Serra Bucak: Gelê me paşve gav neavêt

  • 10:14 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan -Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku tevî hemû zext û astengiyan jî yek ji namzetên ku bi rêjeya dengên herî zêde hate hilbijartin got, "Em ê bi hemû pêkhateyan re bên cem hev û jiyana demokratîk li Amed ê ava. Em ê bi gelê xwe re mazbatayên xwe bistînin."  
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî hatin kirin û gel dengê xwe da. Li gel hemû astengî, zext, manîpulasyon û sepanên dewletê bi taybet li bajarên Kurdistanê gelê Kurd îradeya xwe nîşan da û sindoqên dengdanê parast. Kurdên ku bi vê îradeya xwe dîrok nivîsandin, bi deh hezaran hilbijêrên ku dewletê anîbûn Kurdistanê jî  bi dengdayîneke xurt vala derxist. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) bi dengên girtin AKP û gelek partiyên din li Kurdistanê li dû xwe hişt û di hilbijartinan de bi ser ket. Li gel van hemû tiştên ku qewimîn DEM Partiyê bi pergala xwe ya hevserokatiyê jî cudabûna xwe nîşan da.  
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk di nav şaredariyên bajarê mezin de bi wergirtina dengên herî zêde bûn du hevşaredarên Bajarê Mezin ku herî zêde degn girtin. 
 
Serra Bucak a ku di hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 64,9 hat bijartin, tiştên ku beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê hatin jiyîn vegot. 
 
'Ligel astengiyan xebat berdewam kir' 
 
Serra, di axaftina xwe de bal kişand ser pêşhilbijartina ku di meha kanûnê de pêk hatî û got: "Ev demek dirêje em li qadan dixebitin. Di pêvajoya xebatê de gelek zextan re rûbirû mane. Gelek caran nehiştin em ala partiya xwe derxin, erbaneyan lêxin, çepikan lêxin. Pergal hemû derfetên xwe li dijî me bikar anî. Di pêvajoya xebatên hilbijartinê de em wan re rûbirû man. Dem bi demî em bi zextên fizîkî re jî rûbirû man. Em nikarin bêjin ku me xebatên xwe di nav şertên demokrasiyê dê pêk anî. Derfetên ku ji bo partiyên din hatin dayîn ji bo me nehat dayîn û bêtir xebatên me hatin astengkirin. Lê ligel her cure zextan gel bi me re xebat da meşandin. Ev yek bandorê encamên hilbijartinê jî kir." 
 
'Muxalefet helwest nîşan neda'
 
Serra, diyar kir ku beriya hilbijartinê û roja hilbijartinê jî gelek nelirêtî pêk hatin û wiha bi lêv kir: "Ligel dek û dolaban, çend meh beriya niha jî mijara veguhestina hilbêjeran di rojê de bû. Li hemberî vê yekê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî îtîraz kir. Lê guh nedan wan îtîrazan. Li Egîl, Qulp, Hezro û gelek cihên din hilbijêr hatin veguhestin. Serokê Giştî yê CHP'ê derbarê mijarê de axivî û lê diviya beriya hilbijartinê helwestek nîşan bidana. Heke muxalefet helwestek nîşan bida ev yek pêk nedihat. Gelê Kurd û DEM Partî di vê mijarê de tenê hat hiştin. Veguhestina hilbêjeran di dîmenan de jî derketin holê. Ligel manipulasyonan jî bi hezaran kes biryara xwe da."
 
Têkoşîna berî hilbijartinê dest pê kir
 
Serra diyar kir ku têkoşînê berî hilbijartinê û dû hilbijartinê jî dewam kir û wiha got:"Li bajarên kurdan bûyerê berî hilbijartinê dest pê kir. Li dijî hîleyên hilbijartinê yên meha cotmehê têkoşînê dest pê kir, di pêvajoya hilbijartinê de jî têkoşînê dewam kir, dû hilbijartinê xwedîderketina li sindoqan jî dest pê kir, ji bo valaderxistina binpêkirina li wir têkoşînê dewam kir. Heta mazbata bê girtin jî wê têkoşîn dewam bike. Gel nehişt hilbijêrên ji bajarên dinê hatin encama hilbijartina biguhere. Ev mesele bi feraseta tim bi awayekî antidemokratik nêzî kurdan dibe, eleqedar e. Em heta derengiya şevê bi gel re li Çermûgê bûn. Gel dixwest hîn bibe ku îradeya wan çawa li ser sindoqan xwe nîşan dide. Li wir îradeyeke li nasnameya xwe xwedî derdiket, hebû. Her wiha ciwantiyeke guhertin dixwest û polîtîkayên herêmî yên partiya xwe qebûl dikir, hebû. Li Çermûgê vê yekê bala me kişand li gundan dengê blok hatine bikaranîn, li wir me îtiraz kir. Li vir sîstemê bi hîle û feraseteke xirabkar xwest bi ser bikeve."
 
'Em ê avakirina demokratîk biafirînin'
 
Serra bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" ya di hilbijartinê de dihat berzkirin û wiha pê de çû:"Herikîna gel a qadan a bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' û xwedîderketina wan girîng bû. Di hemû xebatên me yên hilbijartinê de dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin. Ya ku nasnameya xebatên 5 salên pêşiya me diyar bike dirûşma 'Jin jiyan azadî' ye. Yanî bajarên azad, demokratîk, bajarên bi nêrîna jinan hatiye avakirin. Zêdahî û beşdarî ji bo me esas e. Li dijî pratîka qeyûman a 8 salan em bi hemû dînamîkên bajêr re bên gel hevdu û li Amedê avakirina demokratîk pêk bînin."
 
'Em dixwazin bi deh hezaran biçin mazbatayê bigirin'
 
Serra diyar kir ew ê bi 10 hezaran kesî re biçin mazbatayê bigirin û wiha got:"Em dixwazin bi deh hezaran li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pîrozbahiyekê li dar bixin. Em ê ji bo gel bixebitin. Piştî em têkevin avahiya xizmetê ya şaredariyê em ê bi hevalên xwe yên komîsyona hiqûqê têkildarî texrîbatên qeyûm ava kirine raporekê amade bikin. Em ê vêya bi gel re parve bikin. Em dixwazin gelê Amedê tevli vê pêvajoyê bibe. Amed bajarekî çandê ye, bajarê mîhrîcanê ye, loma em ê mîhrîcana çandê çêbikên. Em ê mîhrîcanên ku bi vî bajarî hilmê bide standin çêbikên. Em ê karên xwe yên eslî bi awayekî hemdem têxin meriyetê. Em ê demildest derbarê pirsgirêkên vî bajarî de dest bi xebatan bikin."