Ji bo Mîtînga Demokrasî û Azadiyê bang: Em ê li Esenyurtê bin

  • 09:02 23 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu derbarê Mîtînga Azadî û Demokrasiyê ya ku wê 25’ê Sibatê de li Qada Esenyurtê pêk bînin banga tevlibûnê kir wiha got: “Hatina gel hev a gelên Tirkiyeyê, tê wateya ku çareseriya pirsgirêka kurd tê ziman û rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê divê hemû gelên Tirkiyeyê, kedkar û karker 25’ê Sibatê de li Esenyurtê bin.” 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in berdewam dike û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya prisgirêka Kurd li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê çalakî didomin. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan  nobetên edeletê, grevên birçîbûnê didomin. 
 
Her wiha di navbera 1-15’ê Sibatê de çalakiya "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji Wan û Qersê hatibû destpêkirin. Meş di 15’ê Sibatê de li Amarayê bidawî bû. Bi armanca silavkirina meşê DEM Partî ya Stenbolê wê di 25’ê Sibatê de roja yekşemê saet di 14.00’an de li Qada Esenyurtê ‘Mîtînga Demokrasî û Azadiyê’ pêk bîne. Tê payîn ku bi hezaran kes tevli mîtîngê bibin. Bi hefteyane ji bo mîtîngê li navçeyên Stenbolê xebat tên meşandin.
 
Meşvana Azadiyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu der barê mîtîngê de ji JINNES’ê re axivî.
 
‘Tecrîd neçarseriya pirsgirêkê ye’
 
Çîçekê da zanîn ku Meşa Mezin a Azadiyê ji du baskan Wan û Qersê destpêkiriye û wiha got: “Me di sedalê komara dewleta Tirkiyeyê de dît ku feraseta yekparêz çawa hatiye ferzkirin û di neçareseriya pirsgirêka kurd de israr hatiye kirin. Yek ji polîtîkayên israrkirinê jî li Îmraliyê bi tecrîda giran tê dîtin. 35 mehe agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîd tê wateya neçareseriya pirsgirêka kurd. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawîbe, çareseriya pirsgirêka kurd me meş da destpêkirin.”
 
‘Gel aştiyê dixwazin’
 
Çîçekê, diyar kir ku di seranserê meşê de çûne serdana gelek kesî û wiha domand: “Em çûn ser gorên şehîdên civakê. Me kuştinên kiryar nediyar carek din di hişê xwe de nivîsî. Me dîroka têkoşîna Kurdistanê gav bi gav anî gel hev. Belkî meşa Wan û Qersê bi agirên biçûk hatin destpêkirin lê div ê meşê de gelan aştî û wekhevî xwestin. Çareserî di heman demê de daxwaza hemû gelên Tirkiyeyê ne. Ya karker û kedkaran e. Ji ber vê mîtînga 25’ê Sibatê watedare.”
 
Ji bo mîtîngê bang: Divê gelê Tirkiyeyê li Esenyurtê bin
 
Çîçekê, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgisrêkan divê tecrîd bidawî be û wiha dawî lê anî: “Şikandina tecrîdê tê wateya aştî û demorkasiyê, wekheviyê, çareseriya prisgirêka kurd. Hatina gel hev a gelên Tirkiyeyê, tê wateya ku çareseriya pirsgirêka kurd tê ziman û rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalane. Ji ber vê divê hemû gelên Tirkiyeyê, kedkar û karker 25’ê Sibatê de li Esenyurtê bin.”