'Em soza têkoşîna li ser felsefeya Rêbertî nûjen dikin'

  • 09:05 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Koordinasyona Kongra Star a Rojava Hêvî Silêman derbarê fikir felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:" Em her carê soza dewamkirina têkoşîna li ser xet, fikir û felsefeya Rêbertî nûjen dikin. Em ê her li qada bin, çalakiyên xwe li dar bixin. Zanistê pêş bixin da ku em tevahî civaka xwe bi rêxistin bikin û perwerdeyê zêde bikin. Her ku em fikir û ramanên Rêbertî ji xwe re esas bigirin û di nava civakan de bidin belavkirin em ê di zûtirîn demê de Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên tecrîdê de tê girtin û sîstema îşkenceyê lê tê ferzkirin. Di heman demê de cezayê disipilînê her carê tê dayin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Çalakî û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran dewam dikin.
 
Têkildarî fikir û fesefeya Abdullah Ocalan û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan Endama Koordinasyona Kongra Star a Rojava Hêvî Silêman nirxandin kir.
 
'Bi xebatên jinê ramanên Rêbertî li cîhanê deng veda'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Hêvî Silêman da zanîn bi xebatên jinan jî ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav dibin û wiha pê de çû:"Ev dema ku îro em tê de dijîn yek ji demên herî girîng e. Îro ramanên Rêbertî ne tenê di civaka kurd de her wiha li gelek cihên cîhanê ketiye meriyetê. Hatiye parvekirin û bûye milkê civakê. Ev yek jî bi saya kampanyaya azadiyê ku li çar perçeyên welêt ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin destpêkirin û berdewam dike. Di heman demê de bi saya jinên ku îro pêşengtiya vê kampanyayê dikin jî ramanên Rêberê me belav dibin. Her wiha bi saya hemû kesên demokrasîxwaz û azadîxwaz ev têkoşîn dimeşe. Ji bo ev têkoşîn her tim dewam bike divê em hemû bibin yek."
 
'Kesên ku ramanê Rêbertî nas dike xwedî lê derdikeve'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvî balkişand ser aloziyên ku ji dîrokê de destpêkir û çawa îro bi ramanên Abdullah Ocalan dawî lê hat û wiha got:"Ramanên Rebertî  ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bûye hêza bingehîn. Îro kesên ku fikir û ramanên Rêbertî nas dike xwedî lê derdikeve. Her wiha xwe tê de kûrtir dike. Ji bo çarenûsa xwe fikir û ramanê Rêbertî ji xwe re esas digire. Her wiha projeya netewa demokratîk a ku derketiye pêş û hemî pêkhateyan di nava xwe de dihewîne demokrasiyê li cîhanê belav dike."
 
'Peywira me ye ku em xwedî li Rêberê xwe derkevin'
 
Hêvî derbarê rêxistinbûyina jinan û çawa wê xwedî li felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin wiha got:" Em weke rêxistinên jinan ku me xebata xwe bi saya fikir û felsefeya Rêbertî da destpêkirin û heta roja me ya îro didin dewamkirin em xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Ev yek ji erk û peywira me ya herî bingehîn e. Ev peywira me ye ku em xwedî li Rêberê xwe derkevin û fîzîkî azad bikin. Lê heta ku em bikaribin Rêberê xwe azad bikin divê em zêdetir kar û xebata ji bo belavkirina ramanên Rêbertî di nava civakê de bidin pêş. Her wiha em ê çawa bi hizrên Rêbertî jinan û civakê bi pêş bixin divê em li ser vê yekê jî bisekinin. Ji ber ku rêxistinkirina jinan tê wateya birêxistinkirina tevahî civakê. Rêxistinkirina civakê jî tê weteya zanebûna civakê. Dema ku civak jî zane dibe bi hêsanî dikare bibe xwedî biryar û li dijî zihniyetên kevnperest derkeve û ji kapîtalizimê xwe bide rizgarkirin."
 
'Her kes îro derbarê rewşa Rêbertî de bi fikar e'
 
Hêvî di axaftina xwe de da diyarkirin ku tevahî kesên ku bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bawer dikin îro rojane di nava çalakiyan de ne û wiha got:" Her wiha ne tenê di Kurdistanê de li cîhanê yê ku felsefeya Rêbertî dibihîse xwe li gorî wê bi rêxistin dike. Her kes hewl dide sûdê jê bigire, her kes îro derbarê rewşa Rêbertî de bi fikar e ku wê çawa sîstema tecrîdê li ser Rêbertî bê bidawîkirin."
 
Giran kirina tecrîdê tê wateya tine kirina pirojeya netewa demokartîk
 
Têkildarî cezayê disipilînê yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hêvî da zanîn ev li derveyî hiqûqê ye û wiha lê zêde kir:"Dewleta tirk cezayê disiplînê 6 heyvan dîsa da Rêber Abdullah Ocalan. Ev ceza zihniyeta desthilatdar a li dijî projeya netewa demokratîk nîşan dide.
 
Dema ku dewleta tirk cezayê li Rêbertî tên birîn, nû dike ev tê wateya ku tirsa wan ji hêza gel heye. Ji bo ew civak nebe xwedî biryar û xwe bi xwe bi rê ve nebe  tecrîdê kûr dikin. Li tenişta vê yekê berxwedana mezin ku Rêbertî di zindanê de dike bûye sedema girankirina tecrîda li ser Rêbertî. Tevî vê yekê jî berxwedana Rêbertî ya di hundir zindana Îmraliyê de her ku diçe mezintir dibe. Dewleta tirk jî ji hêlekê tecrîdê giran dike û ji hêlekê ve êrîşî çiyayên Kurdistanê dike. Şervanên azadiya Kurdistanê dike hedefa xwe. Her roj êrişî çiyayên Kurdistanê her wiha herêmên Rojava jî tên kirin. Lê belê em ê her tim li dijî van êrişana li berxwe bidin."
 
'Em soza têkoşîna li ser felsefeya Rêbertî nûjen dikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvî soza berdewamkirina têkoşîna li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadkirina wî nûjen kir û wiha got:"Em her carê soza dewamkirina têkoşîna li ser xet, fikir û felsefeya Rêbertî nûjen dikin. Em ê her li qada bin, çalakiyên xwe li dar bixin. Zanistê bi pêş bixin da ku em tevahî civaka xwe bi rêxistin bikin û perwerdeyê zêde bikin. Her ku em fikir û ramanên Rêbertî ji xwe re esas bigirin û di nava civakan de bidin belavkirin em ê di zûtirîn demê de Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin. Wê sala 2024'an bibe sala azadiya Rêbertî û piratîkkirina pirojeya netewa demokratîk. "