Li Colemêrgê ‘Polîtîka şer a hatiye rewakirin’

  • 09:03 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Sekretera ÎHD’a Colemêrgê civaknas Pinar Şen balkişan ser têkiliya fuhuş û hişbira di salên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê zêde bûye û tiştên tên jiyîn wek "Polîtîka şer hatiye rewakirin" nirxand.
 
Desthilatdariya ku çav berdaye xweza û qadên jiyanêya Kurdistanê bi vê jî sînor namîne û li her derê qerekolan ava dike û hewl dide Gelê Kurd di bin kontrolê de bigire. Desthilatdariya li hember zêdebûna sûcên fuhuş, hişbir û destdirêjiyê bêdeng dimîne, di encama polîtîkayan de li bajaran sûc zêde dibe. Dîsa mirinên bi guman yên jin û zarokan, bûyerên fuhuş, hişbir û destdirêjiyêji ser polîs, çawîşên pispor û cerdevanan pêk tên.
 
Rapora 2023’yan: Jiyana jinan bin kontrola leşker û polîsan de ye
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê di 2023’yan de rapora bi navê ‘Derbarê sedemên întîxaran de çavdêrî’ weşand û got bi taybet jinên ciwan întîxar dikin. Di raporê de hat gotin ku di mirinên bi guman de lêpirsînên qels tên meşandin û ji 2023’yan şûnde 25 kesî întîxar kiriye. Ji van 12 kesî jiyana xwe ji dest daye û 13 kes hatine dermankirin. Piranî kesên întîxar kirine jin û mêrên ciwan yên navbera temenê 17-30’yî de ye. Di raporê de hat diyar kirin ku bi taybet jinên ciwan yên destdirêjî lê tên kirin întîxar dikin û jiyana ciwanan ji aliyê polîs û leşkeran ve tê kontrolkirin.
 
Rapora 2024’an: Ji aliyê polîsan ve tê peydakirin
 
ÎHD’ê îsal jî rapora bi navê "Derbarê bikaranîna hişbirê de çavdêrî" weşand û balkişand ser zêdebûna bikaranîna hişbirê. Di raporê de tê diyarkirin ku hişbir ji aliyê polîsan ve tê peydakirin û tê diyarkirin ku di encama xebatên hatine kirin de ji bajarên cuda kesên hişbirê bikartînin  tînin nav gel.
 
Sekretera ÎHD’a Colemêrgê civaknas Pinar Şen tiştên li Colemêrgê di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin nirxand.
 
‘Ji polîs an jî sîxuran hişbir tê peydakirin’ 
 
Pinarê balkişand ser têkiliya fuhuş û hişbirê ya salên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê zêde bûye û got: “Ev pêkanîn polîtîka şerê ku hatiye rewakirinê ye. Divê em argumanek nû li gotinên siyasî zêde bikin. Divê em zêdebûna vê polîtîkayê û tundiya leşkerû polîsan biaxivin. Mijara hişbirê mijarek giran e. Divê piştî 2015’an şûnde bê nirxandin. Piştî wê kaosê li herêmê stratejiyek nû hat pêkanîn. Emniyet li du beşan veqetyaye. Vegotin jî nîşan didin ku ev riyeke. Kesên hişbirê bikar tînin me pê re hevdîtin kirin û dibêjin polîsên sivîl hişbirê peyda dikin, sîxur hişbirê peyda dikin. Divê emniyeta Geverê xwe ji nûve lêpirsîn bike û naqokiyên navbera wan de bê nîqaşkirin.”
 
Îdiaya Emniyeta Geverê li du beşan veqedyaye
 
Pinarê di berdewamiyê de got di hevdîtinê ku bi kesên hişbirê bikar tînin re kirine, Emniyta Geverê li du beşan veqediyaye, beşek meniyetê ekîba ji Suleyman Soylu maye ya din jî ekîba ku ji bo tasifyekirina ekîba Suleyman Soylu anîne. Pinarê wiha domand: “Ekîbên emniyetê her roj bi awayekî kêfî bi tanker û wesayîtên sivîl li van deran digerin. Li vir statuya unîformayan nîşandidin lê çima cihên hişbir lê tê çêkirin vala nekir? Çima piştî rapor hat weşandin emniyet reklama xwe dike dibêje em li dijî hişbirê têdikoşin? Rewşa heyî dizanin û hewl dan nav xwe de tiştekî bikin. Lê ji bo vê pir dereng e.  Divê ewil dînamîkên navbera xwe paqij bikin.”
 
‘Dibêjin beden û axa we ayîdê me ye’
 
Pinarê her wiha da zanîn ku destdirêjî tundî jî zêde bûye û tevî destdirêjiya leşker û polîsan polîtîka bêcezahiştinê pêk tê. Pinarê wiha bi lêv kir: “Di 30’ê Hezîranê de li Çelê mîhîcan pêk hat û dema jinên ciwan kêf dikirin leşker û polîsan destdirêjî lê kirin.Bi salane ev tên jiyîn. Mijara vir ne mijara jinê ye. Dixwazin xwe li ser bedena jinên Kurd serdest bikin. Yanî dibêjin bedena we axa we aydê me ye.”
 
‘Em ê rê nedin polîtîkayên şer’
 
Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî destdirêjiya li hember jinan çawîşên pispor ji aliyê polîsan ve bi awayekî normal birin îfadeyê û piştre berdan. Me ji dîmenên çawîşên pispor dît û digotin ‘netirsin wê tiştek’ nebe. Ev tê çi wateyê. Dixwazin destdirêjî û tundiyê rewa bikin. Lê em heta ku hebin em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.”