Meşa Mezin a Azadiyê gihaşt Amedê

  • 10:49 13 Sibat 2024
  • Ramyarî
AMED - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin di roja 13’yemîn de gihiştin Amedê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku tevî astengiyan jî dê meşa wan bigihije armanca xwe. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi pêşengtiya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’yemîn de gihiştin hev. Kesên di baskên meşê de cih digirin, li Taxa Palûkeyê gihiştin hev û ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin. 
 
Xelkê Amedê Meşvanên Azadiyê li pêşiya Navenda Kargehan a Ceylanê pêşwazî kirin. Tevî astengiyên polîsan jî welatiyan meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin û gelek caran dirûşên “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e”, “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” û “Bijî azadî, bimre koledarî” berz kirin. 
  
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir bang li gel kir û wiha got: “Ev meş dê bigihije armanca xwe. Me heta niha tu carî li hemberî zextên we serî netewand û dê netewînin. Hûn ê nekarin bi rêya van polîtîkayên bêzarkirinê rê li ber gelê me bigirin. Em li vir bi hezaran kes in.” 
  
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî wiha got: “Ji bo me her kolana Amedê qada çalakî û meşê ye. Em ê kolan bi kolan bigerin û armanca meşê vebêjin.”
 
Dayikên Aştiyê dorpêça li pêşiya Ceylan AVM’ê derbas kirin û tev li meşvanan bûn. Dayikên Laçikspî meşvan bi qurnefîlan pêşwazîkirin. Dayikan, li gel meşvanan stran gotin û coşa meşê hêj mezintir kirin. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Gelek welatî jî li şaneşînên malên xwe tev li vê coşê bûn. 
 
Piştî gefa “mudaxileyê” ya polîsan, parlamenteran rê ji trafîkê re girtin. Piştî rakirina dorpêçê jî meş dest pê kir.