîr di temenê biçûk de bi mêrekî 28 salî re hat zewicandin. Dîlek piştî dibe keya gelek zarokên keç ji zewacê xilas dike. Dîlekê got her zaroka keç ya ji zewacê xilas kiriye wek Dîleka biçûk dibîne.
 
Dîlek Demîr (45) li taxa Muradiye ya navçeya Rezan a Amedê dijî. 11 sal e li taxê keyatiyê dike. Dîlekê bi daxwaza şêniyên taxê re dibe keya û  bi taybet ji bo jin û zarokên keç hewldanên girîng dike. Dîlek ku di temenê biçûk de tê zewicandin, xeyala wê ya herî mezin ji bo zarokên keç yên bi zor tên zewicandin bibe piştevan e.
 
Dîlekê hem çîroka jiyana xwe hem jî çawa biryara ku bibe keya daye vegot.
 
11 sale keya ye
 
Dîlekê da zanîn ku 11 sal e keya ye û got li ser israra şêniyên taxê fikra bibe keya derketiye holê û got: “Şêniya ji min re digot ‘dayika keya’. Piştre me got em vê nasnavê biguherin rastiyê. Beriya bibim keya jî keseke têkoşer bûm. Min derdê mirovan guhdar dikir. Çi ji destê min bihata min pirsgirêk çareser dikir. Min digot belkî tenê mêr dibin keya. Di 2014’an de mehek ji hilbijartinê re mabû esnaf hatin gel hev gazî min kirin û gotin bibe namzet. Min jî namzetiya xwe danî. Em mehekê xebitîn. 6 raqîbên min hebûn. Hemû mêr bûn. Hinek fikarên min hebûn. Lê min hezar û 500 deng zêdeir girt. Bi vî awayî 11 sale ez peywira xwe dikim.
 
‘Zarokên keç xwe gîhandin min’
 
Dîlekê destnîşan kir ku 13 salî bi zor hatiye zewicandin û wiha got: “Ez diçûm pola 7’an. Ez ji dibistanê hatim girtin, bûkanî li min kirin. Bi sê teqsîdan ez dam mêr.  Teqsîdên min qedyan ez ketim 14 aliya xwe. Bi mêrekî 28 salî re ez hatim zewicandin. Min soz dabû xwe. Min got ez ê pêşî li zewacên zarokan bigirim. Piştî bûm keya, min qutiyek daxwaz-giliyan bi deriyê keyatiyê ve daliqand. Îxbara 81 zarokê hat. 41 zarokî gotin em bi zor tên zewicandin. 25 zarokên din jî yên destdirêjî li wan hatibûn kirin. 15 heb yên hişbir bi kar dianîn bûn. Me li dijî vê têkoşîn da.  Di encama têkoşînê de me çareserî anî.”
 
‘Jinên yekem car tevli aktîvîteyên civakî bûn hebûn’
 
Dîlekê got ji çîroka zarokên keç yên bi zor dihatin zewicandin bandor bûye û wiha got: “Yek ji van zarokan 12 salî bû. Malbata wê dixwestin wê bi mêrekî 65 salî re ji bo qelend bizewicînin. Dema ez çûm mala wan çavên zarokê vebû û giriya.  Ez tu carê wê jibîr nakim. Dîsa me bi jinan re civîn dikir. Ji hişbirê bigirin heta gelek mafan me perwerde dida. Me ji bo jinan aktîvîsteyên civakî pêk anî. Me jin birin sînema, şano, maçê. Jinên yekem car tevli aktîvîteyan bûn hebûn.”
 
‘Em dixwazin bibin bersiv’
 
Dîlekê wiha dawî lê anî: “Ji bo jinên her tim li malê ne projeya me heye. Ew jî li malê berhemên destan çêdikin û difroşin. Jin ji me bazarê dixwazin. Ne tenê ev gelek projeyên me hene. Her wiha jin di alî hiqûqî de dixwazin mafên xwe bizanibin. Dixwazin der barê tenduristiyê de perwerdê bigirin. Çi ji destê me bê em dikin. Em hewl didin bibin bersiv. Bila jin zilmê qebûl nekin. Bila bêdeng namînin. Min hêza xwe ferq kir. bila hemû jin ferq bikin.”