‘Bila gelê me li dora rojê kom bibe’

  • 09:03 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
RIHA - Biraziya Abdullah Ocalan Gulsum Ocalan bi wesîleya 4’ê Nîsanê Abdullah Ocalan vegot: “Pîrozvahiyên 4’ê Nîsanê qet ji bîr nakim û hestyar dibim.  Ez bang li hemû gelê me dikim 4’ê Nîsanê de li Amarayê li dora Rojê bên gel hev.”
 
Gotinên Abdullah Ocalan yên wekê “Ez hemû hevrêyên xwe, ciwan û jinên ku xeyalên xwe yên azadiyê di kesayeta min de kirine yek û ber bi Amarayê ve dimeşin silav dikim. Ez îro li Amarayê bi we re li ser sifreya rojê me. Ez yek bi yek di nav hemû hevrêyên xwe de me. Axa me ya ku ne tenê şahidiya bûyîna me şahîdiniya bûyîna hemû şaristaniyê kiriye di serî de hevrêyên me yên jin û ciwan emanetî gelê me yê xwedî hesta azadiyê dikim. Bi baweriya ku bi hev re li welatekî azad hev bibînin, we hembêz dikim.” Ji nameya Abdullah Ocalan ku 4’ê Nîsanê ya sala 2014’an bi wesîleya rojbûna xwe şandiye.
 
Ji 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan re demek kurt ma û li gundê Amarayê  xwişka wî Fatma Ocalan û xwarziya wî Gulsum Ocalan axivîn.
 
‘Me her kar bi hev re dikir’
 
Fatma Ocalan (71) zarokatiya Abdullah Ocalan vegot û got ew zarokekî pir xwedî hişmed û hestiyar bûye û wiha go: “Em bi hev re dixebitin. Me fiştik kom dikirin. Me bîstan diçand. Me her kar bi hev re dikir. Piştre ji bo dibistanê çû Dîlokê, Nîzîp û piştre jî Enqereyê. Zivistanê li derve havînê jî li gund ligel me bû. Bavê min pir jê hez dikir. Gelek qîmet didayê. Wî jî pir ji bavê min hez dikir.”
 
‘Ji xwezayê hez dikir’
 
Fatmayê ev tişt anî ziman: “Ji çûkan pir hez kir. Ji xwezayê, kulîlkan hez dikir. Ji girar û dew hez dikir. Dayika min jê re girar û dew çêdikir. Bi hevalên xwe re dihat. Her tim bi hevalên xwe re bû. Ji xwendinê hez dikir. Wî ders dida her kesê li Amarayê. Wê demê ji Amarayê 20 mamoste derketin.”
 
‘Behsa jinan dikir’
 
Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “25 sal e girtî ye. Bi salane em nikarin biçin hevdîtinê. Em diwazin biçin. Em rewşa wî nizanin. Em tenduristiya wî nizanin. Em dixwazin agahiyekê bigirin. Ez 15-20 sal berê çûm hevdîtinê. Dema çûm hevdîtinê bi taybet  behsa jinan dikir. Nirx dida jinan. Silav ji jinan re dişand.”
 
Fatmayê balkişand ser 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Abdullah Ocalan û wiha daxuyand: “Berê bi hezaran kes dihatin. Lê niha nahêlin kes bê Amarayê. Di salên dawî de qet nagirin hundir. Em dixwazin di 4’ê Nîsanê de mêvanên xwe bihewînin.”
 
‘Me li baxçeyê mala serokatiyê kon veda’
 
Biraziya Abdullah Ocalan Gulsum Ocalan (35) ku qet Abdullah Ocalan nedîtiye, balkişand ser tecrîda giran û wiha anî ziman: “Tecrîdek giran heye. Divê demildest ev tecrîd bê bidawîkirin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Em di 1986 û 2002’an de du caran surgunê Edenê hatin kirin. Piştre serokatiyê got çi dibe bila bibe divê hûn ji gund dernekevin. Em li ser vê hatin Amarayê û derneketin. Me li baxçeyê mala serokatiyê kon veda em sê rojan li wir man. Leşkeran her tim bi ser gund de digirt.”
 
‘Bîranînên wî dihatin gotin’
 
Gulsumê wiha dirêjî dayê: “Min bi vegotinên malbatê serokatî guhdar kir. Malbata me digot ew lîderekî mezin e. Yek ji bîranîna ku dihat gotin ev bû; serokatî bi zarokekî re şer dike, pîra min Uveyş dibêje biçe heta tu serê wî neşkînî neye malê. Ew jî diçe serê zarok dişkîne. Kesekî têkoşer bûye. Dema zarok bûm min ji Abdullah Ocalan re digot ‘apo’. Piştre Min got serokatî. Dema bavê min diçû hevdîtinê me ew gelek mereq dikir. Me tenduristiya wî dipirsî. Dema tiştek neyînî bihata gotin ez digiriyam. Her çiqas lîderê gelekî be jî ji ber apê min bû ez hestiyar dibûm.”
 
‘Ew zanyar e’
 
Gulsumê wiha dawî lê anî: “Fikr û nêrînên wî li hemû cîhanê belav bû. Ew zanyarî ye. Ji ber vê zextên giran li ser hene. Ez gelek ji fikrên wî pirtûkên wî bi bandor bûm.  Girîngiyek mezin dide jinan. Qada ku ji jinan re vekir zincîrên koletiyê şikand. Bi maşeyaleya wî riya me ronî bû. Pîrozvahiyên 4’ê Nîsanê qet ji bîr nakim û hestyar dibim.  Ez bang li hemû gelê me dikim ku 4’ê Nîsanê de li Amarayê li dora Rojê bên gel hev.”