Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin

  • 11:50 12 Sibat 2024
  • Ramyarî
ÊLIH - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê li Êlihê bi pankarta “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” hate pêşwazîkirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li vir axivî û wiha got: “Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî birêz Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e.” 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi tevlibûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye desptêkirin û di roja 12’yan de didome, nêzî fînalê dibe. Baskê meşê yê Qersê îro li Êlihê bû. Meşvan, li ketina bajar li devera Çiyayê Kirayê bi coş hatin pêşwazîkirin. Gel, meşvan bi çîçekan pêşwazî kir, meşale vêxistin û fîşekên hewayî teqandin. 
 
Girseyê pankartên “Em ber bi azadiya ku roj lê ava nabe û çîçek lê na çilmisin ve dimeşin” û “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” vekirin. Her wiha di pêşwaziyê de dengê dahol, zirne û defê qet kêm nebû. Girseya ku stranên kurdî striya û govend li ber gerand, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 75 pivildankên spî hatin berdan û pêşwazîkirin bi dawî bû. Girse, piştre jî bi konveyekê derbasî navenda bajar bû. 
  
Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li vir axivî û wipha got: “Xeyalekî kurdan û şoreşgeran heye. Nirxên gelê kurd hene û dê her hebin. Ew nirx jî birêz Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ev sê sal in em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Banga me ji bo wan kesên dibêjin ev dewlet dewleta hiqûqê ye; ev meş meşa edaletê ye. Gelê kurd dixwaze li ser vê xakê edalet hebe û ji bo nirxan rêz were girtin. Her devera Kurdistanê qeyûm û goristanên komî ne. Em li vir bang li zihniyeta statûkoparêz, înkarger û pişaftinê ya sedsalî dikin; nasname û rûmetekî me heye. Bila dost û dijmin tevek bizanin ku em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Ev meş di heman demê de meşa azadiyê ye. Meşa wê ye ku hemû pergalên înkarger bişînin sergoya dîrokê. Ev meş meşa Kemal Pîr û Hayrî Durmuşane ku digotin ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.’ Ev meş, meşa heqîqetê ye. Meşa Sakîne Cansiz û Aysel Doganan e. Em spasiya her kesên mil daye milê me û piştgirî daye dikin.” 
  
Cengiz anî ziman ku xaka Kurdistanê ne xaka zilmê lê keleha berxwedanê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Xaka Kurdistanê dê bibe xaka azadî û wekheviyê. Ev meş meşa mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û defkirina qeyûman a di 31’ê adarê de ye. Ev meş ne meşa dawî ye lê start e. Ev bi dehan sala ye em li dijî faşîzmê di nava meşekê de ne. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe û Kurdistan dibe xwedî statû jî em ê bi dehhezaran kesan re vê meşê bidomînin. Serkeftin a Kurdistaniyên berxwedêr e.”