Ji 1’ê Nîsanê şûnde wê plana ji 4 astan pêk tê, têxe meriyetê

  • 09:04 25 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Namzeta hevşaredariya DEM Partî ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku ji 1’ê Nîsanê şûnde ligel pêkhatina projeyan ji bo texrîbatên qeyûman ji holê rabikin wê xebatan bidin destpêkirin û got: “Li dijî kavila qeyûman em ê xebatên tespît, pêvajoya hiqûqî, şûndegirtina saziyan û aktîfkirina saziyan bimeşînin. Em ê di 4 astam de vê bigirin dest."
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) xebatên hilbijartinê didomînin. Namzeta hevşaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay li navçeyê bi esnaf û gel re hevdîtinan pêk tînin, belavokan belav dikin, kavila siyaseta qeyûman radikin. Gulbîn Şahîn der barê coşa hilbijartinê, projeyên wê li dijî texrîbatên qeyûman pêk bînin nirxand.
 
*Em namzetiya we pîroz dikin. Di hilbijartina pêş de navê we derket. Ji bo kesên we nas nakin hûn dikarin behsa xwe bikin?
 
Ez li Nisêbînê hatim dinê û mezin bûm. Di 2009’an de min Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Ez parêzer im. Di dema ciwantiyê de di xebatên tevgera Kurd de xebitîm. Li Nisêbînê gelek parêzer hene. Nisêbîn her tim dibe hedefa desthilatdariyê. Ji ber vê ez jî wek kesek ji gelê Nisêbînê jî polîtîk hatim dinê û polîtîk dijîm, jiyana xwe polîtîk didomînim. Ji ber vê bû min hiqûq xwend. 11 sal in parêzeriyê dikim. Berê bi awayekî fîlî min di rêveberiyên partî û rêveberiyê de cih girt. Di 2014’an de min li Amedê parêzerî dikir. Ez di rêveberiya BDP’ê de bûm. Me Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ava kir. Ji ber navê Kurdistan nehat qebûlkirin me nav guhert kir Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê.  Ev bi KHK’ê hat girtin. Me piştre Komleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ava kir. Ez beriya pêvajoya hilbijartinê hevseroka şaxa Mêrdînê û endama ÎHD’ê bûm. Li herêmê binpêkirinên maf hene û hem STK û hem jî partiyê dest didin hev û hewl didin ji têkoşîna maf re pêşengiyê bikin. Ji ber vê jî ji ciwantiyê de min di têkoşîna maf de cih girt. Min di qada mafê jin û zarokan de di tevgera Kurd û tevgera jinan de cih girt û xebat meşand.
 
*Pêşhilbijartin hatin kirin. Starta hilbijartinê hat dayîn. Xebat didomin. Gelê Nisêbînê pêvajoyê çawa derbas dike, xebat çawa pêş dikevin?
 
Me pêşhilbijaritn pêk anî. Vê di esasêde gel ji bo hilbijartinê amade dikir. Tevlibûn gelek zêde bû. Vê nîşan da ku mirov li alî demokraisyê ne.  Bi taybet hevalên jin tevli pêşhilbijartinê bûn. Nisêbîn bi awayekî cidî ji hilbijartinê re amade ye û jinan pêşengî ji vê re kir. Em gelek kêfxweş in. Di xebatan de jin hene. Nisêbîn bajarê jinan e, berê jî di rêveberiyên herêmî de jinan rolek aktîf lîstine. Niha jî pêşengiya xebatan hevalên jin dikin. Di vê mijarê de Nisêbîn bi rengê jinê xwe ji hilbijartinan re amade dike.
 
*Qeyûm tayînê îradeya gel bûn. Ligel deyn û texrîbatên qeyûman hiştine, zirara manewî jî her tim dertê holê. Hûn ê çawa li dijî van texrîbatan têbikoşin? Plan û projeyên wek çi ne?
 
1’ê Nîsanê em ê şaredariyan dewr bigirin. Em fikriyeta rêveberiya şaredariyên xwe ji hevserokên xwe yên berê ku gel hilbijartine digirin. Me ev got. Em siyaseta qeyûman qebûl nakin. Belê siyaseta qeyûm du dem e tê jiyîn. Em ê çanda şaredartiya jinê ya ji Ayşe Gokkan bidomînin. Em ê bi vê ferasete dewr bigirin. Em ji çavdêriyên dema berê derkevin rê bi rastî jî me kavilek cidî dewr girtiye. Dema qeyûman şaredarî xesp kirin destkeftiyên jinan û ciwanan tune kirin. Di dema Ayşe Gokkan de Stargeha Jinan a Gulşîlav hat vekirin. Li Mêrdîna ku stargeh tunebû, di dema Ayşe Gokkan de li Nisêbînê stargeh hat vekirin. Ew der hem stargeh, cihê perwerde, hem jî der barê têkoşîna jinê de yekîneyek bû. Mînakek din jî navên jinan li parqan hatibûn kirin. Yek ji vê Parka Kader Ortakaya bû. Ew biryar bi tevlibûna gel dihatin girtin. Piştî qeyûm hat ewil Stargeha Jinan a Gulşîlav hedef girt û ew der girt. Dewrê yekîneyên dikirin. Navên parkan guhertin. Auraya bajar guhertin. Destkeftiyên jinan yek bi yek tune kirin.
 
Yek ji van Navenda Çanda Mîtanî bû. Ji bo ciwanan hatibû avakirin. Dema şaredariya herêmî destê gel de bû, ev navenda çandê hatibû avakirin û ji bo ciwan ji fuhuş û hişbirê bên parastin,  li wir qursên ziman dihatin dayîn, yên çand û hunerê dihatin dayîn. Salona şanoyê lê hebû. Xebatên berfireh dihatin kirin. Lê piştî qeyûm hat, ev der kirin cihê konferansê û mudaxale kirin.
 
Ji wê dîrokê heta niha di dema du qeyûman de jî xebatên me berdewam kirin. Di demên dawî de li Nisêbînê bikaranîna hişbirê zêde bûye. Fuhuş jî zêde bûye. Em ji bo têkoşîna li dijî vê xebatan dimeşînin. Çawa em şaredariyên xwe bigirin em ê navendên xwe ji nûve vebikin, aktîf bikin. Em ê Navenda Çanda Mîtanî ji bo ciwanan vebikin. Her wiha em ê ji bo texrîbatên qeyûm deşifre bibin, bixebitin. Gelek saziyên şaredariyê dewrê wezaretan hatine kirin. Ev sazî dewrê weqfên nêzî desthilatdariyê hatine kirin. Em ê ewil van deşifre bikin. Em ê planên xwe wek çar astan bikin jiyanê. Tespît, pêvajoya hiqûqî, girtina saziyan û aktîfkirinê bimeşînin.
 
*Hem li Kurdistan hem li bajarên Rojava koçkirina ciwanan zêde ye. Tê gotin li Nisêbînê jî zêde ye. Ji bo hûn pêşî li vê bigirin nexşerêyek we heye?
 
Di 2015-2016’an de ji ber geşedanên li Nisêbînê hatin jiyîn koçberiyek cidî çêbû lê piştre veger çêbûn. Fikra ku Nisêbîn vala bûye şaş e. Pergal bi zanebûn vê li derve di nav gel de belav dike. Piştî wê pêvajoyê bi awayekî cidî xwedî li bajarê xwe derketin. Di demên dawî de ne tenê li Nisêbînê li seranserê Tirkiyeyê krîzek aborî heye. Ji ber vê koçberkirina ber bi Ewropayê derket. Di vê qadê de yekem tişta em bikin di rêveberiyên herêmî de em aboriyê pêş bixînin û rakin. Pergala navendî di krîza aborî de ye. Navbera ciwanan de nêrîneke ‘kevir û axa Ewropayê zêr e’ hatiye afirandin. Lê ne wisa ye ax û kevirê Mezopotamyayê zer in. Em ê projeyên kooperatîfan ava bikin. Em ê bibin pêşeng ku ji ax, av, hewaya Nisêbînê fêde bê girtin û ev bibe hatineke aborî û ji bo gel vê derfetê bidin. Xebat û mîsyona şaredariyê ne tenê girtina karkeran, park û baxçe ne. Hedefa me ev e ku em hilberînek xwe dispê re kooperatîfan ava bikin.
 
*Di serî de ji bo Nisêbînê, ji bo hilbijarênên li Kurdistan û bajarên rojava dengên xwe bi kar tînin hûn çi dibêjin?
 
Bi tevlibûnek aktîf û bi gotina xwe hinek tişt dikarin biguherin, bên sererastkirin û destkeftî bên xilaskirin. Belê her tişt ne hibijartin e. Lê encama ji hilbijartinan derkeve wê bibe bersiveke li dijî pergalê. Em dixwazin tevlibûn zêde be her kes biçe ser sindoqan. Em her yek li qadekê xwedî nûneriyekê ne. Di serî de gelê Nisêbînê, em bang li hemû kesî dikin ku biçin ser sindoqan. Em neçar in biçin. Divê em destkeftiyên xwe şûnde bigirin. Ji ber vê divê em biçin ser sindoqan. Divê her kes xwedî li sindoqan derkevin. Em her kesî di vê esasê de dawetî ser sindoqan dikin.