'Delegasyona Navneteweyî' serdana Nobeda Edaletê kir

  • 14:35 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Heyeta "Delegasyona ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê", di roja serdanên xwe yên roja duyem de çû serdana Nobeda Edaletê. Heyetê ji kesên di çalakiyê de ne re got ewê herdem pişteaniya xwe bidomînin. 
 
Heyeta “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 35 meh in tu agahî jê nayên girtin hatiye avakirin û parlamenter jî di nav de, hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Stenbolê di roja duyemîn de didomînin. Şande, duh çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ÎHD û DEM Partiyê. Endamên heyetê îro jî hatin serdana Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û  çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin. 
 
Hevberdevkên Karên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk jî di nav heyetê de bûn.  Endamên heyeta ku hate avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê ku nobet lê tê domandin, li vir pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û bi xizmên girtiyan re hevdîtin kirin. Heyet ji hêla Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol ve hate pêşwazîkirin. 
 
Çalakvanan ji ber serdanê spasiya endamên heyetê kirin û têkildarî çalakiya xwe agahî dan. Çalakvanan dan zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ye. Malbatên ku nobeta xwe didomînin, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe berdewam bikin. Di heman demê de çalakvanan têkildarî polîtîkayên li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan tên meşandin jî agahî parve kirin. Di dema serdanê de car bi car kêliyên hestiyar hatin jiyîn. 
 
Di dema serdanê de endamên heyetê jî axivîn û bal kişandin ser bandora çalakiyê ya li ser wan kirî û gotin ku dê piştevaniya xwe ya bi nobetê re bidomînin. 
 
Serdan bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Endamên heyetê piştre jî dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin.