Li Hezroyê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 14:08 23 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de DEM Partî li navçeya Hezroyê buroya hilbijartinê vekir. 
 
Hilbijartina Herêmî ya ku dê di 31'ê Adarê de pêk bê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de buroyên hilbijartinê tên vekirin. 
 
Li Hezroyê bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî ya Amed û navçeyên wê, namzetên hevşaredariyê Dogan Hatûn, Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren û gelek welatî tevlî merasîma vekirina buroyê bûn.
 
Di merasîmê de hevseroka DEM Partî ya bajêr Pinar Sakik Tekîn, namzetê hevşaredariyê Dogan Hatun, namzeta hevşaredariya Hezroyê Hasîbe Yazdik û herî dawiyê jî parlamenter Serhat Eren axivî û peyama domandina têkoşînê dan.
 
Piştî axaftinan buro bi tilîlî û çepikan hat vekirin.