Tulay Hatîmogûllari: Em ê serkeftina xwe li vê qadê pîroz bikin

  • 16:24 23 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew li Qaxizmanê li benda serkeftinê ne û wiha got: “Xelkê Serhedê çaya vekirî vedixwe lê dê di şeva 31’ê adarê de em ê serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, tev li bernameya hevdîtina bi gel re ya partiya xwe bû. Tulay û şandeya pê re bi konvoyê hatin cihê hevdîtinê û li navenda navçeyê bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Mehmet Alkan û Guner Hatay jî tev li hevdîtinê bûn. Namzetan li vir gel silav kirin û diyar kirin ku dê bi hev re bi ser kevin. 
 
Piştre jî Tulay li vir axivî û got ku xelkê Qaxizmanê tu caran serî li ber zilmê netewandiye. Tulay, diyar kir ku wê silavên namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak aniye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê daye destpêkirin. Tulay, axaftina xwe wiha domand: “Em di serdemekî gelek tarî re derbas dibin. Weke ku Qers, Erdexan û Îdir li derveyî sînorên me nêz dibin. Em li vir careke din dibêjin ku ji bo kesên me mehkûmî birçîtî û xizaniyê dikin deng tune ne.” 
 
Em jî li dijî Tifaqa JÎTEM’ê, tifaqa gel ava dikin
 
Tulay gotinên Erdogan ku digot dê enflasyonê kêm bikin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gotin, dereweke mezin e. Di demeke ku em tenê du hêkan dikirin û bi gramê dikirin, ew li qesra xwe di nava dewlemendiyê de dijî. Dibêje; ‘kesên bawermend sebir dikin.’ Weke gel em ê êdî sebir nekin. Her wiha qesrê û dûvikên wê ji bo di hilbijartinên xwecihî de bi ser kevin tifaqa JÎTEM’ê ava kirine. Tansu Çîller û Torosên Spî ji înfazên bêdaraz berpirsyar in. Tansu Çîller şandine qadan. Em jî li dijî Tifaqa JÎTEM’ê, tifaqa gel ava dikin.” 
 
Em ê bi navên kolanan ên bi kurdî û xizmetên xwe bidomînin
 
Tulay, diyar kir ku ew ê li Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi ser kevin û ev tişt anî ziman: “DEM Partî partiya rûmet, demokrasî û gelê kurd e. Partiya hemû bindest, jin û ciwanan e. Dema em li tecrûbeya xwe ya 30 salan a şaredarvaniyê dinêrin, dema em li tiştên ku qeyûm hewl didin ji holê rakin dinêrin gelek tiştan dibînin. Em di şaredariyên xwe de pirzimaniyê esas digirin. Weke partiyeke ku kurdî û têkoşîna birûmet a gelê kurd diparêze, em ê bi xizmeta xwe li pêşberî we bin. Em ê bi navên kolanan ên bi kurdî û xizmetên xwe bidomînin. Em li vir ji kesên tehemûla kurdî nakin re dibêjin, gelê kurd heye û li vir e.” 
 
Em ê meclisên gel ava bikin
 
Tulay, destnîşan kir ku partiya wan partiya azadîxwaziya jinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû bajar, navçe, bajarok û gundan em ê meclisê gel ava bikin û çareseriyê peyda bikin. Li vê herêmê ava vexwarinê jî nayê dayîn. Vê yekê ji bo me gelek dibînin. Genim û birincî em hildiberînin lê em ji derve dikirin. Li Qersê sewalkarî heye. Ev îktîdar angusan ji derve îxrac dike. Bi hatina xwe re em ê sewalkariyê teşwîq bikin. Her wiha dê kooperatîfan ava bikin. Kirina van tiştan karekî zor nîne. Em ê ji bo xizmetê bixebitin. Em duh çawa xebitî bin, dê îro jî bi heman ferasetê bixebitin. Em ê vê bi hev re bikin. Em ê mal bi mal, tax bi tax bigerin û Şaredariya Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi dest bixin. 
 
Em ê serkeftina xwe li vê qadê pîroz bikin
 
Bi tayînkirina qeyûman re ji kurdan re dibêjin ‘hûn nikarin xwe birêve bibin, ez ê te birêve bibim.’ Me bêav, bêrê û bêpayerê dihêlin. Em ê van yek bi yek vebêjin. Em ê qala doza kompasê ya Kobanê bikin. Em ê kesên dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ û her cureyên îşkenceyê dikin vebêjin. Van tiştan em li gel gelê xwe bigerin û vebêjin. Hûn TV’an temaşe dikin. Beriya ku rêveberên DEM Partiyê hebin, nîqaşan li ser me dimeşînin. Xelkê Serhedê çaya vekirî vedixwe lê em ê di şeva 31’ê adarê de serkeftina xwe bi hev re bi çaya bi DEM pîroz bikin. Weke gelên ev 40 sal in li Kurdistanê têdikoşin, em ê gotina xwe bi hev re bikin. Bi 31’ê adarê re em ê bi hev re aştiyê diyarî gelan bikin. Ji bo serkeftinê tu gumanên min nînin. Gelê kurd, jin û ciwan li ser pêyan e. Em ê serkeftina xwe li vê qadê pîroz bikin.” 
 
Tulay, namzetên hevşaredariyê û endamên partiyê bi hev re buroya serkeftinê vekirin. Di vê navberê de welatiyan govend gerandin.