‘Divê jin xwe ji mêr û dewletê biparêzin’

  • 09:02 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Jinan bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê yên di qetilkirinên jinan de dan û gotin kuştinên jinan her tim hene û sedema vê bêcezahiştin e. Jinan bal kişandin ser têkoşîna rêxistinkirî û gotin bila jin xwe ji dewlet û mêr biparêzin.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nûçeyên çapemeniya alîgir qetilkirinên jinan ji rêzê tên dîtin û bi taybet gumanbar ji daraz û gotinên desthilatdariyê yên jinan hedef digirin cesaretê digirin. Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî mêr-dewlet- darazê didome. Jinan der barê vê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Jin wê dest ji têkoşînê bernedin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Zeynet Ozdemîr destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê û ji daxistina ceza ya ji rewşa baş, cesaretê dide mêran û wiha domand: “Şerê mêr û jinan şerê herî mezin ê cîhanê ye. Mêrên herî demokrat jî naxwazin jin azad bibin, pêş bikevin. Em hemû vê dijîn. Em ji jiyana xwe mînak bidin. Hevjînê min ‘demokrat e’ lê dema min nû di qada siyasî de dest bi xebatê kir, digot ‘ez ji niyeta baş dibêjim tu nikarî bikî’. Di bingeha vê de zîhniyeta serdest heye. Bi hevjînê min re hîna heye. Gelek bar dikeve ser milê jinan. Jin wê dest ji têkoşînê bernedin. Berdin wê bipelçiqin.”
 
‘Em dikarin bi hev re bi ser kevin’
 
Zeynetê her wiha destnîşan kir ku çapemeniya alîgir zimanekî ku qetilkirina jinan normal dike bi kar tîne û wiha dawî lê anî: “Jin wê bi hev re têkoşînê mezin bikin. Jin divê di piştevaniyê de bin. Rola dikeve ser milê dewletê ev e ku polîtîkaya bêcezahiştinê ji holê rabike. Divê saziyên pêwist bên çalakirin. Divê jin xwedî li saziyan derkevin. Em dikarin di encama têkoşînê de bi ser bikevin.”
 
‘Bila jin xwe ji dewlet û mêran biparêzin’
 
Dayika Aştiyê Meryem Turan jî diyar kir ku dewlet li mêrên ku jinan qetil dike ceza nabire, lê civakekê ji ber nasnameya wan didarizînin. Meryemê wiha bi lêv kir: “Mêr gelek zextan li jinan dikin. Heqeretê lê dikin. Em naxwazin êdî jin bên qetilkirin. Bila jin li dijî mêran serî netewînin. Delweta tirk her tişt da destê mêran. Mînak jinek tê qetilkirin, gumanbar ceza nakin, nadarizînin. Kuştinên jinan wisa zêde dibin. Bila cezayên giran li gumanbaran bên birîn. Bila jin xwe ji mêr û dewletê biparêzin.”