Gultan Kişanak: Divê jêderkên pirsgirêkan li Enqereyê bên axaftin 2024-02-17 14:45:19       ENQERE - Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan namzetên hevşaredariyê yên partiyê yên 13 bajaran eşkere kir. Li gorî vê yekê Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatin nîşandan. Her wiha Gultan Kişanak bi peyama şand re got;"Divê jêderkên pirsgirêkan li Enqereyê bên axaftin."   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da û biryarên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) eşkere kir. Di daxuyaniyê de bajarên ku dê namzet lê bên nîşandan û navên namzetan hatin eşkerekirin.    Her wiha Gultan Kişanak a ji bo wekî namzeta hevşaredariya Enqereyê hat nîşandan wiha got:"Di serî de meseleya kurd û pirsgirêka azadiya jinan gerek pirsgirêk li Enqereyê bên nîqaşkirin û axaftin. Ji Amedê heta Enqereyê ji Enqereyê heta her aliyên Tirkiyeyê ji bo em pira aştiyê ya civakî ava bikin em derketin rê. Ez her kesên ji aştî, demokrasî û azadiyê bawer dikin vedixwînim vê têkoşînê. Ji niha de serkeftin."   Navên bajar û namzetan wiha ne:    Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê: Gultan Kişanak - Ozturk Turkdogan    Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê: Celalettîn Ekmen - Gulser Yildirim    Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê: Selman Tutumlu    Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê: Abdulvahap Ekîm- Sevîm Şîmşek Bayram   Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê: Îhsan Seylan- Bîlmez Erboga   Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Gulbahar Gunduz - Bulent Kiliç    Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê: Hasan Ozguneş  - Selda Îlgoz Koçyîgît    Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê: Suzan Koç - Naîf Kanat    Namzetên Şaredariya Osmaniyeyê: Zîver Gumuş - Zîlan Karaguzel    Namzetên Şaredariya Kîlîsê: Ahmet Uçer- Azîze Akoglû   Namzetên Şaredariya Xarpêtê: Hayrettîn Kaya - (A jin dê di rojên pêş de bê eşkerekirin)    Namzetên Şaredariya Semsûrê: Meryem Cerîtlî - Bahattîn Bîlgîn    Namzetên Şaredariya Dêrsimê: Cevdet Konak - Bîrsen Orhan    Namzetên Şaredariya Dîlovasi ya Kocaeliyê: Mûstafa Avci - Şevîn Coşkun