Gultan Kişanak: Divê jêderkên pirsgirêkan li Enqereyê bên axaftin

  • 14:45 17 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan namzetên hevşaredariyê yên partiyê yên 13 bajaran eşkere kir. Li gorî vê yekê Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatin nîşandan. Her wiha Gultan Kişanak bi peyama şand re got;"Divê jêderkên pirsgirêkan li Enqereyê bên axaftin."
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da û biryarên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) eşkere kir. Di daxuyaniyê de bajarên ku dê namzet lê bên nîşandan û navên namzetan hatin eşkerekirin. 
 
Her wiha Gultan Kişanak a ji bo wekî namzeta hevşaredariya Enqereyê hat nîşandan wiha got:"Di serî de meseleya kurd û pirsgirêka azadiya jinan gerek pirsgirêk li Enqereyê bên nîqaşkirin û axaftin. Ji Amedê heta Enqereyê ji Enqereyê heta her aliyên Tirkiyeyê ji bo em pira aştiyê ya civakî ava bikin em derketin rê. Ez her kesên ji aştî, demokrasî û azadiyê bawer dikin vedixwînim vê têkoşînê. Ji niha de serkeftin."
 
Navên bajar û namzetan wiha ne: 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê: Gultan Kişanak - Ozturk Turkdogan 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê: Celalettîn Ekmen - Gulser Yildirim 
 
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê: Selman Tutumlu 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê: Abdulvahap Ekîm- Sevîm Şîmşek Bayram
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê: Îhsan Seylan- Bîlmez Erboga
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Gulbahar Gunduz - Bulent Kiliç 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê: Hasan Ozguneş  - Selda Îlgoz Koçyîgît 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê: Suzan Koç - Naîf Kanat 
 
Namzetên Şaredariya Osmaniyeyê: Zîver Gumuş - Zîlan Karaguzel 
 
Namzetên Şaredariya Kîlîsê: Ahmet Uçer- Azîze Akoglû
 
Namzetên Şaredariya Xarpêtê: Hayrettîn Kaya - (A jin dê di rojên pêş de bê eşkerekirin) 
 
Namzetên Şaredariya Semsûrê: Meryem Cerîtlî - Bahattîn Bîlgîn 
 
Namzetên Şaredariya Dêrsimê: Cevdet Konak - Bîrsen Orhan 
 
Namzetên Şaredariya Dîlovasi ya Kocaeliyê: Mûstafa Avci - Şevîn Coşkun