Li Şemzînanê hevdîtina gel a bi coş

  • 13:49 22 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
COLEMÊRG - DEM Parti di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şemzînanê bi sedan kesî re hat gel hevdu û ji bo hilbijartinên herêmî banga yekîtiyê hat kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan li Şemzînana Colemêrgê bi gel re hat gel hevdu. Tuncer ji aliyê namzetên şaredariya Şemzînanê Nazdar Opengin û Nafi Eroguz ve li Kaniya Bermêşê ya Derbasoka Şapatanê bi coş hat pêşwazîkirin. 
 
Piştre bi konvoyê derbasî navenda navçeyê bûn. Welatiyên li ber buroya hilbijartinê sekinînin Tuncer û namzetên hevşaredariyê bi meşaleyan pêşwazî kirin. Hevserokê navçeyê Agit Tekin di destpêkê de axivî û got ew ê şaredariyan bi dest bixin û ji AKP'ê bigirin. Namzetê hevşaredariyê Naif Eroguz jî got wê di 31'ê Adarê de îradeya gel qezenc bike. 
 
Piştre Tuncer da zanîn ew kurd in û yên wan ji hev cuda dikin kesên wan tune dihesibînin û got ew ê deriyê şaredariyan ji gel re vekirîbe ew ev şaredarî li ziman û çanda gel xwedî derkevin. 
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi tilîliyan û dirûşman hat vekirin. Tuncer û kesên li gel wî ber bi Geverê ve çûn.