Meral Daniş Beştaş: Li Stenbolê dem dema jinê û DEM Partiyê ye!

  • 09:11 23 Sibat 2024
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew dixwazin li Stenbolê bi feraseta azadiya jinê bajar biafirînin û got: “Em şaredariya Stenbolê bi dest bixin em ê pergala hevserokatiyê dîsa bikin jiyanê. Wê DEM gelek li Stenbolê bê. Gel ne bê çare ye. Ji ber DEM Partî heye. DEM Partî bi paradîgma azadiya jinê wê gelek serkeftinan bi dest bixe. Li Stenbolê dema  jinê û DEM Partiyê ye. Bang li her kesî dikim. Di bin DEM Partiyê de bên gel hev.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên xwe li her herê nîşan dan û li Stenbolê jî Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî derxist.
 
Li Stenbolê bayê DEM Partiyê
 
Stenbol ku xwedî bingehek kozmopolîtîk e û gel li dijî krîza aborî û xizaniyê têkoşîna jiyanê didin. Ligel têkoşîna jiyanê pirsgirêkên ziman, starbûn û gelekên din tên jiyîn. Yek ji bajarên ku herî zêde tundî lê tê jiyînê Stenbol e. Lê hejmara stargehan pir kêm in. Ji bo jinan û gelan çareserî nayê dîtin. Niha li bajar bayê DEM partiyê heye. DEM ji bo hemû gelan bûye hêvî. DEM Partî li 17 navçeyan bi namzetên xwe dikevin hilbijartinan. Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê eleqeyek mezin dibîne.
 
Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Dem Partiyê Meral Daniş Beştaş der barê hilbijartinan de ji ajansa me re axivî.
 
*Wek DEM Partî we li hemû bajaran namzetên xwe derxistin. Li bajarên rojava jî gelek namzet hatin derxistin. Bi vê perspektîfê hedefên we çi ne?
 
Ev encamek xwezayî ya ku partî xwedî îdiayekê ye. Em jî partiyek siyasî ne. Em li her derê Tirkiyeyê bi rêxistin in. Em xwedî îdia ne. Di bin hilbijartinan de nexşerêya me ev bû. Salek berê jî min gotibû. Ya esas em bi namzetên xwe derkevin û îdiaya xwe deynin holê. Di vî alî de em li Stenbol, Îzmîr, Mugla, Antalya, Amed, Colemêrgê jî bi îdia ne. Em ê cudahiya DEM Partiyê daynin holê. Em ê derxin holê ku DEM Partî nêzîkatiyeke çawa li dijî nasname û zimanan nîşan dide û ya herî girîng demokrasiyek çawa ye. Tirkiye ne welatekî demokratîk e. Em ê li qadan di xebatên xwe de vê vebêjin. Em ê hincetên têkoşîna xwe vebêjin.
 
*Di danezana hilbijartinê ya jinan de we îlan kir ku di hemû astên hilbijartinên herêmî de butçeyeke hestiyariya zayenda civakî dihewîne tê meşandin û ji vir şûnde jî heman polîtîka wê bê meşandin. Hûn dikarin hinek behsa feraseta şaredariya ku azadiya jinê esas digire, bikin?
 
Yek ji hedefa partiya me ev e ku rêveberiyên herêmî bi perspektîfa azadiya jinê, demokratîk û civakî bikeve jiyanê. Dema em dibêjin rêveberiyên azadixwaziya jinê gelek aliyên vê hene. Ev ne tenê dirûşmeyek e. Em vê di butçebûna navendî de jî pir nîqaş dikin. Di komîsyona butçeyê de, li meclîsê em vê gelekî nîqaş dikin. Li vî welatî yên herî zêde bi newekheviyê re tên rû hev jin in û jin ji çavkaniyên aborî yên welat bi awayekî wekhev fêdeyê nagirin. Hema hema em dikarin bêjin rengê xizaniyê bûye jin. Ligel binpêkirina mafên jinan, azadiya aboriya jinan jî ne mijara gotinê ye. Ji sedî 90 gayrîmenkul li ser navên mêrane. Li vî welatî jin pir kêm xwedî mal û milk in.
Jinên kedkar  heqdestê wekhev nagirin. Dema jin ji bo kar tên hilbijartin gelek esasan didin pêş. Em di jiyanê de vê pir dibînin. Dema em dibêjin  azadiya jinê em van hemûyan  esas digirin û wisa nêz dibin.
 
*Namzetiya we ya li Stenbolê ji aliyê gel ve bi hêvî hat pêşwazîkirin. Hûn ê li Stenbolê têkoşînek çawa bimeşînin?
 
Em di pêvajoyeke ku tundiya li ser jinê derketiya asta herî jor de derbas dibin. Di mijara stargeh û malên jiyanê de şaredarî xwedî lê derketin. Her şaredariyek di alî qanûnî de peywira wan heye ku stargehê vebikin. Li Tirkiyeyê hejmara van gelek kêm e. Jin bê parastin dimînin. Aliyê edlî yê vê gelek xurt dertê pêş me. Tundiya li ser jinan rewa tê dîtin. Kujer bê ceza tên hiştin. Şaredarî di vî alî de dikarin xebatan bimeşînin. Divê her jinek bi awayekî azad di ewlehiyê de bijîn. Divê jin bi awayekî azad li Stenbolê bijîn.
 
Em ê pergala hevserokatiyê bikin jiyanê
 
Em ê bi saziyên jinan re, bi tevgera jinên kurd û tevgerên feminist ên Tirkiyeyê re mijarên wek têkoşîna li dijî tundî, destdirêjî, mobîng, bajarekî çawa divê bê avakirin, nîqaş bikin. Tenê em biryarê nadin em ê bi pêkhateyan re biryarê bidin. Em di qada jinê de gelek bi îdia ne. Pergala hevserokatiyê tenê me li Tirkiyeyê kiriye jiyanê. Em ê li Stenbolê jî pergala hevserokatiyê bikin jiyanê. Tenê namzetek jin a serbixwe heye. Ji bilî wê ji navçeyan heta şaredariya mezin a Stenbolê namzeta jin tenê ez im. Carekê Ekrem Îmamoglu gotibû ‘hûn hemû yek ez tenê’. Ez jî vê dibêjim. ‘Pir mêr profîlek namzetiyê heye’. Wê jin cudahiya xwe daynin holê.
 
*Partiya we wê ji bo gelan bibe hêvî, gelo gel çima divê dengê xwe bidin DEM Partiyê? Bang û peyamek we di vê mijarê de heye?
 
Wê DEM gelek bi Stenbolê bikeve. Em di nokteyeke ku jiyanê diparêzin, bêyî ku jin bi newekheviyê re tên rû hev, bêyî ku gel û bawerî bên binpêkirin, her kes bi baweriya xwe bijîn, nêz dibin. Em dibêjin şaredariya pir zimanî. Duh Roja Ziman a Cîhanê bû. 2 mîlyon Kurd li vir dijîn. Lê di şaredariyê de der barê vê de tu xebat tune ye. Ne tenê Kurd, ji bawerî û nasnameyên cuda gel li vir hene. Di alî ziman de tu planeke berfireh tune ye. Em vê diparêzin; Ji Trabzonê heta Colemêrgêdivê her kes li ser vê axê bi awayekî wekhev û azad bijîn.
 
Gel ne bêçare ye DEM Partî heye!
 
Atmosfera em niha tê de ne mixabin ne ev atmosfer e. Feraseteke ku li ser yekparêziyê hatiye amadekirin serdest e. Heta vê yekparêzî derbas kiriye gihiştiye nîjadperestiyê. Heta nokteya ‘Kurd tune ne’ hatin. Baweriya Elewiyan tune hesibandin. Jin hepsê malê kirin, tundiya li ser jinan rewa kirin. Li dijî van hemûyan gel ne bê çare ye. Ji ber DEM Partî heye. Em vê dibêjin. Hûn ne bê rêbaz in. Em dikarin ligel hev li ser van axan bijîn. Ev ax ya me hemûyan e. Stenbol ji bo DEM Partî û me zemînek girîng e. 
 
Dem dema jinê ye
 
Li Stenbol dema DEM Partiyê ye. Ez bang li hemû kesî dikim. Em di bin banê DEM’ê de bên gel hev. Em bi DEM’ê riya xwe bidomînin. Dem dema li dijî newekhevî, zext û zordariyê sekinandine. Bêguman dem dema jinê ye.