Meşvanên Azadiyê li Bismilê meşiyan

  • 16:05 12 Sibat 2024
  • Ramyarî
AMED -  Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvanên ku li kuçe û kolanên navçeyê meşiyan, 3 saetan bi hoparlorên seyyar armanca meşê vegotin.
 
Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ku 12 roj in bi beşdariya siyasetmedar û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd didome, gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvan li kolana herî qelebalix a navçeyê peya bûn û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bimre koletî, bijî azadî" li ser rê meşiyan. Ji ber ku nehat hiştin meşvan û girse li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bên cem hev, parlementer li kolanên navçeyê meşiyan û bi hoparlora seyyar armanca meşê vegotin. Meşa li kuçe û kolanên navçeyê 3 saetan dewam kir.
 
Gava meşvan li nava navçeyê meşiyan welatiyan jî şaneşîn û paceyên xwe bi nîşaneya seerketinê û tilîliyan piştgiriya xwe dan der.
 
Dayikan jî qurnefîl û kulîlk danîn kuçe û kolanên ku meşvan di wan de meşiyan. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li vir axivî. Çîgdemê armanca meşê vegot û destnîşan kir ku heya Abdullah Ocalan azad nebe dê meşa wan bidome.
 
Çîgdemê da zanîn ku dê meşa wan bidome û hemû gel vexwand hevdîtina ku dê sibê li Amedê çêbibe.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 

Etîketan:

Tecrit Abdullah Ocalan