Li Agiriyê bi hezaran leşker û polîs deng bi kar tînin

  • 11:07 31 Adar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Li navenda bajarê Agiriyê bi hezaran leşker û polîs li dibistanên cuda deng bi kar tînin û di hilbijartinê de darbeyê dikin.
 
Di pêvajoya dengdayînê de ku danê sibehê li bajarên Kurdistanê dest pê kir, binpêkirin dest pê kir. Nêzîkî 6 hezar û 500 polîs û leşkerên ji derve anîne Agiriyê, di dibistanên cuda yên bajêr dest bi dengdanê kirin. Hat dîtin ku leşker û polîs dibistanên Dibistana Seretayî ya Şeref Saraçoglu, Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Çeçen, Dibistana Navîn a Selahattîn Eyyûbî, Dibistana Seretayî ya 75’an û ÎMKB yê dengan bi kar tînin.
 
‘Bi hezaran leşker û polîs deng bi kar tînin’
 
Namzeta Şaredariya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras a ku serdana dibistanan kir, bertek nîşanî leşker û polîsên ku ji bo dengdanê hatin dibistanan da, hin leşker û polîs jî ji dibistanan reviyan. Hazal, wiha bertek nîşan da: “Bi hezaran leşker û polîs deng bi kar tînin. Ev wîjdan e? Ev edalet e? Ev hilbijartin hilbijartinek rewa ye gelo? Ev hemû ne ji Agiriyê ne. Em li pêşiya Dibistana Seretayî ya Şeref Saraçoglu ne. Bi hezaran leşker û polîs li vir deng bi kar tînin. Divê Tirkiye vê yekê qebûl neke. Divê Agirî vê yekê qebûl neke.”
 
 
‘Dixwazin vîna gelê Agiriyê xesp bikin’
 
Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik ê ku serdana dibistanan kir, bal kişand ser leşker û polîsên ku hatin dengdanê û wiha pê de çû: “Ji van yek jî ne ji Agiriyê ye. Vîna gelê Agiriyê tê xespkirin. Destê xwe bidin ser wîjdanê xwe. Neyên vîna vî bajarî xesp nekin. Kesên ku we şandine vê derê bê exlaq in. Ji bo vîna gel xesp bikin hatine vî welatî. Ev kes şandine vê derê, dixwazin vîna gelê Agiriyê xesp bikin.”
 
‘Ji Tokat, Ordu, Artvîn û gelek deverên din hatine’
 
Kesê ku li Dibistana Seretayî ya Şeref Saraçoglu li ser sindoqa xwe peywirdar e got, “340 kes ji rojava hatine û dengê xwe bi kar tînin. Li lîsteyê binêrin, ji Tokat, Ordu, Artvîn û gelek deverên din hatine.”
 
Li navenda bajêr gengeşiya ji ber polîs û leşker dengan bi kar tîne berdewam dike.