Ji Sêrtê bang kirin: Azadiya piştî meşê ya me hemûyan e!

  • 12:57 11 Sibat 2024
  • Ramyarî
SÊRT - Piştî Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" li Sêrtê ji aliyê girseyeke qelebalix bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got, "Em ê rê nedin pirsgirêka Kurd bê înkarkirin. Tehemûla me ji bo100 salên din tune ye. Azadiya piştî meşê dê ya me hemûyan be."
 
Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, gihişt Sêrtê. Meşvan danê sibehê derbasî Taxa Veysel Karanî bûn, tirbe ziyaret kirin û ji bo aştiyê dua kirin. Piştî ku li navçeyê meş hat lidarxistin.  Piştî meşa bi dirûşmeyên " Bijî berxwedana zindanan" Parlamentera DEM Pasrtiyê Newroz Uysal li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê axaftinek kurt kir. Newrozê wiha got “Tecrîd li her aliyê jiyana me belav bûye. Yek ji krîzên aborî an yên din dê bi dawî nebe heta ku ev tecrîd  neqede. Em 75 kes ji bo dawî li van qeyranan bînin û aştiya gelê xwe pêk bînin dimeşin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriyê bide me."
 
Li Newala Qesaba bîranîn
 
Meşvan piştre derbasî Newala Qesaba bûn û li wir bîranînek li dar xistin. Di bîranînê de Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan axivî û got, "Ji ber xwîna ku li vir hatiye rijandin navê vê derê bûye Newala Qesaba. JÎTEM'ê gelek siyasetmedar û welatiyên Kurd qetil kirin. JÎTEM'ê em qetil kirin, AKP'ê li ser êşa me avahiyan ava dike."
 
'Me gelek cihên bi êş ziyaret kir'
 
Ji meşvanan Salih Kuday jî wiha got: "Em li gelek cihên bi êş geriyan. Xwezî em neçarî vê nehata kirin. Dayîk bi hesreta dîtina parçeyek hestiyên zarokê xwe man. Dema dayikek li hestiyên zaroka/ê xwe digeriya, hestiyên 8 kesên cuda hat. dayikê wiha got, 'Ez ji vir bêhna zarokê xwe dikim.' Ev der ne tenê ji bo zarokê wê, ji bo 400 kes bû goristan.Ji gorên me ditirsin. Zihniyeta ku ji miriyên me ditirse, mehkûmî têkçûnê ye."
 
'Ji bo aştiyê kevokên spî hatin firandin'
 
Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal helbesta "Navekî din ê jiyanê berxwedan e" ku Aqilmend Apê Mûsa ji bo Newala Qesaba nivîsandibû xwend. Piştre qurnefîl li newalê hatin danîn û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi firandina kevokên spî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Sêrt bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan meşvan pêşwazî kirin
 
Meş li navenda bajêr bi pankarta "Sêrt meşa azadiyê silav dike" hat pêşwazîkirin û heta avahiya DEM Partiyê meşiyan. Di meşa ku dayik li pêş de bûn, dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bimre koletî bijî azadî" hatin berzkirin. Meşa ku bi çepik û dirûşmên welatiyên derdorê dewam kir, bi tevlêbûna gel gav bi gav mezin bû.
 
Piştre jî li ser navê meşvanan  li ber avahiya DEM Partiyê  Hevseoka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û got, “Gelê Sêrtê ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya birêz Ocalan li ber xwe dide . Yekem dengê maf û azadiya gelê Kurd li Sêrtê hat bilindkirin. Gelek kes bi komî lê hatine definkirin. Yên ku ev der kirine gora komî û yên ku li wir TOKÎ û vîlla çêkirine berhemên heman mejiyî ne. Ger hûn bipirsin wêneyê vê siyaseta înkarker, asîmîlasyonîst a vê dewletê çi ye, Newala Qeseba ye. Ev bîr û dîrok navê azadiya gelê Kurd û têkoşîna bi rûmet e."
 
'Qasidê aştiyê Ocalan e'
 
Çîgdem bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, “ 25 sal berê birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê. Gotin pirsgirêk dê biqede. Birêz Ocalan 25 sal in li berxwe dide. Dewletê ji ber tişta dixwest bi dest nexist Birêz Ocalan tecrîd kir. Ev tê wateya , şer, xizanî, wêrankirina xwezayê. Projeya we ya demokrasî û aştiyê nîne, lê belê proje û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê heye. Aştî tenê ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan dengê xwe bîne ziman û gotinên xwe bêje ye. Di salên 2013-15’an de birêz Ocalan li ser dîroka Kurd û Tirkiyeyê çavdêriyên xwe kirin û çareserî pêşkêş kir. Tevî hişmendiya dewleta înkarker jî gelên Tirkiyeyê ev îradeya aştiyê qebûl kirin. Dewlet çi bigota jî gel birêz Ocalan wek qasidê aştiyê qebûl kir.  Qasidê aştiyê birêz Ocalan e."
 
'Em 100 salên din destûrê nedin îmha û înkarê'
 
Çîgdemê, diyar kir ku grevên birçîbûnê û nobeda edaletê ya dayikan   dewam dikin û got, "Yên ku vê nebihîzin, zilm û zordariya herî mezin dikin. Em ê bimeşin, dê dayikên me bimeşin. Kurd xwedî jiyaneke bi rûmet in.  Tevî hemû astengiyên li pêşiya me jî gelê me piştgirî da meşê. Em ê 100 salên din jî rê nedin neçareserkirin pirsgirêka Kurd, înkarê. Azadiya di dawiya vê meşê de azadiya me hemûyan e."
 
Piştî axaftinan parçeyên ji nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê ku çû avahiya DEM Partiyê hatin xwendin.