Li pişt xwe wesyeta 'Dest ji têkoşînê bernedin' hişt

  • 09:02 11 Hezîran 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL -  Keça Dayika Aştiyê Ferîde Karsu ya ku jiyana xwe di nava têkoşînê de derbas kir Aynûr Taş, diyar kir ku dayika wê ji bo kes jiyana xwe ji dest nede bûye Dayika Aştiyê û destnîşan kir ku wesiyeta dayika xwe ya ku dayika wê wesiyeta "Dest ji têkoşînê bernedin" li dû xwe hiştiye. 
 
Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkayên şer ên dewletê yên li dijî gelê Kurd têdikoşin. Gelek ji Dayikên Aştiyê yên ku ji bo aştiya civakî têdikoşiyan jiyana xwe ji dest dan û li pey xwe mîrateya têkoşînê hiştin. Yek ji van dayikên ku tevahiya jiyana wê têkoşîn bû jî Ferîde Karsû bû. Ferîde Karsû ya ku meha borî di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt.  
 
Keça Ferîdeyê Aynûr Taş têkoşîna dayika xwe Ferîde Karsu vegot. 
 
Gundê wan şewitandin, mala wan dagir kirin
 
Aynurê, diyar kir ku dayika wê li gundê Fişat yê navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bûye û anî ziman ku di salên 90'î de hemû gund bi taybet mala wê û ya dayika wê hatiye şewitandin. Aynurê got, “Ji ber ku em Kurd bûn gundê me şewitandin. Ma çî gundê me hebû? Îşkence û heqaret kirin. Ji me dipirsîn çima Kurd diçin çiya? Çûna çiya ne hêsan e, lê zarokên me ji ber vê zilmê berê xwe didin çiyayan û dixwazin azad bijîn. Ji ber ku gundê me şewitandin min dayika xwe û bavê xwe koçî Amedê kir. Vê carê birayê min hat girtin. Dema birayê min binçav kirin, bi rastî li mala dayika min û min qereqol çêkirin û ji malê derneketin. Me gelek êş kişand. Dayika min bi salan çû zindana Amedê serdanê. Piştî ku birayê min ji girtîgehê derket, vê carê em çûn Bursayê. Ji ber ku em Kurd bûn mal nedidan me, digotin 'hûn terorîst in'. Em 7 salan li Bûrsayê di konekî de man. Piştî 7 salan em ji Bursayê koçî Stenbolê kir.
 
'Wesiyeta dayika min bû ku em dest ji têkoşînê bernedin'
 
Aynurê, anî ziman ku birayê wê Serhat piştî ku çû Stenbolê tevlî PKK'ê bû û piştre hat girtin û behsa têkoşîna dayika xwe kir. Aynurê got, “Destpêkê 136 sal cezayê girtîgehê li birayê min Serhat birîn, piştre îtîrazî dosyayê kirin û cezayê wî bû 370 sal. Diya min bi hesreta birayê min çavên xwe girtin. Dayika min heta nefesa xwe ya dawî got Serhat. Dayika min tu carî zilm qebûl nedikir û her tim aştî dixwest. Diya min ji bo kes nemire bû Dayika Aştiyê. Digot rondikên hemû dayîkan yek in, bila dayik negirîn. Diya min bi kêfxweşî diçû xwepêşandanê, mîna ku biçûya dawetê. Dayika min gelek zehmetî kişand, lê heta dawiyê têkoşîna xwe domand. Dayika min diçû ku bahsa girîngiya têkoşînê dikir. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi têkoşîna xwe ve girêdayî bû. Ji bo me jî wesiyata wê bû ku em dev ji têkoşînê bernedinû têkoşîna xwe bidomînin. Niha ez têkoşîn dayika xwe didomînim. Dayika min cihê xwe ji min re hişt. Wesiyeta dayika min bû ku em dest ji têkoşînê bernedin."
 
'Dayika min bi hesreta Newrozê çû'
 
Aynurê diyar kir ku dayika wê heta kêliya dawî bi ruhê têkoşer tevgeriya û wiha got: “Dayika min di dema nexweşiya xwe de li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Di Newrozê de ji bijîşk xwest ku wê ji nexweşxaneyê bişînin, lê bijîşkan gotin em nikarin te derxin. Diya min got ger tu min dernexînî bila li ber nexweşxaneyê agir pêxin û min bibin wir. Dayika min bi hesreta Newrozê çû."
 
Aynur jî li hestiyên kurê xwe digere
 
Aynur, anî ziman ku zarokên wê ji wan re "haval" bûn û wiha got: "Em ne tenê dê û keç bûn, em ji hev re heval bûn. Em bi hev re li her derê bûn.  Herî dawî Aynur wiha got: “Di salên 80’yî de ez û hevjînê min binçav kirin. Dema kurê min Berxwedan 3 mehî bû hatim binçavkirin. Di binçavan de îşkence li me kirin û lêgerîna tazî li me hat kirin. Piştî kurê min mezin bû ji min re got, 'Dema ku te piştî îşkenceyê şîr da min ji xwe te min bi rêxistin kir' Kurê min Mazlum Taş (Andok Farqîn) li Efrînê li dijî DAIŞ'ê şer dikir û di sala 2018'an de şehîd bû. Piştî ku Tirkiye ket Efrînê cenazeyê kurê min ji gorê derxistin. Em nizanin cenazeyê wî birin ku. Em serlêdan dikin, lê dibêjin cenaze li cem wan nînin. Hestiyên kurê min li ku derê dibin bila bibin, ez hestiyên kurê xwe dixwazim. Ez ê her dem li pey şopa kurê xwe bim."