Li Kerboranê civîna gel: Em ê dengê xwe bidin xwe!

  • 13:14 25 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Di civîna gel a bi coş a li Kerboranê pêk hat de peyama “Em ê dengê xwe bidin xwe” hat dayîn û hat diyarkirin ku AKP’ê ji xizaniyê pê ve tu tişt nedaye gel û wê di 31’ê Adarê de qeyûm bên şandin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bi civînên gel didomîne. Li navçeya Kerboran  a Mêrdînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan civîneke gel hat lidarxistin. Tûncer û kesên pê re hatin Kerboranê, di ketina taxa Deywanê de ji aliyê endamên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre endamên partiyê bi karwaneke dirêj a wesayîtan li navenda bajêr gera hilbijartinê pêk anîn. Welatiyan endamên partiyê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin. Piştre endamên partiyê çûn cihê ku buro lê hatibû vekirin. Tuncer û kesên pê re li vir bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de ku alên partiyê hatin daliqandin de coşa gel derket lutkeyê.
 
Tuncer, got ku Kerboran bajarê berxwedan û serhildanê ye û wiha got: “Dê xelkê Kerboranê di 31’ê adarê de hesabê ji dijminên gelê kurd bipirse.” Bakirhan, serdana xwe ya 20 sal berê ya li Kerboranê bi bîr xist û wiha axivî: “Wê demê hevalên jin em pêşwazî kiribûn. Mîna îro, wê demê jî zextekî giran hebû. Zilmeke mezin hebû. Ez careke din wan hevalên jin bi dilgermî silav dikim. We hevalên jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî' Rojava azad kir. Hûn bûn stûna bingehîn a gelê kurd.” 
 
Garîbe Gezer û Orhan Dogan hatin bîranîn
 
Bi domdarî Tuncer, Orhna Dogan û Garîbe Gezer bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “30 sal berê li Kerboranê 7 zarok hatin qetilkirin. Çawişê pispor ê wijdana wî ranegirtî û agahî dayîn jî hate şewitandin û qetilkirin. Ev doza ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dihat zanîn, mîna dozên Sêwas û Mereşê bi necezakirinê biencam bûn. Ev pergala ku ziman û îradeya gelê kurd tune dihesibîne, kesên kurd û kedkar qetil kirin xelat kir. Kerboranê serî li ber cînayetên kiryarnediyar netewand û partiya xwe silav kir. Dê di 31’ê adarê de jî bersiva pêwîst bide kesên hewl didin îradeya gelê kurd bidizin. Dê bersiva van komkujiyan û tunehesibandinan li ser sindoqê bide.” Bakirhan, namzeta hevşaredariyê ya partiya xwe Asya Gezer nîşan da û wiha got: “Ji bo rêzgirtina li hemberî bîranîna Garîbeyê (Gezer) jî ma be, divê gelê me yê birûmet xwedî li hevala Asyayê derkeve.” 
 
‘Mesela Kurd’
 
Tuncer, bertek nîşanî gotina rayedarên îktîdarê ya “Pirsgirêka kurd tune ye” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka kurd, 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin e. Heke li tiştên xelkê me yê Kerboranê jiyanîn ku ev 40 sal in li Kerboranê li hestiyên xwişk-birayên xwe digerin binêrin, wê demê dê fêm bikin bê ka pirsgirêkeke çawa ye. Kerboran, bi rêya hilbijêrên qaçax ji me standin. Niha jî heman rêbazê bi kar tînin. Baş e lê şaredar çi kir? Navê hevalê me Orhan Dogan ji parkê rakir ku emrê xwe bi têkoşîna demokratîk a gelê kurd derbas kir. Gelo ma em dikarin bibêjin ev şaredar kurd e? Dê navê Orhan Dogan ji parkê rakî û navê kesekî li derve lê bikî û piştre jî bibêjî ‘Ez kurd im. Ka here karê xwe.” 
 
‘Tenê xizanî dan’ 
 
Di berdewamê de Tuncer gotina Erdogan a “ji kesên deng nadin re xizmet tune ye” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Xelkê Kerboranê di destê îktîdarê de ye; ne rê ne jî av heye. Ahmet Turk li vir e, baş dizane bê ka payerê û qîr tiştekî çawa ye. Emrê vê qîra ji bo hilbijartinê hatiye lêkirin gelek dirêj nîne. Dizanin ku hilbijartin winda kirine lewma ev pêşkeşî rantxwiran kirine. Xelkê Kerboranê bi AKP’ê ve tê birêvebirin. We çi xizmet kiriye? We ji bo jin û ciwanan çi derfet afirandine? Ji bilî xizaniyê we çi da xelkê Kerboranê? Tu kesên di nava pergala ku me tune dihesibîne û dibêje ‘kurd tune ne’ ji me nînin. Yên ji me vaye li vir in.” 
 
'Em ê dengê xwe bidin xwe’
 
Tuncer, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kerboranê û axaftina xwe wiha qedand: “Bijîşkên tên vê derê, diçin cihên din. Em ê dengên xwe bidin xwe. Em ê bidin xwişka Garîbe Gezer, bidin heval Ramazan. Em ê bidin hevalên me Ahmet û Devrîmê. Em hevalên xwe emanetî we dikin. Me hevala Devrîm weke namzet ji bo we anî ku emrê xwe, ciwantiya xwe ji bo ziman û muzîka kurdî derbas kir. Em ê dengê xwe bidin namzetên xwe yên di xizmeta gel de. Em ê mizgîniya şandina van di 31’ê adarê de li Serhedê, li Botanê û li her derê bidin.” 
 
Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin.