Li Agiriyê pîrozbahiya bi heybet: Dîrok ji nû ve hat nivîsîn

  • 13:45 1 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
AGIRÎ - Li Agiriyê ligel zext, dek û dolaban DEM Partî bi ser ket û îro jî pîrozbahiyeke bi heybet li dar xist. Di pîrozbahiyê de Parlamenter Necla Demîr axivî û got: "Ligel hemû lîstikên qirêj Agirî dîrokek nû nivîsî, dev ji çand û zimanê xwe berneda."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh ku di hilbijartinê de şaredarî bi dest dest şûnde li kolana Tahîr Elçî pîrozbahî li dar xist. Hevserokên Şaredariya Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş, Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Necla Demîr, Sirri Sakik û Heval Bozdag, Tevgera jinên Azad (TJA) û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girse û partiyên ku li ber avahiya navendê kom bûn ji vir Kolana Cûmhûriyetê û ji wir jî heta cihê pîrozbahiyê meşiyan û gel silav kirin.
 
Girseya ku gihîştin cihên pîrozbahiyê ji aliyê hezaran ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di qadê de alên DEM Partî ku hatin rakirin, jin û ciwanan flamayên kesk, sor û zer li xwe kirin.
 
‘Carekedin dîrok nivîsîn’
 
Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş ku ewil li vir axivî, diyar kir ku gelê Agiriyê li dijî neheqiyê li ber xwe da û li cem partiya xwe maye. Mehmet, wiha got: “Carekedin dîrokek nû nivîsî.  We bersiva rast da yên ku em guh nedane me û yên ku hûn paşguh kirin. Em rûpelekê nû vedikin. Bila yekîtî û hevgirtina me her û her be. Hûn ji her tiştî çêtirîn heq dikin. Di vê hilbijartinê de windaker tune, yê ku di vê hilbijartinê de bi ser ket hûn gelê Agiriyê ne.”
 
‘Agirî xwedî Xezala xwe derket’
 
 
Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras jî diyar kir ku gelê Agiriyê dîrok nivîsand wiha axivî: “Tevî ewqas neheqî û zilmê jî hemû gelê Agiriyê, jin û mêr, ciwan û mezin, oldar, nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, dîrokeke kolektîf nivîsandin. Agiriyê vîna xwe parast, rûmeta xwe parast. Min di axaftina me ya mîtîngê de gotibû; Agirî xwedî Xezala xwe derbikeve. Agirî xwedî Xezala xwe derket. Karekî dirêj û bi zehmet bû. Me xebateke siyasî ya paqij meşand. Roja ku em mazbataya xwe wergirin, ne bi nasnameya xwe ya DEM Partî, em ê bibin hevşaredarên hemû pêkhateyên Agiriyê. Em ê li Agiriyê şaredariyeke wekhev, adil û beşdar pêk bînin. Em ê baweriya we vala dernexin.”
 
‘Şaredarî şaredariya me hemûyan e’
 
Parlamenyer Heval Bozdag jî ev tiştan got: “Em hemû dizanin ku ev nêzî 20 sal in hikûmet çawa nêzî van herêman bûye. Lê mixabin we ji vê hikûmetê çi hêvî dikir nedît. Weke Gelê Kurd me ev yek ji berê de dizanibû. Em sed salin tecrûbeya vê yekê dikin. Divê ev ji me re bibe ders. DEM Partî polîtîkayên ku hemû gelên li bajarekî dijîn hembêz dike, dimeşîne. Ji ber vê yekê şaredariya ku me îro bi dest xist, şaredariya me hemûyan e, li vir cudekarî nîne.”
 
‘Agirî dev jê berneda’
 
 
Parlamenter Necla Demîr jî bi lêv kir ku ligel hemû lîstikên qirêj Agirî dîrokek nû nivîsî û got ku Agirî dev ji çand û zimanê xwe berneda.
 
‘Wê rojê jî xwedî derketin, îro jî’
 
Herî dawî parlamenter Sirri Sakik axivî û bi daxukirin ku serkefina Agiriyê di rojeva hemû kesan de ye. Sirri, wiha pê de çû: “We dîrokek nû nivîsand. Duh di vê saetê de dengê me li qad, dibistan û polan de bilind bû. Me li dijî neheqiyê serî hilda. Kesên ku ne aîdê vî bajarî bûn, xwestin werin vîna vî bajarî desteser bikin. Ya ku dengê me ewqas bilind e, parastina vîna gelê Agiriyê û hiqûqa gelê Agiriyê ye. Di sala 2014an de jî heman hîle kirin. Hûn wê demê jî xwedî derketin, îro jî xwedî derketin.”
 
Piştî axaftinan, pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.